☀️Toqên porê yên bi dîzayna taybet ên Kurdî; li gora nav, dîrok, û reng û qonsepta ku hûn dixwazin, taybet ji bo şexs tên dîzaynkirin û amadekirin.
❤️Hûn dikarin ji bo sîparîşa dîyarîyên Kurdî bi me re bikevin têkilîyê. ❤️
👇🏻👇🏻👇🏻👇🏻👇🏻👇🏻👇🏻👇🏻
https://t.co/7cr5KkZ52i
.
#kurd#kurdi
Yaw wekî çirokan tevdigerin ev min zêde hêrs dike. Tên li hevalê me dixin, êrişê hevalê me dikin pişt ra xeberan parve dikin didin nîşan wekî ku hevslê me êriş kirî ye.
Dîsa jî hêla kurdan da rastî nayê belavkirin. Divê ev heqîqet were zanîn ku hevalên me ji destê wan lêdan xwar.
📣📣Dîmenên girtina çar hevalên me li ser medya Tirkan wek êrîşekî li dijî polêsan hatiye behs kirin û dîmenên wê demê ji alîyê wan ve hatine kişandin!
Di dîmenan da dema ku polêsan êrîşê hevalên me kirine nekişandine!
Îro dê li dadgeha Amedê bên darizandin!
#kurd
#kurdistan
#vejin
Em piştgirîya hunermendên wiha hişmend û wêrek bikin, yek RTyek, yek şiroveyek, yek laykek jî ji bo wan hêz û motîvasyon e.
Van tiştan biçûk nebînin, hêza medya civakî piştguh nekin.
@Ferid__Azad Rabû Nemir Barzanî
Vejand rêbaza Xanî
Şikand derîyê dîrokê
Ta ku Kurdistan danî
Vejîne bi berxwedanê
Bi navê Xwedayê Kurdistanê
#vejin#Vejin
@PCSerbixwe Îhsan Nûrî li Agirî
Îro hê jî nevemirî
Qazîyê li Çarçiranî
Şêx Mehmûd li Silêmanî
Vejîne bi berxwedanê
Bi navê Xwedayê Kurdistanê
#vejin#Vejin
📢JI NEWROZA NETEWEPERWERÎYA KURDÎ Û KURDISTANÎ YA LI MALABADÊ
🔴Wê şevê li wê derê peyrewên Şahê Xanî, Şêxê Nehrî, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibirî, Seyîd Riza, Elîşêr Koçgirî, Dayîka Zerîfe, Şêx Hefîdê Silêmanî, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî, Celadet Bedirxan, Leyla Qasim û hê gelek navên din ên vê meşa dîrokî ya neteweyî hazir û amade bûn!
#Vejin
📢JI NEWROZA NETEWEPERWERÎYA KURDÎ Û KURDISTANÎ YA LI MALABADÊ
��Wê şevê li wê derê peyrewên Şahê Xanî, Şêxê Nehrî, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibirî, Seyîd Riza, Elîşêr Koçgirî, Dayîka Zerîfe, Şêx Hefîdê Silêmanî, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî, Celadet Bedirxan, Leyla Qasim û hê gelek navên din ên vê meşa dîrokî ya neteweyî hazir û amade bûn!
#Vejin
🔴VEJÎNA NETEWEYÎ germ û gurr dibe.
🔴Ahenga Newroza Neteweyî li Malabadê bi coşûxiroşeka mezin hat gerandin.
🔴Ev gîyan, gîyanê neteweperwerîya Kurdî û Kurdistanî ye.
🔴Bijî Kurdistan bimire koledar!
📢Platforma Ciwanên Serbixwe bû TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ!
🔴TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ 17ê Adarê (17.03.2026) li Amedê li meydana Mizgefta Mezin hate ragihandin.
🔴Kurtenavê tevgerê: VEJÎN
🔴Daxuyanîya ragihandinê:
BI NAVÊ XWEDAYÊ KURDISTANÊ
Silav û rêz û xoşewîstî
Îro vejîneka nû dest pê dike di dîroka Kurdistanê da. Îro ekoleka nû dest pê dike. Bingeha kevneşopeka nû tê danîn. Ev hişmendîya bilind a ku îro li vê derê amade ye ji kûrahîya dil û dîroka vî miletê bindest peyda bûye. Hewildana me ew e ku em wê îradeya pêşeng a neteweyî bi rêk bixin û rêbazeka nû bidine ber ber miletê xwe di doza neteweyî da!
Gîyanê vê serdemê û realîteya dîrokî-civakî ya Kurdistanê, doktrînekê li ser me ferz dike ku azadîxwaz be ji bo hemû cudahîyan û rizgarîxwaz be ji bo miletê Kurd. Êdî li Kurdistanê û Rojhilata Navîn ne bi Îslamîzma reel dibe û ne bi sekulerîzma reel dibe, divê ji her duyan jî were borandin. Êdî divê ji Îslama navend-Tirkî û navend-Erebî û navend-Farisî jî û ji sekulerîzma Kemalîzmê û Beisîzmê û hwd jî were borandin. Û hemd ji Xwedayê Kurdistanê ra ku me bi danîna rêbazeka irfanî û azadîxwaz û yeksanîxwaz ev yek pêk anî. Ev tevger, mala hemû Kurdistanîyan e; Îslamî jî û sekuler jî û hemû bîr û bawerîyên din jî dikarin bi nasnameyên xwe yên eşkere werine nava vê tevgerê. Li vê derê, ne tenê azadîya rojane, azadîya sîyasî-hiqûqî ya hemû alîyan tê naskirin; azadîya sîyasî-hiqûqî ya Îslamê jî û azadîya sîyasî-hiqûqî ya sekulerîzmê jî û hemû alîyên din jî. Ev projeya azadî û yeksanîyê ku çarerêya krîza Rojhilata Navîn e jî, heta îro bi dengekî bilind nehatîye ragihandin û bi rijdî parastina wê nehatîye kirin. Em totalîterîzm û despotîzm û jakobenîzma Îslamîzma reel û sekulerîzma reel red dikin. Îslameka ku tê da hemû mafên Kurdan nehatibin naskirin û azadîya dînên din û sekulerîzmê tê da nehatibe misogerkirin, ew Îslam li ba me bi tu awayî nayê qebûlkirin. Her wisa sekulerîzmeka ku tê da hemû mafên Kurdan nehatibin naskirin û azadîya Îslamê û dînên din tê da nehatibe misogerkirin, ew sekulerîzm jî li ba me bi tu awayî nayê qebûlkirin. Jixwe gîyanê vê serdemê jî di qada civakî-sîyasî da gîyanekî pluralîst e, kî şerî vî gîyanî bike dê bişikê.
Bihêztirîn çeka îdeolojîk a di destê serdestên Kurdistanê da dîn e, me ew çek jî êdî ji
wan sitand û berê vê çekê me da wan! Me gotara Îslamî hem di gel serdemê û hem di gel doza neteweyî ya miletê Kurd guncand. Êdî divê baş were zanîn ku doza neteweyî ya miletê Kurd îbadet e ji Xwedayê Kurdistanê ra. Xwedayê Kurdistanê helbet Xwedayê erd û asîmanan û hemû tiştên navbera wan e. Bi vî awayî me ew nakokîya sexte ji holê rakir ku di navbera Îslam û doza neteweyî ya miletê Kurd da, di navbera Xwedê û Kurdistanê da hatibû sazkirin. Me bingeheka bihêz û sîstematîk danî li dijî Îslamîzmên serdestan; divê Îslamîzma pêşeng-Tirkî û pêşeng-Erebî û pêşeng-Farisî ji Kurdistanê bicehimin biçin! Ev dekolonîzasyona gotara Îslamî ye li Kurdistanê. Piştî xwenasînê û hişmendîya dîrokî-civakî-sîyasî, qebûlkirina Îslameka din êdî ne mimkin e.
Îro li Kurdistanê helwesta herî birûmet û herî gerdûnî neteweperwerîya Kurdî û Kurdistanî ye. Ne tenê Kurd, divê hemû mirovên heqnas piştevanîya neteweperwerîya Kurdî û Kurdistanî bikin. Ev hem erkekî neteweyî ye, hem dînî ye û hem însanî ye. Êdî bayekî bihêz ê neteweperwerîyê dest pê kirîye li Kurdistanê. Bayekî wisa ye ku êdî tu kesek û tu hêzek nikare rê li ber bigire. Kîjan alî dijayetîya vî bayî bikin, ev ba dê wan bide ber xwe û bi erdê ve pehn bike û biçe. Êdî li Kurdistanê ji bilî rêbaza neteweperwerîya Kurdî û Kurdistanî dê tu rêbazeka din nikaribe bibe rêbaza serekî. Mafê dîyarkirina çarenûsa neteweyî prensîpeka bingehîn e. Divê miletê Kurd li ser axa xwe serwerîya xwe ya neteweyî pêk bîne. Ev mafekî gerdûnî ye ku îro li hemû cîhanê tê qebûlkirin. Îro hê jî mafê self determînasyonê pêwîstîyeka hiqûqa navneteweyî ye ji bo miletê Kurd. Hem hiqûqa îlahî û hem hiqûqa navneteweyî di gel miletê Kurd in. ⤵️