SIRADA PSİKOLOJİK SAVAŞ VE TEHDİTLER VAR!
1. Sanatçı ile avukatının akrabalarını ve açıklamasın�� haber yapan gazetecileri tehdit etmeye başlayan hadsizlere söylüyorum, halkın oylarına sahip çıkıp elinizden üç beş çabulcu tarafından alınan Belediyeleriniz için ne yaptınız?
Navê floodê bila "Kom-Unîzm" be.
1. Biryara Sosyal-îzmê û Kom-unîzmê belî ye, karker û kedkar nikare biaxive, mafê 8 saetan xebatê û endamtiya Sendîkayan tune; dewlet û rêveberiya dewletê di ser her tiştî re ye, Partî xwediyê dewletê ye û Serokê partiyê xwediyê Partiyê ye.
1. Li welatên dagirkirî rewşenbîrî bê-nasname ne mimkûn e. Yekî nizanibe piştî dagirkirina welat û axê xetereya herî mezin li ser ziman e, yekî hemû parastina xwe wekî Celadet ji alfabeyê nede destpêkirin ne modern e, hov e, bîra rewşê jî nabe.
Dewleta dagirker a Tirk naxwaze birêz Mesûd Barzanî here Îmraliyê.
Raya Giştî ya Tirk jî naxwaze.
Tirk heta bingeha vê amade nekin, heta bi gotinên bi dilê civaka xwe bingeha wê çênekin, hevdîtinek wiha çênabe.
Birêz Ocelan jî baş dizane. Ew jî ji şaşiyên Tirkan fêdeyê dibîne.
Ku Partî û Serokên Kurdan şaş nekira, ji 1912'an heta 2026'an ne mimkûn bû ku Kurdan çar parçe Kurdistan nekirina yek û nebûna dewlet.
Hilbijartinên wan şaş bû. Israrên wan şaş bû.
Mînak, ku pêşî ne li dijî Turkî, lê li dijî Îraqê û Îranê şer bikirina dê 30 sal berê dewlet bûna.
Rojbûna Mîrê Sebrê pîroz be.
Haya min jê heye, ew baş dizane ku ev pêvajo herî pir zirarê dide şexsê wî. Lê qet ji xwe re nake derd. Qet nakeve hewildan û hewla xwe bi civakê bide famkirin.
Armanca wî ji şexsiyeta wî mezintir e, dikare Apo jî xerc bike, ji bo wê serkeftinê.
Ev ne parastina siyaset û teqtîka 3 mehên dawî ye.
Ez bi xwe mixalîfê vê siyaset û teqtîkê bûm. Tevî ku armanc rast bû jî, kirin û awa şaş bû û zirar da ruhê netewî. Lê biryar ya hemû partiyên Kurdan bû. Biryara wan û hêzên navnetewî bû.
Heke DYE ji Rojava derneketa, ne DYE'yê dikaribû Rojava ji êrîşên Îranê bistrîne, ne Îsraîlê dikaribû.
Her çar dewletên dagirker jî dê herî pir Rojava bikirina armanc. Ne tenê Kurdan, dê DYE jî li Rojava gelek kuştî û birîndar bida.
Qet hewce nedikir. DYE karê xwe dizane.
Wekî berê jî min got, tu kes nikare Kurdan entegreyî dagirekran bike. Tramp jî nikare, Apo jî nikare. Ev dinya, ev cîhan, ev zeman ji bo tiştekî wiha êdî ne mimkûn e.
Cîhan êdî jinekê dahî mecbûrî mêrekî nahêle, loma tu kes ji bo tiştên bêyî dilê xwe ne mecbûrî tu kesî ye.
Şerê li hemberî Îrana dagirker hîn di roja 36'an de ye. Par dema vî şerî dest pê kir, min gotibû dê 45 rojan bidome, lê piştî 12 rojan hat rawestandin.
Karê Cîhana Rojava jî ne hêsan e, karê Cîhana Rojhilat (Îran, Ûrisya, Turkî, Çîn) jî ne hêsan e.
Ji bo gelek tiştan hîn zû ye.
Umarım ne demek istediğimi anlarsınız. Bu dünyanın lideri dahi bu sahada eninde sonunda karadaki tek örgütlü güce muhtaçtır. Siz de muhtaçsınız. Amerika'ya dahi göç etseniz bu değişmeyecek.
Hayat size eleştirilerinizde haklı olsanız bile akıllı olmayı, hesap yapmayı öğretecek.
Burada YNK, PDK, PYD yanlış politika ve taktiklerini eleştirebilme yeteneği kazanmış pek çok kişi kendini nirvanaya ulaşmış gibi görmeye başlamış, sarhoş gibi sadece kırıp dökmeye başlamış.
Ama Trump bile olsanız, onun kadar bu partileri aşağılayan biri olsanız yine mecbursunuz.
Yên YNK, PDK, PYD, PJAK, PAK, KOMAL û yên din nahecibînin, tên û li vir ji bo kirinên wan min û hemû Kurdan rexne dikin.
Ez jî bi qasî we van partiyan nahecibînim û nahevînim. Kurdistana ez xeyal dikim jî ne Kurdistanek di îqtîdara wan de ye.
Lê yên birêxistinkirî jî ew in.
Min lir tu caran siyaset û teqtîkên rojane yên Partî û Serokên Kurdan neperastiye, ez naparêzim.
Ev nayê wateya ku hemû şaş in. Lê ji bo şaş û rast tevlihev nebe û ji bo mafê we yê rexneyê zindî bimîne, ji bo asta we ya rexneyê nekeve, ez parastina tu kesî û tu tiştekî nakim.
Te DYE nas nekiriye. Te Israyîl nas nekiriye. Te Îngilîz nas nekiriye. Ev 1400 sal in tu bi felsefeya Îslamîst, ev 60 sal in jî tu bi felsefeya çepgirî (Marqsîst) mezin bûyî.
Loma tu fam nakî. Sibe dema ez ji te re bêjim "îcar lê binihêre", tu dê bêjî "hesabê we ne ev bû."
Saddam'in devrilmesinden "aşiretçi gruplar" diye aşağılanan YNK ve PDK önderlikleri bölgelerine gayet huzurlu, geçmiş ile karşılaştırılmayacak kadar demokrasi ve özgürlük getirdi.
Kürtler Bağdat'ın Camii ve pazar yerlerinde intihar saldırılarıyla uğraşsaydı Batı mı suçlanacaktı?
Di navbera DYE, Israyîl, YE û Îngilîstanê de serkêşiyek cuda tune. Wekî me di 2021'ê de gotiye, di navbera wan de berpirsiyariya herêmî û cîhanî heye. Erka kê li ku ye, belî ye. Me hemû nivîsîne.
Belkî hinek naxwazin qonfora xwe xira bikin. Lê ew jî ne girîng e.
4 dagirkerên me yên xwirt hebûn. Pêşî Sedam û Esed hilweşandin û dewletên wan wêran kirin.
Di wê navberê de em destek kirin. Halê me li Başûr û Rojava ji 20, 50, 100, 100 û 500 salên borî çêtir e.
Niha Îran tê hilweşandin û hêzek Kurdan a mezin li Başûr, Rojava û Rojhilat heye.
Qet meraq mekin!
"Xezeba Harûn" xwirt e û berdewam e. Hêzek bikaribe pêşiya wê bigire û asteng bike tune.
Hemû Partî û Serokên Kurdan jî dê %100 li gor rewşa nû pozîsyon û şîpa xwe nû bikin. Bi siyaseta rojane mexapin. Ew siyaset ji bêhêziya me ya civakî ye, ne ji xirabiya wan!