Ji ber hêviyên min şikestibû, ez soro moro bibûm û min jêre got: "Na, Bapîrê min ê delal! Te ji me re behsa keçikeke bi navê Cilê Kesk dikir. Ew di malekê de dijiya ku deriyekî wê jî tune bû. Xanî mîna hêkeke mezin bû û di nav daristaneke gur de bû..." Bapîrê min keniya û wiha bersiv da: "Derwêş Perîşan, dibe ku te vê di xewnê de dîtibe."
https://t.co/MGRyucXq9o
@dilawerzeraq Ballet dibe ku di temamkirinê hin probleman jiya be, lê dema tu bi awayekî giştî li lîstîkê binihêrî Ballet yek ji lîstîkvanê herî serketî ye. Di lîstîka yek bi yek da, alîkariya wî ya ji bo parastinê parastin û veşartina gogê û bi beza xwe dara pişta tîmê ye.
@EserKahramanX@Ameddigitale Kime göre neye göre ‘futbulun ruhu’ bir futbol yorumcusu nasıl böyle bir yorum yapabilir anlamak zor. Beğenmediğimiz birçok kural olabilir ancak mesele o değil. O beğenmediğimiz kuralları oynanmış oyundan bağımsız tartışabilirsin elbet bu herkesin hakkı.
"Dema ku ez 33 salî bûm (ew 66 salî bû), min qet texmîn nedikir ku ev yekîtî dê me bibe ku derê. Ew bû rêberê min, hevparê jiyanê û hevkarê min ê afirîner; Lê ew di heman demê de bû dêûbav û piştgirê min. Wî cîhana min a giyanî ji nû ve ava kir û ez kirim ev kesa jêhatî û ew kesê bi hevseng ku ez îro xwedî wê kesayetiyê me. Ew di jiyana min de kesê herî jêneveger bû û ez ê heta nefesa xwe ya dawî ji bîranîna wî re dilsoz bimînim. Ger hûn bipirsin ka tu çi hîs dikî; Ez gelek minetdarê wî me.
Dema ku hêza wî bi kalbûnê re kêm bû, ez lê bûm xweyî min ew xweyî. Di salên wî yên dawîn de, min hewl da ku wî bextewar bikim. Bi awayekî, rolên me guherîbûn: di destpêkê de ew mîna lênihêrîna min bû, her ku ew kal bû, ez bûm ya wî. Di sala 2006’an de, dema ew di ber sekeratê de bû, min soz da wî ku ez ê biyografiya wî binivîsim û di wê kêliyê de, min dît ku ew cara dawî dikene."
Bi Janet Biehl re Hilkişîna Ber Bi Ronahiyê Ve
https://t.co/WoF9puPHio
"Dema ku çapemeniya Ewropî wê bi etîketa oryantalîst bi nav kir û rastiyê berovajî kir, Leyla Bedirxan helwesta xwe qet neguherand. Dema keça wê ya tehfîlkirî (wawtîzkirî), di bin bandora ji wan îdiayên wekî “prensesa Ereb” ên di çapemeniyê de pirsek jê kiribû, wê bi zelalî bersiv dabû: “Ez ne Îranî û ne jî Ereb im, ez Kurd im.”
Ew qas. Sê peyv. Lê gotina van her sê peyvan di wan salan de, wekî kesekî ku ji wê erdnîgariyê hatiye, li nîva Ewropayê… Divê ev wekî çalakiyek were fahmkirin, ne wekî daxuyaniyekê. Û Leylayê tenê carekê negot. Wê di her hevpeyvînê de, di her bernameya dansê de, di her reklamê de dubare kir. Di her bernameyên dansê de ” Prensesa Kurd Leyla Bedirxan ” da nivîsandin."
Siyabend R. Bayat nivîsî. 🖊️
#Kurdish #MuzîkaKurdî #Ereb #Îran #Muzîk #Kurd
https://t.co/tcOMnzDGFl
“4971 stranên Kurdî kirine Tirkî.”
Bîrnewa Beşa 2 - Di Muzîka Kurdî De Wêje
Veysî Varlı, di vê gotûbêjê de balê dikişîne ser pirsgirêka guherandina gotin û xwedîderketina berhemên Kurdî.
“Muzîk tenê aheng nîne. Gotin û bîr gelan e.”
Heke gotin winda bibin, beşek ji bîra civakê jî winda dibe.
#MuzîkaKurdî #VeysîVarlı #Kurdî
https://t.co/DQ8tuCFyTH
"Gava mirovek di zimanê xwe de kêm dibe, ew nikare bi zimanê kesekî din temam bibe. Ew bi çi peyvê biaxive jî, her tim di hundirê wê de hebûnek heye ku şîna zimanekî din digire. Ji ber vê yekê valahiya di Valahiyê de ne tunebûneke hêsan e; ew refleksa dengekî ye ku hatiye çewisandin, paşxistin û vegera wê dereng maye.
Eger em gotina Heidegger a “Ziman mala hebûnê ye” berevajî piştrast bikin: Dema xanî tê hilweşandin, hebûn jî diterpile. Eger Valahî zimanê zikmakî bike pirsgirêk, ev tê wê wateyê ku ew niha hebûna kolektîf a ku di dîrokê de hatiye çewisandin diparêze."
https://t.co/FUKRyPRPZO
"Zarokên dibistanê yên Sineyê tu carî fêrî xwendina navên xwe nebûn. Ne li ser kaxezê, ne di pirtûkên dersê de, ne jî di ti belgeyeke ku ji aliyê dewleta wan bi rê ve dibe ve ne hatiye amadekirin. Kurdî bi dehan salan ji hawîrdora xwendingehên Îranê hatibû dûrxistin; ne bi rasthatinî, di encama polîtîkayeke zanebûnî de. Çalakvanê çepgir ê Kurd Şiwan Weysî (Shoan Vaisi), wekî kesekî ku xwedî paşxaneyeke dûr û dirêj a rêxistinkirina siyasî ye, tam jî ji vir dest bi analîza xwe dike: ne bi vegotinên mezin ên li ser şoreşê, lê bi jêbirina bêdeng û sîstematîk a zimanekî zikmakî."
https://t.co/DAnPKCHTae
@BerzoBerbang Ben de Türk olarak doğsam hiç gocunmadan, sıkılmadan, utanmadan Türk kökenli KURD derdim kendime. Kürtlük bir üst kimliktir Anadolu, Irak, Suriye ve İran’ı kapsar 🤣
"Pirsgirêka ziman bi gelemperî bi polîtîkayên dewletê, pergalên perwerdehiyê an jî bi rêziknameyên qanûnî tê nîqaşkirin. Lê belê, ziman qadeke civakî ye ku newekhevî tê de têne hilberandin û ji nû ve têne belavkirin. Xala herî girîng a vê qadê malbat e. Ji ber ku cihê ku ziman herî zêde û bi berdewamî lê tê ceribandin, ne di saziyên dewletê de ne, di jiyana rojane de ye. Ji ber vê sedemê, mayîn, lawazbûn û ji nû ve avakirina zimanekî bi piranî di nav vê tora têkiliyên rojane de pêk tê."
Ronayî Onen û Cemîl Guneş nivîsîn. 🖊️
https://t.co/TfhStQKyZm
"Digel wê jî, rewşenbîrî/entelektuelî ya kevneşopî ya li ser axaftin û nivîskarîya bi zimanê Kurdî, ji qonaxa klasîk heta bi qonaxa entelektuelîya li Stenbolê û ji wir heta bi qonaxa Hawarê û heta bi qonaxa salên 1970’yî jî, bi giranî û zêdetir li ser zimanê Kurdî dimîne û di neynika entelektuelîya zimanê Kurdî de wekî kirdeyekê cî dide xwe. Piştî salên 1970’yî, bandora gerdûnîbûnê li nivîskar û xwendeyên kurdan jî dike û digel kartêkên asîmîlasyonê, li bakur, xwendeyên kurdan, wekî “rewşenbîrên organîk”(3), dest pê dikin, li ser pirsgirêkan û li ser çareserîya wan a siyasî, bi zimanê Tirkî xîtabî gel dikin û li ser wî zimanî pêwendî bi gel re datînin."
https://t.co/HS57xeV30p
"Wateya kurdbûnê ev e: agirekî di dilê xwe de vêxe, ji çiyayên kevnar re sond bixwe. Kurdbûn tê wateya israrkirin, bîranîn û xwebûn, tevî îdiayên israrên cîhanê yên li dijî vê yekê. Kurdbûn tê wateya pratîkkirina xwebûnê, israrkirina li ser xwebûnê, her dem."
https://t.co/6FMqAhVOXh
@muratkamed Ev panik, qîregij ji bo çi ye gelo? Nebe şampiyon ma dê dinya xira bibe? Di serdema yekem de dema hin hevalan rexne dikir, te di nivîseke xwe de, wan wekî “kaosçî” bi nav kiribû. Ma niha heman tiştê tu nakî gelo? Min wê demê ew niha jî te rexne dikim.