Ocalan li bara dewletê komunparêz e, ji sosyalîzma dewletî zêdetir tercîha xwe li sosyalîzma civakî dike û azadiya heqîqî ya civaka xwe û gelên din di vê de dibîne. Ha, ev bi we rast nayê? Bila her kes li rêka xwe bimeşe.
Emerîka dema ku li DAIS'ê xist çepgiriya Tirk DAIS'î bû, dema ku Israel li Îranê dixe çepgiriya Tirk Êranperest e, dema ku li Hîzbila xist Hîzbelayî ye.
Çepgiriya Tirk hîzîtî ye!
Rojhilata Navîn ji alî du modernîteyan ve ber bi demokratîkbûnê ve tê tehfdan; ji alî modernîteya demokratîk a bi pêşengiya Kurdan û ji alî modernîteya kapîtalîst a bi pêşengiya Israelê ve
Ew "şiîr", ew "roman" êdî şiîra me ya herî berz û bala, romana me ya herî epîk e, ku bûne rih û xislet, hiş û hîsa civaka me ya dîrokî. Ew şiîr û roman haveynê me yê 50 salî ye, ku 5 hezar salan wê me bibe. Tevgera Azadî em in, tu yî, li devereke dî em lê negerin, Ew em bixwe ne!
Ji mêj ve ye ku Tevgera Azadî ji kirasê teng ê rêxistiniyê derketiye û bûye jiyan, rabûn û rûniştineke civakî. Welatparêzekî Kurd li kûderê be Tevgera Azadî li wir e û ew temsîla wê dike. Ew rihek e ku li ser her bihosta Kurdistanê digere, diaxive, têdikoşe, distre, dijî
Lê aliyê dewletê bi kompleksa dewletî xwe weke xurt, bihêz nîşan dide lê ne xwe jê bêhtir aliyê Kurd weke hewce ǔ mecbûrî vê pêvajoyê nîşan dide lê di rastiyê de yê hewce û mecbûrî vê pêvajoyê dewlet bixwe ye,ku wan bi xwe got, ji ber şertên herêmê û dinyayê ew ketine rêyeke wiha
Banga pêşî ya ji bo pêvajoyê ji kê hat? Ji aliyekî dewletê. Ev çi nîşan dide? Ya pêşî; ev aliyê dewletê yê ku bang kirî, bi taktîkî an jî bi stratejîk xwe hewceyî hêza Kurd dibîne ku pê re têkilî deyne. Yanî li vir aliyê hewceyê vê pêvajoyê ev aliyê dewletê ye, ne aliyê Kurd
Tevgera Azadî ne 4-5 hezar şervan in, tevgera gel e. Hişmendî, hîsek e ku di hiş û dilê 30 milyon kesî de ye. Ew çandek e, hunerek e, bawerî û îradeyek e ne tenê li çiyan, li gund û bajaran, li mektep û nexweşxanayan, li komele û mizgeftan e, li xwaringeh, kuçe û kolan e
Bi destwerdana şêx û melayan bikaranîna peyva "mak"ê ya bi maneya "dayik"ê tenê ji bo heywanan hate danîn lê beriya vê destwerdana paşverû "mak" rasterast ji bo mirovan dihate bikaranîn û divê em bi kar bînin jî, her wiha eynî tişt tanîn ser peyva "zayin"ê ya bedew jî
Zimanê xerîb destpêkê li ber mirov weke mijeke tîr e, her ku mirov bi nav de diçe mij xwe ji ber mirov dide alî û dinyaya ku bi ser de girtî şanî mirov dide
Dor li me hatiye pêçan. Li me ferz dikin ku em ji celadan yekî jê hilbijêrin.
Gelo rêyek nîne ku ev du celad bi hev bikevin, celadek ji van bimire, yek nîvkuştî bibe û celadê nîvkuştî mayî em bikujin