📢The Independent Youth Platform became the KURDISTAN REVIVAL MOVEMENT!
🔴The KURDISTAN REVIVAL MOVEMENT was announced on March 17 (17.03.2026) at the Great Mosque Square in Diyarbakır.
🔴Movement abbreviation: VEJÎN (REVIVAL)
🔴Announcement statement:
📢Platforma Ciwanên Serbixwe bû TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ!
🔴TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ 17ê Adarê (17.03.2026) li Amedê li meydana Mizgefta Mezin hate ragihandin.
🔴Kurtenavê tevgerê: VEJÎN
🔴Daxuyanîya ragihandinê:
BI NAVÊ XWEDAYÊ KURDISTANÊ
Silav û rêz û xoşewîstî
Îro vejîneka nû dest pê dike di dîroka Kurdistanê da. Îro ekoleka nû dest pê dike. Bingeha kevneşopeka nû tê danîn. Ev hişmendîya bilind a ku îro li vê derê amade ye ji kûrahîya dil û dîroka vî miletê bindest peyda bûye. Hewildana me ew e ku em wê îradeya pêşeng a neteweyî bi rêk bixin û rêbazeka nû bidine ber ber miletê xwe di doza neteweyî da!
Gîyanê vê serdemê û realîteya dîrokî-civakî ya Kurdistanê, doktrînekê li ser me ferz dike ku azadîxwaz be ji bo hemû cudahîyan û rizgarîxwaz be ji bo miletê Kurd. Êdî li Kurdistanê û Rojhilata Navîn ne bi Îslamîzma reel dibe û ne bi sekulerîzma reel dibe, divê ji her duyan jî were borandin. Êdî divê ji Îslama navend-Tirkî û navend-Erebî û navend-Farisî jî û ji sekulerîzma Kemalîzmê û Beisîzmê û hwd jî were borandin. Û hemd ji Xwedayê Kurdistanê ra ku me bi danîna rêbazeka irfanî û azadîxwaz û yeksanîxwaz ev yek pêk anî. Ev tevger, mala hemû Kurdistanîyan e; Îslamî jî û sekuler jî û hemû bîr û bawerîyên din jî dikarin bi nasnameyên xwe yên eşkere werine nava vê tevgerê. Li vê derê, ne tenê azadîya rojane, azadîya sîyasî-hiqûqî ya hemû alîyan tê naskirin; azadîya sîyasî-hiqûqî ya Îslamê jî û azadîya sîyasî-hiqûqî ya sekulerîzmê jî û hemû alîyên din jî. Ev projeya azadî û yeksanîyê ku çarerêya krîza Rojhilata Navîn e jî, heta îro bi dengekî bilind nehatîye ragihandin û bi rijdî parastina wê nehatîye kirin. Em totalîterîzm û despotîzm û jakobenîzma Îslamîzma reel û sekulerîzma reel red dikin. Îslameka ku tê da hemû mafên Kurdan nehatibin naskirin û azadîya dînên din û sekulerîzmê tê da nehatibe misogerkirin, ew Îslam li ba me bi tu awayî nayê qebûlkirin. Her wisa sekulerîzmeka ku tê da hemû mafên Kurdan nehatibin naskirin û azadîya Îslamê û dînên din tê da nehatibe misogerkirin, ew sekulerîzm jî li ba me bi tu awayî nayê qebûlkirin. Jixwe gîyanê vê serdemê jî di qada civakî-sîyasî da gîyanekî pluralîst e, kî şerî vî gîyanî bike dê bişikê.
Bihêztirîn çeka îdeolojîk a di destê serdestên Kurdistanê da dîn e, me ew çek jî êdî ji
wan sitand û berê vê çekê me da wan! Me gotara Îslamî hem di gel serdemê û hem di gel doza neteweyî ya miletê Kurd guncand. Êdî divê baş were zanîn ku doza neteweyî ya miletê Kurd îbadet e ji Xwedayê Kurdistanê ra. Xwedayê Kurdistanê helbet Xwedayê erd û asîmanan û hemû tiştên navbera wan e. Bi vî awayî me ew nakokîya sexte ji holê rakir ku di navbera Îslam û doza neteweyî ya miletê Kurd da, di navbera Xwedê û Kurdistanê da hatibû sazkirin. Me bingeheka bihêz û sîstematîk danî li dijî Îslamîzmên serdestan; divê Îslamîzma pêşeng-Tirkî û pêşeng-Erebî û pêşeng-Farisî ji Kurdistanê bicehimin biçin! Ev dekolonîzasyona gotara Îslamî ye li Kurdistanê. Piştî xwenasînê û hişmendîya dîrokî-civakî-sîyasî, qebûlkirina Îslameka din êdî ne mimkin e.
Îro li Kurdistanê helwesta herî birûmet û herî gerdûnî neteweperwerîya Kurdî û Kurdistanî ye. Ne tenê Kurd, divê hemû mirovên heqnas piştevanîya neteweperwerîya Kurdî û Kurdistanî bikin. Ev hem erkekî neteweyî ye, hem dînî ye û hem însanî ye. Êdî bayekî bihêz ê neteweperwerîyê dest pê kirîye li Kurdistanê. Bayekî wisa ye ku êdî tu kesek û tu hêzek nikare rê li ber bigire. Kîjan alî dijayetîya vî bayî bikin, ev ba dê wan bide ber xwe û bi erdê ve pehn bike û biçe. Êdî li Kurdistanê ji bilî rêbaza neteweperwerîya Kurdî û Kurdistanî dê tu rêbazeka din nikaribe bibe rêbaza serekî. Mafê dîyarkirina çarenûsa neteweyî prensîpeka bingehîn e. Divê miletê Kurd li ser axa xwe serwerîya xwe ya neteweyî pêk bîne. Ev mafekî gerdûnî ye ku îro li hemû cîhanê tê qebûlkirin. Îro hê jî mafê self determînasyonê pêwîstîyeka hiqûqa navneteweyî ye ji bo miletê Kurd. Hem hiqûqa îlahî û hem hiqûqa navneteweyî di gel miletê Kurd in. ⤵️
Em di 101. salvegera şehîdbûna wan da Şehîd Şêx Seîd û 46 hevaldozên wî yên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînin û rejîma despot a Kemalîst mehkûm dikin û radigihînin ku em peyrewên serdemî yên vê dozê ne!
#şêxseîd#kurdistan
🛑Ev 15 roj in hevalên me hê jî di girtîgeha Amedê da ne! Parêzeran îtîraza xwe kirine û em li benda qebûlkirina îtîrazê ne. Ger neyê qebûl kirin em ê li benda dadgehê bin û dadgeh dibe ku ji ber betlaneya edlî bikeve îlonê!
Em vê zilm û zordarîyê bi tu awayî qebûl nakin! Divê hevalên me demildest bigêhêjin azadîya xwe!
Em digel hevalên xwe û digel doza xwe ne û em ê her berdewam bin!
#faiqteyrannebiteneye
#feridazadnebiteneye
#vejin
#kurdistan
Berpirsê Komeleya Şopdarên Pêşengên Kurd Elî Çeven roja 23/06/2026an li Dadgeha 14emîn a giran a Cezayî ya Çaxlayanê hate dadgehkirin û hakimê vê dadgeha sîstema serwerîya tirkî bi hinceta endamtîya PKKê " 6 sal û 3 meh ceza da Elî Çeven.
Li gor hiqûqa mirovahî jî û li gor hiqûqa dînî jî ev neheqîyeke mezin e .
Em her cure neheqiyê red dikin û bila bê zanîn ku bi reşkirin û îftira û girtinan nikarin rê li ber doza neteweyî ya miletê Kurd bigrin.
Bi qewlê Seîdê Kurdî daxwaza heqan ji kesên ku neheqîyê wek heq îdia dikin, neheqî ye û bêrêzî ye li heqîyê. Em bi xwe jî naxwezin vê neheqîyê û bêrêzîya li heqîyê bikin û biçin ji wan parsekîya heqan bikin! Wan wekî her dem karê xwe kirîye. Eger dadgehên bilindtir vê biryarê pesend bikin, pêşnîyara me ji şopînerên vê dozê ra ew e ku vê dozê bibine dadgehên navneteweyî û bi vî rengî em helwesta xwe ya protest li dijî dadgehên sîstemê bidine nîşan. Hemin ew me nas nakin, em jî wan nas nekin û neçine dezgehên îdeolojîk ên wan ên ku navê "dadgeh" lê danîne!
PLATFORMA CIWANÊN SERBIXWE
"Piştê nadin du hezar xençer û tîr û rim û xişt
Me serî danîye rê û bi Xwedayê Kurdistanê bestîye pişt"
Ferîd Azad û Faîq Teyran ne bi tenê ne!
#feridazad#faiqteyran#vejin
Bernameya me ya digel Hêvî Akademîyê. Li dor rewşa hevalên me Ferîd Azad û Faîq Teyran û bi giştî helwesta Tevgera Vejînê Ya Kurdistanê em axivîn.
Kerem kin 👇
https://t.co/HS5U8VGHLO
"Îro li Kurdistanê metoda herî aktîf a têkoşanê, berxwedana pasîf e. Berxwedana pasîf ji çalakîyên bê-tundûtûjî yên protestoyê pêk tê. Di metoda me ya têkoşanê da bi tu awayî zordarî û tundûtûjî û gef û handana van tine ne. Em pabendî hiqûqa îlahî, hiqûqa navneteweyî û prensîpên bingehîn ên mirovahîyê ne" (r. 71)
Ji Manîfestoya Tevgera Vejînê ya Kurdistanê
#VÎDEO - Berdevkê Tevgera Vejînê ya Kurdistanê Ferîd Azad û hevalekî xwe hatin girtin
Mistefa Dilsoz û Evîn Azad qala girtina wan dikin:
🎙 ❝Polîsan henekên xwe bi Kurdî kirin❞
🎙 ❝Ji ber belavbûna vîdeoyên Ferîd dixwazin xelkê bitirsînin❞
🎙 ❝Me got, tu çi bikî jî em dê bi Kurdî biaxivin❞
🎙 ❝Polîsan li me da û çokên xwe danîn ser serên me❞
📣📣Agahdarî📣📣
Hevalên me Ferîd Azad û Faîq Teyran biryara girtina wan hate dayîn dibin girtîgeha Amedê. Mistefa Dilsoz û Mihemed Qetînî serbest berdan!
Li hemberî vê zilm û neheqîyê em ê jî bêdeng nemînin û nekaribin me rawestînin!
Bijî kurd û bijî Kurdistan!
#vejin
#kurd
#kurdistan
📣📣Dîmenên girtina çar hevalên me li ser medya Tirkan wek êrîşekî li dijî polêsan hatiye behs kirin û dîmenên wê demê ji alîyê wan ve hatine kişandin!
Di dîmenan da dema ku polêsan êrîşê hevalên me kirine nekişandine!
Îro dê li dadgeha Amedê bên darizandin!
#kurd
#kurdistan
#vejin
Agahdarî
Îro li derê dadgeha Amedê polêsan êrîşê hevalên me Ferîd Azad û Faîq û Mistefa û Mihemed kirin! Piştî erîşê hevalên me birin qereqolê û îfadeyên wan girtin. Niha her çar hevalên me li qereqolê di nezaretê da ne û sibê dê li dadgehê bên dadgehkirin!
Neheqî û zilm û zordestî her berdewam e li hemberî vî miletî! Li hemberî vê zilm û zordestîyê em li benda piştgiriya miletê xwe ne!
Bijî Kurd û bijî Kurdistan!
#kurd
#kurdistan
#vejin