Kurd neteweyeke qedîm û qewî ye, bi hezê û hêzê navê xwe vekolaye li dîrokê. Em bi vê hebûnê li ser piyan in, bi hêza hezê li hemberî we ne. Silavên germ li we bin Kurdistaniyên hêja.
Îsal ji bo me Kurdan, di warê rewşenbîrî û zanyariyê de salek e bêyom e. Mixabin îsal me gelek rewşenbîr û rêzanên welatê xwe ji dest dan, yek ji wan jî endezyarê mezin ê neftê, rêzdar Nadir Nadirov bû. Mixabin cihê kesî ji wan nayê tijîkirin û her yek stûneke Kurdewariyê ye +
Doh tu bi "Kanê"yan li dîrokê digeriyayî, îro em bi saya xwedîlêderketina te ya zimanê Kurdî û loma dîrokê her cara "Kanê"yekê digerin rastî te tên. Loma ye dê tu dilê her Kurdekî tim bijî!
Rojbûna te pîroz be Mîrê zimanê Kurdî 🎉🌺🌼
https://t.co/QRrsIO9JSB
Ji we teva re slav hevalno. Ji kerema xwe re hun dikarin bibin endamê rûpela mina YouTube ê. Ku we ji stranan hez kir, parve bikin 🙏🙏🙏
https://t.co/wfPs2vDLsg
Ji bo vî vîdeoyê jî gelek spas dikim ji @HezaKurd re.
Ev demekê dirêj e em li ser hin tiştên nû dixebitin loma me hûn ji karên xwe yên ewil jî bêpar hiştin. Lê ji me bawer bin, em ê rengekî nû li pêşberî we bibin.
Heya wê demê keremkin: Evdilayê Goyî - Hey Yarê
https://t.co/cbTZJiDatP
Loma ji bo em bikaribin xwe bigihînin xwebûneke li ser hebûna nasnameya xwe hatî afirandin, divê em xwedî li zimanê xwe derbikevin!
Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanê li me Kurdan û Kurdiya me ya pîroz pîroz be!
#21êSibatêRojaZimanêZikmakî
Xwebûna mirovan li ser Hebûna zimanê zikmakî ye!
Yên serdest xwedî hebûneke zordar in û bi vê zordariya xwe dibine xwedî xwebûnekê!
Lê yên bindest, di bin zordariya hebûna serdestên xwe de, nikarin bibine xwedî hebûn û xwebûneke xweserî xwe! +
#21êSibatêRojaZimanêZikmakî
Ji bo bindest bikaribin bibin xwediyê hebûna xwe, divê bibin xwediyê zimanê xwe.
Çimkî bindest tenê bi zimanê xwe dikarin li hemberî zordariya hebûna serdestên xwe têbikoşin! +
#21êSibatêRojaZimanêZikmakî
Salvegera damezrandina Komara Kurdistanê ya 75an pîroz be!
Temenê wê kurt bû lê hebûna wê ji bo Ala Kurdayetiyê gelek bû!
Wekî mezin dibêjin: Xwedê emrê wê jî bide yên mayî, bide Kurdistana Serbixwe, Kurdistana Mezin!
Aferîn Qazî, sed aferîn!
Pêşewayê nemir Qazî Mihemed, rêdanê me yê neteweyî, xwestina wî ji me li her qadê de bilindkirina ala serxwebûna me bû... Em ê jî qasê ji destê me tê, em ê di wê rêya pîroz de bimeşin...
Bi hurmet û hezkirineke mezin te bibîr tînin...
Hûnermend û dostê me yê hêja @SeyidxanSevinc bi straneke nû li pêşberî me guhdaran e.
Wî dîsa berê xwe daye kaniya helbestên klasîk û vê carê meyê ji Melayê Cizîrî pêşkêşî me dike...
Keremkin guhdarên Kurd, bila guhên we li Kurdiya serbilind bin!
https://t.co/AC3Kzp4tZz