Ev hunermendên ku tenê yek peyva Kurdî nizanin, ziman û çanda Kurdî ji bo we bûye tenê imaj û deriyek ji bo qezencê.
Tu carî ji bo Kurdî û çanda me tiştekî rastîn nakin. Li ser hunera Kurdî yek peyv jî zêde nekirine. Stranên kevneşopî yên çanda me diguherînin
Li ser wan xwe nîşan didin û dîsa wek tiştekî nû li ber me datînin.
Herî kêm rêzê bidin ziman û çanda ku hûn ji wê sûd werdigirin. Berî ku hûn tiştekî parve bikin, hinekî lêkolîn bikin. Dîrokê jî şaş dinivîsin û paşê ne jî hewce dibînin ku wê sererast bikin.