Şêx muhemed nûrllahê cizîrî lidor hatna serwerê mirovayetî hezretî muhemed(slav lê bin) husa di bêjît:
Bendek rabû li dnê
Dil tev çi zû diketnê
Go zulm û nezanînê:
Bese li chê xwe rûnê!
Bharê tev kulîlk da
Ji rayê hişk terha zîl da
Çiku reḥma te baran e tijî kir erd û esman e
Ji bo derdê me derman e dinalim ez ji kovanî
Gunahê min pur in mislê turab û seng û hem remlê
Îlahî l‟min neke ḥemlê giran ta bikme fîġanî
Mela Sîraceddînê Xelîlî
Tu ji bonay hatiyî bo wî Qelem!
Tu ji işqa wî binivsîn dem bi dem
Işq û mihbetê Qelemê şeq dikir
Hat li ser lewha nivîsanê dikir
Ji ewilê nivsandina wê digot:
Ey Muhemmed te dilê min pir disot!
Mele Zahidê Diyarbekrî
Demê ku dunya pişta xwe di dete bi xem nekeve, çunkî her tiştekê pişta xwe bidit te, te fêrî hindê diketin ku ew tişte demkîye.
Şêx 'ebdulqadrê geylanî
Heft mfayên berêxwendana esmanî li dev îmamê xezalî:
1. Hizrên xirab jnav dibet.
2. Weswesê kêm diket.
3. Xudê li bîra me dînît.
4. Bo reşbînîyê başe.
5. Xem û kovana kêm diket.
6. Tris û wehemê ji nav dibet.
7. Meznahîya xudê di nava dlî da belav diket.
Tu wî behra ku durr tê da
Tu wî xizna ku zêr tê da
Tu wî ‘eyna perde pê da
Tim û daîm dibê zêde
Were Qur’an were Qur’an
Bikin qurban te rûh û can
MELA EHMEDÊ ZINAREXÎ