Min gelek şevên har di xew re birin
Gelek rê westandin
Ji bajarên xwêdandayî
Ji nava dûmana şewata pismaman
Bi baskên ji rengê mirinê difiriyan #hekimsefkan
EVÎN JI ME XEYÎDÎ
Em va bajaran hilhatîn
Ev bajarên he me hilnehat Asya!
Û mîna qêrînekî çarmixa rojan de;
Zêdebûn tenêtî, hişbûn jêçûn... Ronîya heyvê sih mezin kir
Çivîkên dawî ji hat kuştin çiya de.
....
Em mayîn
Mîna şûşên şkestî
Paşîya ava vexwarî, mîna dilmayîya şûşê
Em bimrîn Dîlba
Ji bo ber tiştên em nejîyîn
Ji bo ber pênusa temenê xwe jibîr kirî
Ji bo ber ramusan ên me yên şîr qut bî, em bimrîn.
Mirin wê kîjan me zêdetir hez bike Dîlba?
Di got: Roj li min tarî kir
Bin siya şevê ket, çû
Parseke agir ser singê min civîya
Nalîna dil wek çiya yê Sibîrya yê,
Nav hêsrên çavên min da lerizî
Gotin xwe badek şaraba Fransî nû kir
Valehîya te gerdûn hat dagirtin...