Hêja @oguzcemil1 di kanala @diyarname1 de vê carê #3Deqe'yên xwe ji hejmara 12em a LEWergerê re veqetandiye.
Spas û sihet xweş👏💐
https://t.co/oNgF5rPdJm
@KamalKajiw Di çarçoveya zanîna mêtingerî de gava mirov li vê yekê hûr bibe û zanîna ji hêla mêtingeran ve hatî afirandin ji nêz ve bixwîne, mirov dê dîsa bigihîje wê encamê ku Hegel li vir tenê mêtingeriyê meşrû dike û qebûla wî ya ji hêla mêtingehan ve şaş e.
Mijar balkêş e mamoste, spas
Komeleyên Apocî yên li Awistiryayê ji bo çalakiyên xwe dirûşmeke nû jî li xwe zêde kirine: "ji bo rêber apo Statû û Azadî"
Ango êdî Statû jî bivênevê ye.
Roja pêncşemê dê bi çalakiyekê ev yek li dirûşmeyên wan zêde bibe. Welatparêz vexwendî ne!
"Ez li minakirina birayên xwe, li ya dê û bavê xwe, li mala me ya berê ku niha xerîb tê de dijîn digirîm; şîna wan digerînim:
Nemaze jî şîna azadiya xwe ya jidestçûyî digerînim."
@yeqinh_@diyarname1
...hevok û rêzik di şevê de derdibin:
Li dora min dibin moz,dikin pingeping,li yek rîtmê diteqilin,bi kêş û aheng distirên,dibin helbest:
Do, her tişt bedewtir bû
Muzîk di nêv daran de
Ba di nêv porê min de
Û di nêv destên te yên dirêjkirî de Roj.
Helbest https://t.co/omidUIZtw0
"tatêla brahîm tê bîra min
kêliyên tenêtiya wî li beyabanên Herranê
û çavên wî yên li roj û hîvê
tu, hîva li şevîna çardehê
rahêje tenêtiya brahîmî û were"
H.N.
@seymolog Pirseke di cihê xwe de ye û bersîva Lorde li vir ev e: mirov dikare bi alavên efendiyê li efendî bixe, bes ev tu guherînên bingehîn bi xwe re nayîne.
Ji bo min cihê kêfxweşî û şanazîyê ye ku dosyeya min bû yek ji xelatgirên pêşbirka helbestê ya Arjen Arî. Û dîsa cihê şanazîyê ye ku îsal du dosye hêjayî xelatê hatine dîtin û xwediya dosyeya din jî ji dil û can pîroz dikim. Hêvî dikim ev pêşbirk gelek pênûsên nû li me zêde bike!
Şanoya pêşî min temaşekirî "tazîtiya keya" bû û ez hêj zarok bûm.
Ewqas sal in hêj jî ev şano li ser dikê ye
tazîkirina bi destê mêtingerî têrî nake, di ser de keya "tazîtiya xwe" li gel dike, gelî bi tazîbûnê razî dike.
Lê razîbûna tazîbûnê xwekuştin e!
@seymolog Belê bi rastî jî hêja ye 😊
Mala te ava, her hebî 🦚 hêvî dikim rê li ber me her xweş bin û em çêjê ji wan gul û sosinên li ser rê jî bistînin 🌾☀️
Min jî bi meraq û bi kêfxweşî xwend û dûre wê xwendinê ez di nav serpêhatiyên min de gerandim û ji wan li min helbestek da nivîsandin ku gelekî jê hez jî dikim. Ango fêkî bû kakil û fêkiyên nû da. Siheta yên pê hizirî û ked dayî xweş 🦚☘️
Ji nameyan, rojnivîskan, bîranînan û ji xebatên kolektîf pirr hez dikim. Heta niha min di edebiyata kurdî da mînakeke wiha nexwendiye, dibe hebe lê min nedîtiye. Min bi kêfxweşî xwend, xilas kir û êdî bi çavekî din li trênan dinêrim:) bi hêviya mijarên xweştir û balkêştir..
Kerem kin, naveroka xwe hejmara 12em;
tevî berga paş û pêş, tevî wergêr û helbestkarên tê de.
Hûn dikarin hejmara nû û wiha jî hejmarên berê yên LEWê li Amed, Mêrdîn, Wan, Stenbolê û gelek bajarên din ji pirtûkfiroşan peyde bikin.
https://t.co/iv2cwM8vBE