Em êrişên hovane yên Dewleta Îranê yên li ser pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê û her wisa hemû êrişên wan ên nemirovane yên li ser Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!
#Pêşmerge#Kurdistan#Îran
📢Dersên Kurmancî dest pê dikin!
🔴Asta Destpêkê
🔴Kesên dixwazin beşdar bibin dikarin bi lînka me belavkirî, beşdarî koma dersan bibin!
#kurdî#kurmancî#kurd#kurdistan
➡️Lînka koma têlegramê: https://t.co/iSbf35NHhU
Agahdarî
Hevalê me Ferîd Azad di encama mehkemeyê de cezayê girtina li malê danê!
Dema ku ji dadgehê digel sê hevalên me yên din derketin li derê dadgehê dê vîdeo bigirtaban ji bo agahdarîyê lê polêsan nehiştine û êrîşê hevalên me kirine û wan darb kirine birine qereqolê carek din jî!
Niha her çar hevalên me li qereqolê ne ji bo îfadeyê!
Ferqa Rehmî Koç û Abdullah Ocelan nîne
Herdu yan jî êrişî jina Kurd kirîye ew dijberiya kû derheqê Koç de tê nişandan divê li Ocalan bête kirinê lewra Ocelan tiştên kirêtir çepeltir behsa jina Kurd dike lê kes ne wêre behsa Qatila Kurdan bike.
Mafê herî xwezayî yê mirovekî ye ku li ser axa xwe bi zimanê xwe biaxive û red bike ku bibe leşkerê pergala ku wî tune dihesibîne. Helwesta pîroz a Ferîd Azad li hemberî zextên leşkerî, nîşaneya vîn û cesaretê ye. Piştgirîkirina Ferîd Azad, parastina rûmet û xîretê ye.
📢AGAHDARÎYEKA GIRING
Li gor hinek tiştên hatine ber guhê me û ber destê me, wisa xuya dike ku hinek kesan li ser navê PCSê ji bo xwe pere berhev kirine.
Ji bo ku em meseleyê baştir fêm bikin pêwîstî bi hinek tiştên din jî heye. Heta îro her kesekî ku bi rêya hinekan piştgirîya PCSê kiribe, ji kerema xwe bila ji rûpela me ra peyamekê bişîne.
Her wisa ji niha û pê da êdî kî bixweze di warê aborî da piştgirîya vê tevgerê bike, bila bi rêya tu kesekî vê yekê neke, yekser peyamekê ji rûpela me ra bişîne û pêwendîyê bi me bike. Û divê tu kesek bêyî me, li ser navê me alîkarîyan berhev neke. Cihê mixabinîyê ye ku li ser navê piştgirîyê tiştên qirêj têne kirin, ji ber hindê me xwest em raya giştî agahdar bikin.
Têbînî: Piştgirîya aborî ya ji bo Newroza borî li derveyî vê mijarê ye, em behsa tiştên berîya wê dikin.
📢MANÎFESTOYA VEJÎNÊ📢
🔴Bi Kurmancî
🔴Bi Zazakî
🔴Bi Tirkî
📌Manîfesto bi şêwaza PDFê di kenala Vejînê ya têlegramê da di peyama sabitkirî da ye!
📌Lînka kenalê li jêrê ye!
⤵️⤵️⤵️
https://t.co/px495III6l
Em peyamberê sedsala bîstem ê irfana qedîm a Kurdistanê di salvegera wefata wî da bi bîr tînin!
Bedî'ê zemanê xwe, xerîbê zemanê xwe, mixalifê zemanê xwe!
23ê Adarê bi gotina wî; ji bo wî roja Newrozê bû yanî roja vejînê bû.
Û dîsa bi gotina wî; dibistana wî ya perwerdeyê jî çîyayên bilind ên Kurdistanê bûn ku meydana azadîya mitleq bûn.
Xwedê rehma xwe lê bike û bi behişta xwe şa bike.
📢PEYAMA ME YA LI NEWROZA NETEWEYÎ LI FARQÎN/MALABADÊ
🔴Peyama Neteweperwerîya Kurdî û Kurdistanî!
🔴"Êdî bi tu awayî nikarin me bi kirasekî dînî û çîrokên demokratîk jî bixapînin; eger bêjin Îslam, Îslama Kurdistanî heye li dijî Îslama kolonyalîst; eger bêjin sosyalîzm, sosyalîzma Kurdistanî heye li dijî sosyalîzma kolonyalîst; eger bêjin lîberalîzm, lîberalîzma Kurdistanî heye li dijî lîberalîzma kolonyalîst, eger bêjin demokrasî, demokrasîya Kurdistanî heye li dijî demokrasîya kolonyalîst! Yanî hûn êdî ji nava serê xwe heta binê pê xwe tazî û rût in, kirasekî ku hûn sextekarîya xwe pê binixumînin nemaye."
#Vejin
📢JI NEWROZA NETEWEPERWERÎYA KURDÎ Û KURDISTANÎ YA LI MALABADÊ
🔴Wê şevê li wê derê peyrewên Şahê Xanî, Şêxê Nehrî, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibirî, Seyîd Riza, Elîşêr Koçgirî, Dayîka Zerîfe, Şêx Hefîdê Silêmanî, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî, Celadet Bedirxan, Leyla Qasim û hê gelek navên din ên vê meşa dîrokî ya neteweyî hazir û amade bûn!
#Vejin
📢JI NEWROZA NETEWEPERWERÎYA KURDÎ Û KURDISTANÎ YA LI MALABADÊ
🔴Wê şevê li wê derê peyrewên Şahê Xanî, Şêxê Nehrî, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibirî, Seyîd Riza, Elîşêr Koçgirî, Dayîka Zerîfe, Şêx Hefîdê Silêmanî, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî, Celadet Bedirxan, Leyla Qasim û hê gelek navên din ên vê meşa dîrokî ya neteweyî hazir û amade bûn!
#Vejin