The books written by an author in exile serve as a bridge to their homeland.
The stories in these books begin in their homeland and end in their country of exile… @FCeweri
FERHENGA TÊGIHÊN DERÛNNASIYÊ
Kurdî – îngilîzî – tirkî
Îngilîzî – kurdî – tirkî
Tirkî – kurdî – îngilîzî
Amadekar:
Abdulsıttar Özmen
Siyabend Aslan
Abdulsamet Doğan
Gülperi Gündüz
Leyla Turhan
Azad Dildar
DERDIKEVE!
Roja Şemîyê (25-04-2026) Gotûbêj û îmzeya Romannûsê Kurdî Firat Cewerî @FCeweri , li Stenbol/Taksîm li Pirtûkxaneya @medya_kitabevi . Mamoste li ser pirtûkên xwe axivî , behsa tecrûbên xwe kirin û Pirtûka xwe ya nû “Rêwitîya Min” bo me îmzekir . Gelek spas bo vê rojê 🙏🏻❤️
Romannivîsê kurd Firat Cewerî ji Ewrupa çû Tirkiyê û li Stenbolê pirtûkên xwe, di nav de jî ya bi navê “Rêwîtiya Min” îmze kir û li ser wan axivî.
https://t.co/LIl8O3PvgN
Firat Cewerî îro li Kitêbxaneya Medya kitêba xwe ya dawî “Rêwîtiya Min” û berhemên xwe yên din îmze kirin û bi xwendevanan re sohbet kir. Cewerî, 15ê gulanê li Diyarbekrê ye.
Rêwîtiya Min
Firat Cewerî
(Bîranîn)
DERKET!
Îsal 45 saliya nivîskariya Firat Cewerî ye. Kitêba Cewerî ya pêşî Êrîş dikin berî bi 45 salan derketiye. Di rêwîtiya 45 salan de hejmara kitêbên ku wî nivîsandine û wergerandine jî digihîje 45an. Bi vê minasebetê, Firat Cewerî, bi stîleke nû derdikeve hemberî me. Ew ji xwe dipirse û bersiva xwe dide. Ew tenê li ser nivîskariyê ranaweste, lê dest davêje gelek mijar û cihêrengiyên jiyanê. Ji zaroktiyê heta xortaniyê, ji siyasetê heta evînê, ji felsefê heta maneya jiyanê, ji rewşenbîriyê heta berpirsiyariya rewşenbîran, ji edebiyatê heta rexneya wê, ji estetîkê heta erotîzmê, ji afirandinê heta dexsê, ji malbatê heta hevaltiyê, ji demokrasiyê heta dîktatoriyê, ji durûtiyê heta şelafiyê; bi kurtî ew li ser gelek babet û mijarên cihê radiweste û me dike şirîkê rêwîtiya xwe ya bêdawî.
Rêwîtiya Min
Firat Cewerî
(Bîranîn)
ISBN: 978-625-5535-45-0
13.5x21.5, 304 rûpel, bi wêne
https://t.co/s49QLAz9xK
Berî bi salan Abdulla Peşêw û Refîq Sabir li kitêbxaneya min li min bûbûn mêvan.
Li milê min yê rastê Abdulla Peşêw, li yê çepê Refîq Sabir e. Lê niha milê min yê çepê vala ye, Refîq Sabir gotina xwe ya nivîskî hiştiye û xatir ji vê dinyayê xwestiye...
Romana Hjalmar Söderbergî ya "Doktor Glas" bi derhênerîya Erik Leijonborg ve weke fîlmê sînemayê hate kişandin û di 27ê Reşemîyê de li Swêdê ket vîzyonê.
"Doctor Glas" ji aliyê wêjekar Firat Cewerî ve ji Swêdî bo Kurdîya Kurmancî hatibû wergerandin û ji Weşanên Avestayê derket.