Kînem em kîne kîne? Şervanên YPG êne!
Efrîn warê Arîn Mîrkanê ye paşve çûn windakirin tune!!
Bi tenê u tenê berxwedan , bi wê berxwedanê jî serkeftin heye!
Bijî Kurd û Kurdistan!
Ey Kurdistan
Ey xwîn
Serê hespê xwe berdaye bi çargavan tê Selaheddîn
Di şerrê te de Mem’ î şûrê destê xwe ji xwe re kiriye Zîn
Me ji çermê xwe yê çirriyayî ji te re çêkiriye Ala Rengîn
Nebî nebî ji bo mirina me megirî û meke şîn
Mirina ji bo te şêrîn
Ey Kurdistan
Ey kew
Ka bêje çawa diherrime xew?
Kengî ji bo azadiyê xwîn dibe dew?
Bes tu megirî hew
Bijî bedew bedew
Ji te re her der bela ye lew
Were bilûse li ser gurzê Kawayê qelew
Kawa û kew
Wekîdin her tişt derew