We ayeta 216 tevî parve nekiriye. Tevahiya ayeta 216 vaye, mijara we çiye gelo.
Bakara 216: Şer li ser we hatiye ferzkirin, her çend hûn jê hez nekin jî. Dibe ku hûn ji tiştê ku ji bo we baş e hez nekin û dibe ku hûn ji tiştê ku ji bo we xirab e hez bikin; Xwedê dizane, lê hûn nizanin.
“Mirov bi sê çevkaniyên girîng di jiyanê de dibe hêzeke zindî û hebûn.
“Yekemîn çevkanî xwarine,
Xwarin bingeha hêz û quweta lebatên bedena mirovan e û mirov bê xwarin û bê vexwarin nikarin bijîn.
“Duyemîn çevkanî deng seh kirine,
“Mirov bi make zagona goh ango bi şaney deng dibîhîze, şaney aqil bi têgeh dema denga dibîhîze,
hînga di aqil de dibe têgeha deng awaz û mirov deng ê dibîhîze di aqilde dibe têgeha sûdwar girtinê û bi wan têgehan şeklê jiyana mirovan bi tercûbe û sûdwar girtin jî dibe zanistî û pisporê jiyanê.
“Sêyemîn çevkanî axaftin û îbadete.
“ Lewra mirov dema diaxive tevahî hêstên di dilde berhev dibin û fikrên di şaney aqilde dibe raman,
fikir û hêst, hînga raman dibe xwastek ê jiyanê û vînê bi dad pêk tîne,
ew tevahî bihevre dibe xizmet û xizmeta bi dadmendî jî dibe şeklê jiyana îbadetê herî bi sûd wergirtin
Behçet Ateş: 26-09-2025
Gazinkerdî, xwe parastina hişê ku berhev nake, lewra ji bo maskeya xwe veşêre tim gazinan dike, hişê berhevkare jî tim li ber çevane û dora wî tijenin hesûdkar. Hesûdkar car caran wekî balona bi pifê diwerime pesnê şarezayan dide û car caranjî derziya xayîntiyê bin hiş de veşartiye û bi yek hewldaneke palona bi ked temen girtiye derziya zikreşî lê dide û balon bi teqîn zerar dide derdoran.
Behçet Ateş: 17-09-2025
Mirov bi gora xwendina xwe têdigêhêje rih di kudera kurahiya bedenê de cîh digre û mirove anjî çi difikire ewe.
Mirov beriya ku tê bigêhêje nasîna rih, nasîn di xwe xwendinê de derbas dibe.
Hînga xwe nas dike, têdigêhêje endcama rih çiye û nasîna Xweda.
Behçet Ateş: 15-09-2025
Tu barekî bi qasê barê mirovtî giran nîne.
Mexabin ew bara bi her mirovê re nebûye par.
Lewra mirov nikarin karê mirovatî hêsta wî di dilê xwe de ra bigrin.
Nêzikatî tim bi çavê piçûktî dinirxînin û bi gora berjewendî dikevin her qilifan û tim kirasê xwe xapandinê kişandine bedena xwe.
Heta gerdûnî xweza neyêt nasîn û mirov xwe nexûne ji hêsta mirovahî tênagihêje, terîfa wîjdanê dadê mirovatiyê tim binpêyan de dimîne.
Behçet Ateş: 06-09-2025
Beriya xwendina her tiştên cûde (xwe bixwîne) bi naskirina xwe ya rastîn jiyana bextewar hêsantir dibe şanazî.
1-Xwe nasîn.!
>Hilbijartina rêya jiyana xwe a dijwar ew e ku mirov beriya her pêngavên jiyan ê xwe bixûne û xwe nas bike.
Lewra xwendina xwe a hilbijartinên rast di xwendina xwe bi xwe de derbas dibe.
Ji bo ku mirov nekevin nava xeletiyên jiyanê û xeteriyan nejîn derfetê şanazî ava bikin.
2-Zehmetî" hilbijêrin.!
Beriya ku mirov ji bona debara jiyanê rêya karekî hilbijêre, pir bi baldarî û zehmetî hunerê xwe kefş bike.
Huner bikar anîn pir zehmete û di rêyeke dijwarî de derbas dibe.
Lewra bi her mirovê re hunerekî veşaetî heye û huner şermê qebûl nake. >>>>Berdewame.
Behçet Ateş: 29-08-2025
BİXWE, BİGERE, BİJÎ.
Ji doh sûdwar be, îro bixwe û bijî, ji bo sibê bi tevdîra gerê de be û heman jiyan sibêjî heye.
Kulû kederê gerdûnî idî bûnin mijarên rêzê, her kî gotibe bi çavê bê dawî û bi herdû destan pê bendê jiyanê bigre û yek xulek demê vala bernede.
Peyva dem dermane ji wextê re, tevdîra amadekirina ezraîle.
Demê vala nehêle û wextê bi feyde bikar bîne, lewra tevahiya jiyanê temenê xwe heft çirka demjimêrê de bi dawî diqede, her wekî ku jiyana gerdûnî ne jiyabe.
Behçet Ateş: 28-08-2025
Jiyana gerdûnî de du beşê jiyanê henin yek bê yekî nabin, herdû beş jî ji ber hev dipişgivin.
Çawa roj ji ber şevê dipişkive û roj bê şev nabe, şev jî bê roj nabe şev, hîv bê wexta şevê dernakeve, sitêrk bê êvar li rûyê ewran esmanê bê pîvan bilind de tirînc xûya nake.
Tevahî firîqetî ji ber tengasiyan de dipişkive û bi tengasiyan re firîqetî bi xwe re tîne.
Nîne dewlemend bê dawî tim dewlemend dimîne, her dewlemend bi xwe re feqîrtî di afirîne.
Sirra ku bê Xweda cc tu hêz bê dawî di heman hêzê de namîne, hêz bi xwe re bê hêztî tîne.
Lewra gotiye çima aqil bikar naynî, na fikirî û ji neslên derbas bûyî hogit nagrî.
Behçet Ateş: 27-08-2025
Mirov dema dikevin tengasiyan hînga aqil asteng dibe û nikare bifikire, lewra aqilê ku bi şaney difikire re tim di têkiliyan de be, hînga têdigêhêje endcama astengiya xwe û hişmendî şaney berhevkar pêktîne.
Bes dema bi dengê bilind dike qêrin mabest dibe qaziya hewarê alîkarî dixwaze.
Mirovên ku karê ne qenc û di civakê de nayêt erê kirin pêktînin, hînga dibin sûçdar û ji cesaretê bê par dimînin nikarin bi fikreke azad bifikirin.
Behçet Ateş: 27-08-2025
Mirov û jiyana mirovahî de warê bê rêzik û evîn de hêrs dibe êriş derdestî li jiyana dadê dike rê ji xeraviyan re vedike jiyan dibe dojeh.
Civaka bê hêsta evîna azad de, civak dibe pêla aşîtê hînga çi li ber aşîtê bikeve hildişe hûr dibe xerav dibe jiyan têk tere.
Gerdûnî bi qanûna hempar,dad, berhevî û perwerda bi hezkirina piçûkan, rêz girtina ji mezinan re dibe bostanê gulên renga rengî û her guleke bi behna xweş û behna cûr be cûr cûda dibe hînga jiyana bîhûştê.
Behçet Ateş: 26-08-2025