Hewar GABAR
PERGALA RABINRA ÇÎYE?
Pergala Rabinra, navê yasayên giştî ya pêkhatina avana zimanê meye. Ema ji bû pergala Rabinra safî û zelal were fêhmkirin divê em ewil riknên binyat yên zimanê xwe vebêjin.
Teybetîya herî biwezbet ya zimanê me ji zimanên din yên nivîskî cuda dike, di avana zimanê me de wate ne li peyvê, li têp (herf)ê hatîye barkirin. Girêdayî vê teybetîyê di zimanê me de tîpên radeng (nedengdar) û dengçêker (dengdar) hene. Ewil em Alfebaya xwe safî bikin û bidomînin.
ALFEBA
Alfebaya zimanê me ji 31 tîpên pêktê. Ji van 23 Radeng û 8 jî dengçêker’in. Ji sebeba hem bilêhvkirin û hem jî rêzkirina tîpên Alfebaya halê hazir em bikartînin ji Alfebaya Tirkî hatine kopîkirin mixabin em şaş bikatînin û evê şaştîyê zererên mezin dane zimanê me.
- Radeng nivîsandin:
Z - R - D - C (Ç) - B - H - M - X - V - W - J - P - T - L - K - N - G - Ş - S - F - Q - Y
- Radeng xwendin:
Za - Ra - Da - Can (Ça) - Bî - He - Mê - aX - aV - War - Jî - Pî - Tî - hiL - Kar - Na - Ga - Şa - Se - Fe - Qê - Ya
Wekî hûn jî dibînin hem rêzkirin û hem jî bilêhvkirina radengên alfebaya me ji ya halê hazir tê bikaranîn pur cudaye. Di vê dabaşê de wekû mafdar xwendevan dikarin vê pirsê bikin; “ ez dikarim bilêhvkirinê fêhm bikim, ema hemî dunya heman rêzkirinê bikartîne?” Hûnê di berdewamîya nivîsandinê de bi awayek pur safî û zelal bersîva pirsa xwe peyda bikin.
- Dengçêker:
A - E - Ê - Î - I - U - Û - O
a) Radeng: ji sebeba di zimanê me de wate li tîpê hatîye barkirin, tîp xweyê girîngîyek kifşkere. Radeng di dereceya yêk û Dengçêker ya duyem de ne. Girêdayî vî qewlê zimanî, Kurdî zimanek navend radenge. Yanî di avana zimanê me de, Radeng kilîleyek wate hilgir dihewînin. Radeng kilîledarin, kombînasyonek ya peyvan sembolîze dikin û di pergala Rabinra de ya wateya peyvê dîyar dike radengin.
-Kilîle: me got, radeng kilîledarin û wateya peyvê li kilîleyên radengan hatîye barkirin. Stîyên Zemanê Berpenîr (sazkarên ziman), Gerdon li 21 parçeyî behrkirine û her yêk ji van parçeyan bi radengekî sembolîze kirine. Aha ez ji vê sîsika wate hilgir ya radengê re dibêjim Kilîle. Ji wê sîsika wate hilgir ya li radengê hatî barkirin û bi pergala Rabinra peyvan saz dike re Kilîle tê gotin.
-Kombînasyon: tevayê peyvên zimanê me wekî xelekên zincîrekî bi pergala Rabinra û bi ahengek tevnî ji kilîleyên 21 radengan hatin sazkirin. Girêdayî vê ji kilîleya her radengê birek peyv hatîye avakirin. Ji kombîna peyvên endamên radengekî re ez dibêjim Kombînasyon.
b) Dengçêker: heşt dengçêkerên me hene. Dengçêker bê kilîlene, kombînasyonek ya peyvan sembolîze nakin û nikarin peyvan saz bikin. Yanî nikarin werin destpêka peyvan. Peyvên bi dengçêkeran destpê dikin pêşgir girtine. Ema wateyek kifş ya her dengçêkerê jî heye.
A: dengçêkera bî’yînêye,
E: kirin,
Ê: xweyî,
Î: aydîyet,
I: kêm - sik (di rewşa paşgir de “kiciktî”),
U: spehî - serkeftî,
Û: pêwent (dema peyv pê xilas dibe “berdewamtî”),
O: mezin - stûr ( di rewşa paşgir de “delaltî”.
Di sazkirina peyvê de wateya radengê sabîte. Dema dema radenga ra tê guhertin kombînasyona peyvê tê guhertin. Ema dengçêker di sazkirina peyvê de guherdare, dema dengçêker tê guhertin wateya peyvê tê guhertin, ne kombînasyon.
c) Pergala Rabinra: di avana peyva zimanê me de, peyv bi kûjan radengê destpê bike ew “ra”ye û radengên piştî wê di pêkhatina peyê de cêh digrin jî “binra”ne. Wateya peyvê li kombîyîna kilîleyên ra û binra hatîye barkirin.
Mînak; di peyva “bav” de “b (bî)” raye, “v (av)” binraye. Dengçêker (a) jî heyînê (bav) wekû bîyîn kifş dike. Em peyva “bav” rabinra bikin:
B (bî) + a (dengçêkera bîyînê) + v (av-herikdar) = bi av.
Yanî di hevjîntîyê de “bav” wekû alîyê bi av- avdar hatîye mehnedarkirin.
Dê: d (da-dayîn) + ê (dengçêkera xweyî’tîyê) = Xweyê dayînê.
Encame, ez ji tevayê van qewl û pîvanên avana zimanê me pêkanîn re dibêjim Pergala RABINRA.