@SilemanCevik@nubihar Li gorî rewşa anihayî Nûbihar cewherek e di pêvajoya berdewamîya zimanê kurdî da. Divê hertim berdest û amade be.
Siheta we xweş be 🌹🌹
@kamiran_eli @SemyaniPerizade Belê, cihê serbilindîyê ye, ji ber tevî ku ji civateke bindest tê; çi fîzîkî û çi derûnî, ev rindika han bi awayekî azad tev digere.
Tenê dixwazin bizanim, kê ji te ra gotîye ku milet yekreng in?! Milet gulistan in, û bi rengînîya xwe xweşik in. Û xanima han kulîlkeke bedew e. ❤️
@kamiran_eli @SemyaniPerizade Têkilîya vî rengî û mafên kurdan çi ye?
Û ma mafên kurdan ji mafên mirovan cuda ne?
Û ma ne ji mafê mirovan e, ku cilên li gorî dilê xwe li xwe bikin?
Û na, bila karê xwe dûrî me neke! Ew ji me ye, û rêz û hurmet ji fikr û ramanên wê ra!
Li ser biryara Walîyê, lîjneyên Qayimqamîya Kerkûkê dest bi kuştina kuçikan kirine. Di nava çend rojan de bi sedan kuçik hatine kuştin. Polîsek dibêje: Tenê di rojekê de min 25 kuçik kuştin.
Ev biryar û kiryar ku her tim dubare dibe, hovîtîyek mezine û divê were bidawîkirin.
4ê Gulana 2010 rojnamevan Serdeşt Osman li ber zanîngeha Selahedînê li Hewlêrê hat revandin,piştî du rojan termê wî li Mûsilê hat dîtin.Serdeşt ji ber rexnegiriya xwe li dijî Hikûmetê û PDK’ê,bi taybet nivîsandina gotara “Ez aşiqê keçika Barzanî me” gefên kuştinê lê hatibû kirin.
Piranîya kurdan daxwaza serxwebûnê kir dema referandûmê, bi navê kê ew dibêje Hewlêr,Silêmanî, Kerkûk bajarên îraqî ne.Gotina "ez her tim gilîyê xwe dikim ku erebî baş nizanim" dide zanîn ku em di bin destên totalîterekî da dijîn. Serok berdevk in û divê ji berdevkîyê dernekevin.
Ta niha em ji sîyaseta malbatî derneketine. Têgehên bira, bav, dê hîn di devê sîyasetmedarên me da ne. Welatên ewropî ji xwe ra yekîtîyeke bêhempa ava kirin, û ti kesî ji ti kesî ra negot bira ta îro.
Nêçîrvan Barzanî ji kenalê Alsharqiya re:
Kerkûk bajareke Îraqî ye, Silêmanî û Hewlêr jî bajarên Îraqî ne. Ez her tim gilîyê xwe dikim ku Erebî baş nizanim. Her tim amojgarîya zarokên xwe û ciwanên Kurd dikim ku Erebî hîn bibin. Mela Mistefa her tim digot Kurd û Ereb bira ne.
Li herêma Kurdistanê lîjneyek girêdayî wezareta karûbarên olî bi navê “Lîjneya dîtina heyvê” heye.
Karê vê lîjneyê ewe berî meha Remezanê bi vî awayî li heyvê binere û roja yekem a meha Remezanê diyar bike. :)
Tu xwedî #Erd, #Petrol, #Genim, Ceh, û hwd. bî. Raserî van hemîyan jî, xwedî angaşta avakirina welatekî #azad bî; lê dîsa bi #kujer û #şkencekarê mirovahîyê ra tê kevî bazarganîyê!! Bazarganîyeke wisa tenê di navbera #mafxwer û #xeyalfiroşan da çêdibe.
https://t.co/l47rZBlypL
Rexneyan li hikûmeta herêmê dike û karûbarê wê neserkeftî dibîne. Heta vir tu pirsgirêk têde nînin, lê camêr termînolojiya siyasî ji nû ve dihûne û lawaziya hikûmetê bi zayenda mê ve girê dide. Li gora wî hikûmet mê ye, jinane ye û ji ber vê jî ne serkeftî ye.