Şox û şenga ku min dî Çav xezala bi kedî Kofî xwara Serhedî Kûde çû kes wê nedî Gelo bê ka ew kî bû Nebê yeke Botî bû Yan yeke Amedî bû Yan jî ewBatmanî bû Na wella Serhedî bû/ Bi xwedê Serhedî bû/ erê wella Serhedî bû…
Hunermenda dansê Leyla Bedirxan nêzîkî 100 sal berê hatiye Swêdê û li Stockholmê derketiye pêşiya swêdiyan (1925). Nivîseke min li ser vê mijarê ye: "Leyla Bedirxan li Stockholmê" (Toplumsal Tarih Dergisi, Temmuz 2015, nr 259). Kopyak ji arşîva bianetê:
https://t.co/hVuyhounX4
Serekê Radyoya Rewanê Xelîlê Çaçan Mûradov tam berî 100-salî hatiye dinê (1924–1981). Di salvegera bûyîna wî de em wî bi vê çarina jêrîn ya Fêrîkê Ûsiv bi rêzdarî bi bîr tînin: "Ev Xelîlê Çaçane li vir/ Pal daye bê deng û hes/Yê ku belayî dinê dikir/Kêlm û kilam, deng û bes"
Di kilama "Dêre Sorê Piçûkê" ya Zadîna Şekir de peyva dêre ev bi salan e pir caran wek "dêra sorê" şaş tê gotin û nivîsîn. Peyva dêre li Serhedê bo kincên jina (fîstan, entarî) tê bi kar anîn. Lê belê dema "Dêra Sorê" tê gotin û nivîsîn wê demê wateya wê dibe: Dêra (Kilîsa) sorê!
Nivîsek di derbarê temsîlkarên dîplomatîk yên hin welatên biyanî ku di destpêka sedsala 20an de li paytextê Swêdê, Stockholmê kar kirine. Li aliyê rastê Şerîf Paşayê Kurd û jina wî Emîne Xanim (Dagens Nyheter, 31-5-1908). Piştî demeke kurt êdî Şerîf Paşa ji Swêdê bar dike.
Şeva Yelda (çille), şeva şedîd bûna Simko şikak e û di heman demê de şeva li dayîk bûna Dr. Qasimlû ye!
Karvanê xebatê qe tu car nasekin e.
Em bi miliyonan e û em ê her hebin.
#Smiko_Şikak#Dr_Qasimlû