Rewanga Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku li eniya Dêr Hafir ya li rojavayê Helebê, di şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên "Fetih El Mubîn" yên girêdayî artêşa Tirk ya dagîrker de, efserekî hikumeta Şamê hatiye kuştin.
hiqûqnas û endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk a dagîrker û çeteyên wê Efrîn kiriye navenda hişbir û belavkirina nexweşiyan û eşkere kir ku dagîrkeran berê herikîna ava bendava Meydankê ber bi herêmên dagîrkirî ve guherandiye.
Çavkaniyan ji Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku çeteyên Tirkiyê 3 penaberên Sûriyeyê yên bi darê zorê ji Tirkiyeyê ber bi Girê Spî ve hatine şandin, dema xwe hewl didan xwe bigihînin herêmên Rêveberiya Xweser, li gundê Îyewe li nêzî rêya M4 bi guleyên birîndar bûn.
Hate zanîn ku li navçeya Kozanê ya girêdayî bajarê Edene yê Tirkiyeyê saet di 08.44’an de bi pileya 5,6 erd hejiya. Li gorî agahiyên Rasatxaneya Kandîlliyê, erdhej 3,7 kîlometre di binê erdê de çêbûye.
Li gorî Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan, duh hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dewriyeke leşkerî ligel otombîleke Hêzên Sûriya Demokratîk pêk anîn. Dewriye ji 4 wesayitên zirxî ji zeviya petrolê ya El-Umer dihatin, di çarçoveya gera xwe ya asayî ya li herêmê de cih girt.
Hate diyar kirin ku li navçeya Bêhiştî ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ciwanekî xelkê Sûriyê ji bo ku avjeniyê bike ket nav Çemê Firatê û xeniqî.
Desthilatdarên Tirk "bi zorê" dersînor kirin, penaber neçar kirin ku kaxezên bi helbesta "Vegera Xwebexş" li ser milyonek Sûrî îmze bikin, di heman demê de guh nedan hişyariyên li ser xetereyên li ser ewlehiya wan.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku çekdarên nenas ku li motorsîklêtê siwar bûbûn, bi çekên navîn û sivik navendeke Emin Dewle ya girêdayî hikumeta Şamê li bajarokê Zixîr Şamiye yê rojavayê Dêrazorê kir hedef. Li gor agahiyan ku di encamê de 2 leşker hatin kuştin.