Di Kurmancî de ji bo tiştên zindî "şîn", "Şînahî", "şîn bûn" tê bikaranîn. Ji bo tiştên ne zindî jî "kesk" tê bikaranîn. "Dara şîn(hêşîn)" "deşt şîn bûye" "Dîwarê kesk" "Fîstanê Kesk"
@tmbrxwz Hinek fîrmayên tîcarî bi zanebûn balafirên xwe yên kargoyê tam ji ser Garê ve derbas dikin. Her ku diçin û tên wêneyan digrin û difroşin tirkan. Berê analîzkirina van wêneyan zehmet bû, lê êdî hişê çêkirî heye, loma pirr rehet dikarin van tiştan tesbît bikin.
@tmbrxwz Rojek li bufeyeke bereday di destê min de tavûk doner hebû, zarokek ergen nêzî min bû go ez birçî me. Mi go temam em ji te re jî doner bixwazin, got na û Burger Kingê nîşanî min da, go ji wir filan menûyê bikire😒 Mi go siktir be wûlan qeşmer erê welle.
@tmbrxwz Erê e zanim tu qala çi dikî, lê bi ta min dewlet ji vê jî ne razî ye lê ew jê eynî weke te difikirin, dibêjin fitbol ji şer çêtir e, ez jî wilo difikirim🙄 jixwe em têkçûyî ne êdî (eger mûcîzeyekî neqewime)
@egitfirat Min heşt mehan carekê telefona xwe bi telefoneke nûya qaçax takas dikir, di ser de jî pereyekî hindik dida. Tu çima wisa nakî? Min hesab kiribû, di 15 salan de jî pereyê iphonekê nedigirt
Ez her tiştî fehm dikim lê dikim nakim aqilê min nagire bê çawa dev ji perwerdeya zimanî berdan. Ev îhtîmal bi qasî serê derziyê jî nehatibû bîra min. Min digot temam, belkî dev xweseriyê filan berdin lê min ewqas jî texmîn nedikir. Ev tiştekî dûrî aqil e, weke îxanetê ye
#VÎDEO - ❝Bere ew zimanê me bixwînin, wê qebûl bikin?❞
🛑 Ev der Qamişlo ye. Van zarokan heta niha bi Kurdî xwendiye lê niha zimanê perwerdeyê bûye Erebî
🎙️ Zarok dibêjin, "Zimanê me bikin Erebî qîma me nayê û em nayên dibistanê"
#Rojava#Kurdî
@tmbrxwz Ji ber ku tirkî zimanekî Eklemelî ye loma peyv tevî -mîş ê tê. Mînak yap-mîş kirin, di tirkî ev peyv wekî kavram an yapmiş e, an jî yapmak e. Meriv "yap"ê bigre. Tu maneya wê tune. Lê ji bo erebî û zimanên din ne wisa ye. Tefandin, ferihîn, elimîn... Tu kerameta tirkî nîne.