Di çarçoveya xebatên 15ê Gulanê de ji bo Cejna Zimanê Kurdî îro me li Parka Sumerê bi zarokan re şahiyeke şoxûşeng li dar xist û Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir...
Em ê li ber Mizgefta Mezin a Sûrê dîwana dengbêjan li dar xin. Em ê reng û deng û awazên dîrokî li wê qada dîrokî zindî bikin û ragihînin nava dilê kurdîhezan. Werin em giş pev re bi zimanê xwe bijîn û wî bidin jiyandin bi dengbêjên awazçiya û dilderya re…
📢 G O T Û B Ê J
🎙️ Gotûbêja me ya li ser **DENGBÊJÎ Û ŞAKIRO sibê ye. **
Hemû gelê me vexwendî ye.
📅 11.05.2026 / Duşem
🕰️ Saet : 18.00
📍 Qonaxa Cemîl Paşa / Sûr
Duh me di çerçoveya xebat, çalakî û pîrozbahiyên 15ê Gulanê de li ser bilindkirina hişmendiya zimanê kurdî li Karazê bi jinan re atolyeyek li dar xist.
Bernameyê 15ê Gulane Roşanê Ziwanê Kurdkî eşkere bi. Ma pabeyê heme endamanê xo yê🙏
Bernameya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dîyar bû. Em li bendê hemû endamên xwe ne🙏