Ev eşqa Dîno ya başûriyan ji kû tê? :) Ji navê wî tê an ji “Oy yarê”? Ez dibêm ji herduyan jî…
Ma li vir bi salan e nedigotin ku başûrî ji İbrahim Tatlıses û Sibel Can pê ve li kesî guhdarî nakin?
2005an nêzîkî mehekê ez li Diyana mam, Soran. Li gund û deşt û çol û çiyan digeriyam. Rojekê li ber pirekê em rûniştibûn, gundiyên derdorê diçûn û dihatin, tenê erebeyekê dikaribû derbas bibe, yên din disekinîn. Çav û guhê min li ser wan bû, bi giştî dengê hunermendên bakurî dihat ji seyareyên wan. Hinek ji wan hunermendan piştre belasebeb henek û heqaret li wî xelkî kirin. Dîno berevajî wan, bi qasî ku ji dûr ve dibînim, kesekî muedeb bû, zimandirêjî nekir li hember xelkê xwe û îro em dibînin wek starekî mezin tê pêşwazîkirin, derdikeve ser sehnê. Bingeha vê ya dîrokî jî heye; Eyşe Şan, Mihemed Arif Cizîrî, Hesen Cizîrî li Başûr pir navdar bûn, gelekî li wir man. Mihemed Şêxo, Temo demekê pêşmergetî kirin. Seîd Yûsif û Seîd Gebarî stranên pir xweş çêkirin ser Başûr.
Ez ji vê rewşê pir kêfxweş bûm. Me hîs kir ku em miletek in, berdewamiya wê hêvî dikim.
Kurdan di siyasetê de xwelî li serê xwe kir, bûn bindestê tirk û ereb û fursan. Lê bi çanda xwe ya esîl û kevnar her zindî ne. Dema min li van dîmenan temaşe kir bi awayekî min pê şanazî kir, lê bi awayê din min di ber xwe de got, vê jixwerazîbûn û quretîyê mala Kurdan xirab kir.
Vê konserê, konsera Ciwan Haco ya 2004an li Stenbolê anî bîra min. Ji coş û elaqa guhdêran sahne dihejiya, hew mabû bikeve. Mecbûr man konser di nîvî de qut kirin.
Cihê kêfxweşiyê ye ku hunermendekî bakurî li Başûr, yekî rojavayî li Bakur, hunermendê parçeyekî li parçeyê din baş bê naskirin û hezkirin. Ev bilindbûna dengê kurdî ye. Pirên navbera me divê zêde, xurt û qaîm bibin. Li esmanê Kurdistanê stêrkên kurdî diçirisin û ew ji herkesî bêhtir heq dikin.
Her sal di meha Hezîranê da (11-16)rojên #bloomsday li paytexta Ayrlend- Dublin ê tê te pîroz kirin . Ev roj bo bîranîna romana #ulysses û nivîskarê wî #jamesjoyce e . Kesên xwendî dizanin (yek ji wan ez im , min wergêra kurdî xwendîye ☺️) ;
@wesanenavesta@KawaNemir1
Îmad Bernas bi vê kitêba xwe ya ewil a çîrokan wek flanorekî me li kuçe û kolanên Amedê digerîne, pala me dide bedenên wê yên qayîm û di nav mekanên wê de piyase dike.
https://t.co/pnP2Vn5DGj