Çareserî li Rojhilat û li Îranê, pergaleka demokratîk û federal e ku mafên zimanî, çandî, siyasî û xweseriya kurdan û ya hemû gelên Îranê garantî dike. Divê guherîneka bi hêza navxweyî û hişmendiya azadîxwaz pêk were. Dem dema amadekariyê ye.
Ji bo destê bakur û rojava ji gelek hêlan ve xurttir bibe, divê Îran, bi kêmasî rejîma niha ya Îranê têk here, lê li şûna wê rejîma şah jî bi paş ve neyê! Grîng e alternatîfeka sêyem amade be.
3. ...guhertina polîtîkaya DYE’yê, vê cudahiyê kûrtir dike. Di van mercan de entegrasyoneka bi dil û daxwaz û wekhev bi awayekî eşkere ne pêkan e. "Mar û mişk nabin xwişk"!
1. Di navbera karakterê baviksalarî-extremîst û neteweperestiya Erebî ya HTŞ’ê û modela sekuler, femînîst û Konfederalîzma Demokratîk a Rojava de, cudahiyeka kûr a îdeolojîk û ya armancên jiyanî heye. Yek li ser desthilatdariyeka navendî, yekdestî û îslamî radiweste; ...
2. ...yê din li ser pirrengiya etnîkî-olî, xweseriya berfireh û wekheviya zayendî radiweste.
Dijminatiya dîrokî, şerê bi DAÎŞê re, pevçûnên Îdlibê, rikberiya YPG-HTSê, dijberiya Tirkiyeyê ya li hember YPG’ê, polîtîkayên pragmatîst ên hêzên herêmî û yên cîhanî li herêmê, ...
@HasanHarrani Ji ber ew ne ên me bûn, me ew nedinasîn ku em bikaribin bikar jî bînin. Bi xap û dolab û hoveberî di nav me de bi cî bûn, kodên me yên civakî şikandin û teşe dane me. Û em di nav dogmatîzma ol û îdeolojiyan de wenda bûn.
Tenê me xwe li ol û îdeolojiyan anî! Entegrasyona me ya herî kambax jî ev bû. Yên ol û îdeolojiyan li xwe û berjewendiyên xwe anîn, îroj li ser jiyan û pêşeroja me biryaran didin û ew hêza me ya li dij rawestin nîne, loma em xwe li wan û daxwazên wan jî tînin, ji bo wenda nebin.
@HasanHarrani@alifikrik1 Bi xwedê tu şaş î(!) Ma ne ew van karên tu dijmêrî û yên tu nikarî bijmêrî jî, di hemiyan de pi(r)spor in, heqê wan nexwe ji kerema xwe re.
Boykota PYDê biryareka rast e. Kesên rexne dikin yan hay ji tu tiştekî nînin, yan jî jixwe PYD çi jî bike wê rexne bikin, lew armanca wan jixwe kuştina rezvan e!
Em hêj nebûne netewe. Loma refleksên me yên netewayetî qels in, dînamîzma me ya civakî nikare xwe li gor refleksên neteweyeka tekûz birêxistin bike. Em ne tenê bi erdnîgariya xwe, lê bi giyan, armanc, berjewendî, têgihiştin, hişmendî û jiyana xwe ve jî, ji hev belawela ne.
3. Hebûna wan û bi taybet bihevrebûna bi wan re, ji bo me, ji tunebûnê pêştir ne xwedî tu wateyeka din e!
HEMÛ ROJ ROJA ZIMANÊ KURDÎ NE: YEK ROJEKA BÊYÎ ZIMANÊ MIN WÊ MIRINA MIN BE! ZIMAN PÎROZTIRÎN E!
1. Ziman bîr, zanebûn, zanyarî, kod, haveyn û sedema herî sereke ya hebûn û tunebûna gelekî, ya neteweyekî, ya civakekî ye.
Heya em û dagirkerên welatê me di nav hev de bin, ev hebûna me di bin metirsiyê de ye.
2. Ew di vê zanînê de ne û bi vê zanînê êrîşê zimanê me, ango hebûna me dikin. Armanca wan a sereke tunekirina vî zimanî ye û siyasetmedarên me hîn jî bi zimanê wan mafê me diparêzin(!)