@AbdulkadirBingl Tiştê ji qûna wî /wê hat kir. Ezbenî li qisûra min nenêrîn. Biwêj û gotinên pêşîyan nayên sansûr kirin. Ji ber wê yekê min sansûr nekir.
@AbdulkadirBingl Not : Em dikarin vî tiştî jî bibêjin : Gava mela ve'zan dikin peyvên Erebî wek eslê xwe bikar tînin. Lewra "Guhertina herfan heram e". Em dikarin weke istisnayeke vî tiştî qebûl bikin. Tenê di sohbetên olî de. Ve'z, xudbe, fetwa...
@AbdulkadirBingl 2/2. Serenav jî tên guhertin em nabêjin İstanbul em dibêjin Stembol, em nabêjin Konya em dibêjin Qonya, em nabêjin Adana em dibêjin Edena. Em nabêjin Mûhammed em dibêjin Mihemed, em nabêjin Abdullah em dibêjin Evdila.
@AbdulkadirBingl Ezbenî peyvika bêcir nabe "ahlaksız". Bêcir dibe "huysuz". Exlaq bi Erebî ye. Derbasî gelek zimanan bûye. Ne hewce ye em navekî din lê kin. Bê exlaq, bê exlaq e.