Sonda Jîyana bi Kurdî, helwesteke bi rûmet e.
Piranîya tevgerên berya me, di ziman de sistî kirin.
Kurdî, dikare me ji tunebûnê xilas bike û hebûna me gur û geş bike.
🗣️Bila ziman kanîya jînê be..☀️
📢 Em li Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê ne!
📅 26.09.2026 / 4.10.2026
🕖 Saet: 10.00 - 19.00
📍 Salon 2 / Stand 230B
📍 Mezopotamya Fuar ve Kongre Merkezi, Yenişehir/Diyarbekir
Nêzîk:
Li gor nûçeyan wê A. ÖCALAN BIBE ENDAMÊ KOMÎTEYA ÇEKDANÎNÊ.
KÊFA MIN TÊ KU ÇEMÊ XWÎNÊ ê RAWESTE.
ROMANA #Tozistan bixwînin hûnê bizanibin çima.
Öcalan digot: em ji herikîna xwînê natirsin, lê em ji rawestandina herikîna xwînê ditirsin.
A bi xêr.
Pîroz û Mimbarek bit bo hemû Kurd û Kurdistanê. Hêvîya me ku em bibînin hêzên Pêşmergeyan (artêşa) @Kurdistan ê bi temamî di binî bandora partiyan derkevin û bibin parêzvanê hemû miletê Kurd û Kurdistanê.
Pîroz be û her Pîroz be✊️❤️🤍🌟🤍💚
#pesmerge#Yekiti#Azadi#Kurdistan
📢 Em bi hemû berhemên xwe yên nû û yên berê, li Fûara Kitêban a Diyarbekirê ne.
Em li benda we ne.
📆 26.09.2026 - 04.10.2026
🕖 10.00 - 20.00
📍 Mezopotamya Uluslararası Fuar ve Kongre Merkezi
Salon: 2
Stand: 209
Heman awayî Lazan ruman u pêkhateyên li deryaya reş bi navê futbol ê helandin u xwe ve girêdan u wa sar kirin u hinek jî karên dewletê u karên qirêj da wan ew jî bi van kara hinek pere kete berîka wa u bi vê awayê dibêjim Amed Spor Trabzonspor a deryaya reş e
Kak Serhed ev tiştên ku te gotine hemû ji bo şerê wan ê 40 salî jî dihatin gotin lê wî şerî jî eynî bi van gotinên neteweyî xizmeta serdestan dikir. Ev coşûxiroş, ev kelecanî, ev hestên neteweyî yên li dor Amedsporê peyda dibin hemû di şerê 40 salan da jî hebûn lê dîsa jî kete xizmeta wan. Ev şerekî kontirolkirî bû û di dawîyê da ev milet bir entegreyî serdestan kir.
Vêca niha heman tişt bi fitboleka kontirolkirî tê kirin. Ma em ê 40 salan jî bi vê werin xapandin? Ji niha da em çima hişyar nebin? Eger karibin vî miletî bi şer jî xapandibin vêca fitbolê bifikire!
Eger te bigota tîmeka alternatîf ava bikin, ev maqûl bû lê tu dibêjî alîgirên alternatîf! Yanî wekî wan alîgir û şervanên Kurdistanî yên di nava pkkê da. Xizmeta çi kirin? Hemû ket xizmeta apoîzmê mixabin. Îro em çima dîsa kesên wiha bişînin nava tîma wan? Eger em karibin tîmê bi dest bixin ev dîsa maqûl e lê gelo ew sermayeya sîyasî û aborî ya neteweperweran heye ku bikarin vê tîmê bi dest bixin? Nexêr. Nexwe ev tîm dê xizmeta xwedîyên xwe bike û alîgir jî dê dengê wan, hêza wan bilindtir bikin. Hewildana ji bo tîmeka alternatîf maqûltir e, alîgirên alternatîf çareserîyeka cihê bawerîyê nîn e mixabin. Tenê dê deng û rengên neteweyî xuya bibin lê me çawa got ev tişt jixwe di şerê 40 salî da jî hebûn lê di dawîya dawîyê da xizmeta armanca me nekir. Em nikarin 40 salên din jî heman tiştê dubare bikin.