Tu neheq î.. Ne heqî dikî
Tu ne dadger î. Sûcdar î
Çima min didarizînî?
Te soza xwe bi cih ne anî
Te doza me bir û anî
Tu bêwefayî
Çi ji min dixwazî?
Min ji te xwar û qurpand jî
Ceza jî bixwim? Bêdad î
Te vê fermanê li ser me anî
Tune mafê te yê poşmanî
Miebed e. Bê dawî.
Parîkek nan li serê çîyan.
Şivan ser sifra guran.
Xwe têr dike li şîvan.
Berîk tije bi zêr û zîvan.
Me dixapîne bi lêborînan.
Keda wî serçava serseran.
Bila bi rêzdarî lê bibe xwedî.
Jênekê dara kalê me çandî.
Qîmeta dane wî nekê bin pî.
Xwe nefiroşê Bierzanî!