Li vir, di berfê de, nemîne..!
Tola berfê, bi şûrên berfê, ji berfê hilîne..!
Berê xwe bide xweliya Rojavayê,
Û bajarên xelke, li pey xwe, bi agirê berfê, bişewitîne..!
Vê sibehê
Li bin baranê;
Barana ku ji tiliyên te,
Bi ser hinarkên Qamişlokê de dibariya..
Vê sibehê...,
Bîna seferê
Bîna berfên dûr
Bîna êŝên dûr
Bîna xewrevînên dûr
Bîna hevalên dûr
Û bîna bêrîkirinê ji axa dilê te difûriya..
Li wir bimîne..!
Wek ku tu welatê min bî,
Navê xwe û keskesorekê
Li ser keviya rihê min
bineqişîne..!
Li wir bimîne..!
Wek ku tu Ey Reqîba min bî,
Ji dilê min re,
Bi zimanê azadiyê
sirûda aşiqan bixwîne..!
Li wir bimîne!!
Weke ku tu sirûda birîna min bî,
Weke ku tu tofana girîna min bî,
Bi çavên dilê xwe li pêlvedana sînga min binêre!
Û rihê min, di nav agirê destên xwe de, wek ku pinpinîkek be, bisotîne!!
Vê êvarê
Çavên we ne li vir in
daku rêçên vegerê bişopînim
Zimanê we ne li vir e
da ku nameyeke eşqê ji Rojavayê re binivîsînim..!
Destên we ne li vir in
da ku silavekê ji goristanên şehîdan re bişînim
Û dilên we jî ne li vir in
Da ku li xwe bigerim û careke din jî xwe bibînim
Li wir bimîne..!!
Bi wan awirên xwe yên tijî keskesor,
Çemê bêrîkirinê ber bi min ve biherikîne..!!
Êşek ji min re
Ava heyatê ji te re
Û stirana dawîn a evînê
Li ser keviya dilê min,
Bi tovên kenê xwe biçîne..!!
Li wir bimîne..!
Serê xwe hetahetayê
Ji ser milê min nelivîne..!
Mirinê, weku tinaziyekê, ji mirina min bitirsîne..!
Serê xwe li ser milê min bihêle
Û bila ewrê çavê min
Barana bêrîkirinê bibarîne..!
Vê êvarê,
Li çavên we dinêrim,
Çemê rondikan ji dilê min diherike..!
Li kenê we dinêrim,
Karwanê azadiyê di ser laşê min re dibuhure..!
Û dema li bêrîkirina xwe dinêrim,
Wek ku rêça ebedî ya seferê ez bim
Bi ser êşa xwe de dikevim..!
BO ANA...!!
Bila çavên min ji te re bin
De têra xwe li pey min bigirî..!
Bila destên min ji te re bin
De têra xwe xatir ji min bixwaze..!
Bila dilê min ji te re be
De têra xwe ji hezkirina min hez bike..!
Û
Bila rihê min jî ji te re be
De têra xwe jiyanê bi min şîrîn bike..!
Li wir bimîne..!
Bi awirên xwe
Tovên jiyanê di dilê min de biçîne..!
Li wir bimîne..!
Bikene!!
Bila gula bêrîkirinê
Li ser lêvên te bijene..
Govenda min û xwe li ber agirê Newrozê bigerîne..!!
Û min
Ji destê qederê
Ber bi himbêza xwe ve birevîne..!!