FERHENGA TÊGIHÊN DERÛNNASIYÊ
Kurdî – îngilîzî – tirkî
Îngilîzî – kurdî – tirkî
Tirkî – kurdî – îngilîzî
Amadekar:
Abdulsıttar Özmen
Siyabend Aslan
Abdulsamet Doğan
Gülperi Gündüz
Leyla Turhan
Azad Dildar
DERKET!
Ziman hafizeya kolektîf a neteweyekê ye. Her zanist gava bixwaze di nav civakekê de şîn bibe, divê berî her tiştî zimanê xwe ava bike. Derûnnasî, wekî zanisteke ku rasterast bi hest, raman û tevgerên mirov re têkildar e, bêyî zimanekî xurt û standard nikare bi pêş bikeve. Ev berhema li ber destê we, encama deh salan a lêkolîn û tecribeya kovara Psychology Kurdî ye ku tê de 2.755 têgih cih digirin.
Ji bo ku ferheng bi hêsanî bê bikaranîn, bi awayê sê beşan hatiye amadekirin:
● Kurdî – îngilîzî – tirkî
● Îngilîzî – kurdî – tirkî
● Tirkî – kurdî – îngilîzî
Ferheng xebateke hevpar e û armanca wê ew e ku ne tenê ji bo derûnnasan, di heman demê de ji bo pisporên zanistên civakî jî bibe çavkaniyeke bingehîn. “Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” nîşan dide ku kurmancî dikare têgihên herî aloz ên zanistî hilgire. Her peyva di vê ferhengê de, gaveke berev avakirina "Dibistana Derûnnasiyê ya bi Kurdî" û xurtkirina hesta aîdiyeta miletê kurd e.
Ev xebat, ji bo armanceke hîn mezintir gava destpêkê ye. Em hêvî dikin xebatkarên qadê û hemû kesên têkildar bi hêsanî jê sûd wergirin û ferheng ji bo xebatên hîn geştir bibe çavkaniyek.
FERHENGA TÊGIHÊN DERÛNNASIYÊ
Kurdî – îngilîzî – tirkî
Îngilîzî – kurdî – tirkî
Tirkî – kurdî – îngilîzî
Amadekar:
Abdulsıttar Özmen
Siyabend Aslan
Abdulsamet Doğan
Gülperi Gündüz
Leyla Turhan
Azad Dildar
ISBN: 978-625-5535-53-5
21.5x13.5, 392 rûpel
https://t.co/tB5DbUYadV
Bo kesên elaqedar…
Wekî ku tê zanîn, Kovara Psychology Kurdî di sala 2016an de dest bi weşanê kiriye û heta niha 21 hejmarên wê hatine weşandin. Ji hejmara 11an û p�� ve jî kovar di bin banê Weşanxaneya Avestayê de xebatên xwe dike.
Piştî ku me di 7ê Gulan 2026an de li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ragihand ku “Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” derdikeve, yek ji edîtorên berê yê kovarê Kenan Örmek di hesabê xwe yê Xê de nivîsî ku di vê xebatê de keda wî jî heye û navê wî di nav amadekaran de nehatiye nivîsîn. Li ser vê agahiyê û nîqaşên din ku derketin holê, me wekî Weşanxaneya Avestayê pêwîst dît ku bi hûrgilî li ser vê meseleyê rawestin. Divê em vê jî bêjin ku me berê jî di 22ê Mijdara 2025an de li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ragihandibû ku amadekariya ferhengeke wisa tê kirin.
Ji bo ku ev mesele zelal bibe, me di 12ê Gulana 2026an de bi edîtorên kovarê yên niha û Kenan Örmek re civînek kir û em bi her du aliyan re axivîn.
Kenan Örmek di sala 2023an de, bi daxwaza xwe, piştî hejmara 16an ji kovarê veqetiyaye. Piştî veqetînê, têkiliya wî bi edîtoryayê re qut bûye û di pêvajoya paşîn de di navbera her du aliyan de ti diyalog çênebûye.
Xebatên amadekariya “Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” di sala 2025an de bi awayekî aktîf ligel edîtoryaya nû hatine birêvebirin. Di vê demê de zêdetirî 12 civînan hatine lidarxistin, termên derûnnasiyê hatine revîzekirin, hin têgih hatine derxistin û gelek lê hatine zêdekirin. Herwiha nêrînên pisporên ziman û derûnnasiyê hatine wergirtin û piştî van nêrînan berdewam kiriye. Ji ber ku hatibû texmînkirin ku Kenan Örmek wê beşdarî van xebatên amadekariyê yên ferhengê nebe, di wê qonaxê de têkiliyeke rasterast pê re nehatiye danîn. Edîtoryaya kovarê di vê mijarê de kêmasiya xwe qebûl dike. Bi heman awayî, Kenan Örmek jî diyar dike ku ji aliyê edîtoryayê ve bendî gavekê bû lewma wî bixwe jî têkilî daneniye û ew jî di vê mijarê de kêmasiya xwe qebûl dike.
Ji ber ku xebata çapa yekem a “Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” ya ku ji 2.755 têgihan vedihewîne qediyaye û çap bûye, her du aliyan li ser çareseriyeke wisa li hev kiriye: Bo amadekariya çapa duyemîn a berfirehkirî her du alî dê bi hev re bixebitin û di xebatê de cih bigirin.
Em wekî weşanxaneya Avestayê ji bo helwesta diyalogê û nêzîkbûna her du aliyan ya ji bo çareseriyê spasdar in. Em her tim amade ne ku piştgiriya xebatên wisa zanistî bikin.
Silav û spas…
Berî her tiştî, divê mirov cudahiya di navbera “bikaranîna madeyê” û “bengîtiya madeyê” de fêm bike. Her kesê ku madeyekê diceribîne yan carinan bi kar tîne, nayê wê wateyê ku ew bengî ye...
🖊️Nivîsa Siyabend Aslan
👇👇👇
https://t.co/5BJDUyXqXb
Li Rihayê ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ve li Komeleya Çand û Zimanê Kurdî Komxebata Zimanê Kurdî tê lidarxistin. Em jî wekî Psychology Kurdî bi mijara 'ji aliyê derûnî ve girîngiya bikaranîna zimanê dayîkê' li wir in. Bername dewam dike. Spas bo kesên ku ked dane organîzasyoneke wisa.
.
.
.
.
@AzadGunderci@UrfaEmek