Komara Îslamî ya sêdaran
Çi li sêdaran neda, ji xewnê heta helbestê û
Ji helbestê heta jinê û ji jinê heta nan,
Av û gul û kaniyan
Ya ku
Koma Îslamî ya sêdaran
Nikare bi tu awayî li sêdarê bide
Ayinde û azadî ye...
Komara Sêdare a Iranê îro 4 Kurd sêdare kir.
Bi minesebeta Salvegera Avakirina Komara Kurdistanê emê bi beşdarbûna Nûnerê PDK-Î yê Hewlerê Brêz Mihemed Salih Qadirî ser X'ê bernameyekê çêkin. Ji bo guhdarkirinê û ji bo pirsên xwe kerem bikin.
2- Berhemên Ehmedê Xanî ji ziman wêdetir manîfestoya neteweperweriyê ne û di avakirina nasnameyeke çandî de kedeke girîng didin. Ehmedê Xanî ne tenê helbestvan e, di heman demê de dengê miletekî ye.
1- Helbestên Ehmedê Xanî belgeyên bingehîn in ku mîrata çandî dewlemend dikin. Di van berheman de berxwedana çandî ya Xanî ku rehên neteweperestiya Kurd daniye, bi rengê wê yê herî pak nîşan dide.
"Benim idam edileceğimin kararı verilmiştir, ulusuma verdiğim söz ve peyman odur ki ulusumla birlikte yaşayacağım ve onun için öleceğim. Şimdi nasıl olur ki ulusuma verdiğim söz ve ettiğim yeminden vazgeçeyim!"
https://t.co/Ajh4a7DMZl
Di 78. salvegera damezrandina Komara Kurdistanê de em hemû kedkarên komarê bi rêzdarî bi bîr tînin. Helwesta Pêşewa Qazî Mihemed û berxwedana Nemir Mele Mistefa Barzanî wê rêberên me bin di têkoşîna dewletbûnê de.
Jîne ya 11 mehî bi êrîşên Dewleta Kujer a Îranê hate teror kirin. Em êrîşa li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar û nalet dikin. Divê kujerên vê bobelatê demildest bi qanûnên navnetewî bêne darizandin û hesab bidin Milletê Kurd.
📢AGAHDARÎ 📜
📌Di 17yê Berfanbarê de bi boneya Roja Alaya Rengîn em dê li Rihayê çalakîyekê lidarbixin. Miletê me yê netewperwer vexwendî ye.
⏲️Saet: 12:00
📍Navnîşan: Xana kar a Rihayê qata 3yan 325 hemberî şaredarîya kevn
Xwedîlêderketin ew e ku mirov li ser şopa wî bimeşe. An na tu maneya wê tuneye û bileks xisarê dide doza wî.
Îro mixabin xwedîlêderketinên Şêx Seîd Efendî wî dikin mijara pêkvejîyana bi qatilên wî re. Ew qas ji wî û doza wî dûr in.
Em li ser şopa wî û doza wî ya dewletbûnê ne.