Xwedîderketina li şehîd, xwedîderketina li nasnameya mirovî û civakî ye.
Xwedîderketina li şehîd, xwedîderketina li rûmet û şerefê ye. Şehîd çiraya riya mirovan e.
Şehîd pêşengê nemiriya me ye.
Ji ber vê yekê em dibêjin; şehîd namirin, şehîd namirin.
#şehîd_namirin
Ji Mehabadê heta Kobanê,
Ji Rojhilat heta Rojavayê,
#Argeş_Zagros (#Kawan_Elaf) ji wî nifşî bû ku sînorên destçêkirî yên dagirkerên Kurdistanê, nikarîbûn pêşî li hesta wî ya welatparêziyê bigirin.
#Mehabad#Kobanî
Ez ji helbestên ku di derenga şevê de ji dayik dibin,
hez dikim
Ji rêyên bêdawî
Ji evînên sêwî
Ji mirinên bêdeng
Ji bêhna barûtê
Çaxê ku lanet dibare ji asîmanan
Ji mîlîtanek di çembera agir de
Ku l��vên pênûsê sor dike
Çaxê ku pelên darê diweşin
Ez te hez dikim welato ji te...
Hevalê nemir #Nûrî_Yekta (#Cewad_Etarek); helbestvanê çek li mil û sembola berxwedanê. Piştî 9 sal zindan û êşkenceyên rejîmên Sûriye, Tirkiye û Îranê, peyvek negot û serî netewand. Vegeriya çiyayan û li 3 parçeyên Kurdistanê têkoşiya.
#Metîna#Nexede#Mehabad