ÇALAKÎYA ME YA RÛNIŞTINÊ YA LI QADA MIZGEFTA MEZIN
Hevalên me Ferîd Azad û Faîq Teyran ne bi tenê ne!
Em ê heta hetayê têbikoşin li hemberî vê zilmê. Hûn ê nekaribin serî bi me bitewînin!
#feridazadneteneye#faiqteyranneteneye#kurd#kurdi#kurdistan
ULU CAMİ MEYDANI'NDAKİ OTURMA EYLEMİMİZ
Arkadaşlarımız Fer��d Azad ve Faîq Teyran yalnız değildir!
Bu zulme karşı mücadelemizi sonuna kadar sürdüreceğiz. Bize asla boyun eğdiremeyeceksiniz!
#kürt #kürtçe #kürdistan #vejin
Agahdarî
Li ser girtina hevalên me Ferîd Azad û Faîq Teyran roja yekşemê
(05/07/26) demjimêr di 18:30an de li qada mizgefta mezin ya Amedê em ê çalakîya rûniştinê li dar bixin!
Ji bo piştgiriyê em li benda miletê xwe ne!
TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ
#kurd#kurdi#kurdistan
Em di 101. salvegera şehîdbûna wan da Şehîd Şêx Seîd û 46 hevaldozên wî yên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînin û rejîma despot a Kemalîst mehkûm dikin û radigihînin ku em peyrewên serdemî yên vê dozê ne!
#şêxseîd#kurdistan
"Piştê nadin du hezar xençer û tîr û rim û xişt
Me serî danîye rê û bi Xwedayê Kurdistanê bestîye pişt"
Ferîd Azad û Faîq Teyran ne bi tenê ne!
#feridazad#faiqteyran#vejin
Ev demeke dirêj e em bi cihê xwe yê nû re elaqedar dibin. Em li axa xwe bi cî dibin, dixwazin saxlem be. Bo wê jî ev çend meh e me kitêb dernedixistin. Îro kitêbên me yên nû gihîştin cihê xwe yê ku wekî adres li ser wan e. Em dixwazin ev êdî rawestgeha dawî be û piştî me re jî dewam bike. Amadekarî bo nifşên pêş dikin.
Vê sibê di dema xwendina berhemeke nû ya Avesta ku ji hezarî derbas dike, min ev fotoyê li jêr dît, çûm 31 sal berê, her çar kitêbên me yên pêşî hatibûn û me derxistibûn jor, malê, cihê ku niha lê…
Di vî 31 salî de gelek tişt guherin, pir tişt jî neguherîn. Bi her hal xwe wek ku nû dest pê bikim hîs dikim.
Em li kû mabûn?
📢AGAHDARÎYEKA GIRING
Li gor hinek tiştên hatine ber guhê me û ber destê me, wisa xuya dike ku hinek kesan li ser navê PCSê ji bo xwe pere berhev kirine.
Ji bo ku em meseleyê baştir fêm bikin pêwîstî bi hinek tiştên din jî heye. Heta îro her kesekî ku bi rêya hinekan piştgirîya PCSê kiribe, ji kerema xwe bila ji rûpela me ra peyamekê bişîne.
Her wisa ji niha û pê da êdî kî bixweze di warê aborî da piştgirîya vê tevgerê bike, bila bi rêya tu kesekî vê yekê neke, yekser peyamekê ji rûpela me ra bişîne û pêwendîyê bi me bike. Û divê tu kesek bêyî me, li ser navê me alîkarîyan berhev neke. Cihê mixabinîyê ye ku li ser navê piştgirîyê tiştên qirêj têne kirin, ji ber hindê me xwest em raya giştî agahdar bikin.
Têbînî: Piştgirîya aborî ya ji bo Newroza borî li derveyî vê mijarê ye, em behsa tiştên berîya wê dikin.
Hesabê min hate astengkirin, ev hesabê min ê nû ye.
Sîstema serwerîya tirkî li her derê Kurdan asteng dike lê em ê berdewam bin.
Ji kerema xwe vê twîtê bigerînin da ku em dîsa bigihêne hev.
Cejna Çarşema Serê Nîsanê li Kurdên Êzidî pîroz be!
Bi hilkefta vê rojê divê em vê rastîyê dubare dîyar bikin ku li Kurdistanê bîr û bawerî û etnîsîteyên cuda bi hev ra dijîn. Erkê me ye ku em li Kurdistanê pêkvejîyana hemû cudahîyan a bi rengekî azad û yeksan pêk bînin. Kurdên Êzidî jî beşek in ji miletê me û azadîya dînî çawa divê ji bo hemû dînan parastî be, her wisa divê ji bo Kurdên Êzidî jî parastî be. Heta di parastina Kurdên Êzidî da divê hesasîyeteka me ya taybet hebe ji ber ku gelek caran bi zilm û neheqîyan ra rûbirû dimînin. Divê em hestên xwîşkûbiratîyê û gîyanê hevpiştîyê di navbera Kurdên Misilman û Kurdên Êzidî da bihêztir bikin. Divê em miletê Kurd bi hemû cudahîyên xwe ji hev ra bibin cihê bawerîyê. Azadî û aramîya Kurdistanê bi azadî û aramîya hemû alîyan mimkin e.
Cejna Çarşema Serê Nîsanê (ku sersala Kurdên Êzidî ye) dubare pîroz be li Êzidîyên Kurdistanê û hemû cîhanê. Bijî xwîşkûbiratîya hemû gelê Kurdistanê!