Axaftina Berdefka YPJ' ê Ruksen Mihemed derbarê maf û cihê jinê di pêvajoya siyasî ya Sûriyê de
YPJ' êdi van 15 salên xebata xwe de roleke dîrokî di pêşxistina jiyana jinan û guhertina hişmendiya civakê de lîstiye. Armanca wê ne tenê parastina leşkerî , lê di heman demê de xebat kiriye ku jin di qadên siyasî, perwerdehî, civakî û leşkerî de xwedî rol û biryarder be.
Bi damezrandina YPJ 'ê re, jinan îspat kir ku dikarin xwe biparêzin, rêxistin bikin û di hemû qadên jiyanê de xwedî berpirsiyar bin. YPJ 'ê ji bo jinan bûye dibistana nasîna hebûna xwe, dîroka xwe û mafên xwe. Herwiha, berxwedan û pêşengiya şervanên wê bûye sembola cesaret, azadî û xwebûnê.
Îro di pêvajoya siyasî ya Sûriyê de, divê cihê jinê di biryardayînê û rêveberiyê de were misogerkirin. Ji ber ku Jinên Sûriyê xwedî tecrûbe û ezmûnên mezin in û mafê wan heye ku di avakirina paşeroja welatê xwe de bi awayekî çalak beşdar bibin.
Di çarçoveya Peymana 29' ê Çileyê de, em dibînin ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyê heta niha di warê mafên jinan de gavên têrker neavêtiye û jin di cihên biryardayînê de xwedî roleke baş nînin.
Jinên Sûriyê bi giștî, xwedî tecrûbe û ezmûnên mezin in di warê parastin û ewlehiyê de . Piştî gelek danûstandinên ku bi Wezareta Karên Hundirîn re, di demekê sicîlên şervanan hatine rakirin hîn bersiv jî nehatiye dayîn û gavên ku bêne avêtin, dereng dimînin, herî dawî erkên taybet weke YPJ' hat qebûlkirin. Weke togay nehat qebûlkirin, lê weke du tabûr hat qebûlkirin, yek girêdayî Helebê ku Kobanê û Efrînê dihewîne û ya din girêdayî parêzgeha Hesekê ye.
Daxwaza me ew e ku maf, hebûn û beşdariya jinan di hemû qadên siyasî û leşkerî de were misogerkirin.
#ypj #YPG #DefendRojava 👇👇
https://t.co/BLcUNryVK6
https://t.co/G5sQPT415o
https://t.co/hpuSPgFhtE

#ypj #YPG #DefendRojava
👇👇
https://t.co/BLcUNryVK6
https://t.co/G5sQPT415o
https://t.co/hpuSPgFhtE
Şervanên YP ê li Konên Sersaxiyê yên Gerîla
Di van rojên pîroz û bi êş de, şervanên Wargeha Parastina Jin – YPJ bi serbilindiyeke mezin û bi girêdaneke xurt bi bîranîna şehîdan re, berê xwe didin konên sersaxiyê. Ew bi çavên tijî birûsk û bi serbilindiyeke bêhempa tevlî merasîmên sersaxiyê dibin ku ji bo bîranîna lehengên HPG,YJA STAR hatine danîn.
Dema ku keçên Rojavayê û şervanên YP ê derbasî konê sersaxiyê dibin, silaveke leşkerî ya bi rûmet didin û serê malbatan û hevrêzan ditewînin. Ew nîşan didin ku cilên wan ên cuda ne, lê dilê wan, armanca wan û sondên wan yek in. Di çavên wan de ne tenê şîn heye, lê belê soza tolhildanê û mezinkirina têkoşînê heye.
Bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û bi tilîliyên dayikan, konên sersaxiyê dibin cihên nûjenkirina soza azadiyê. Li wir, xwîna ku li çiyayan rijiyaye û xwîna ku li bajaran tê parastin, dibin yek û bingeha serkeftina gelê Kurd datînin.
#ypj #YPG #DefendRojava 👇👇
https://t.co/WUjvzsefWS
https://t.co/h7CjWOYpFC
https://t.co/mcm3zBkIx8

Ji Raya Giştî ya Cîhanê û Gelê Me yê Welatparêz Re
Dîrok ne tenê şahidê serdemên tarî ye, di heman demê de şahidê berxwedana ku tarîtiyê parçe jî dike ye. Kobanî, di bîra mirovahiyê de ne tenê bajarek e; ew xeta berxwedana rûmetê ye, qada ku jiyanê li ser mirinê bi ser xistiye û keleha berxwedana bêhempa ya YPJ'ê ye.
Di salên ku pêlên tarîtiyê li cîhanê rabûn û çeteyên hov xwestin mirovahiyê têk bibin, Kobanî bû cihê ku stêrka azadiyê ji nû ve lê hilat. Li ser kolanên ku bi xwîna lehengan hatin rengînkirin, îradeya jina azad nîşan da ku tu desthilatdariya tarî nikare li hemberî daxwaza jiyana azad bisekine. Weke ku Arîn Mîrkan bi çalakiya xwe ya fedayî bircên vî bajarî kirin stargeha ronahiyê, fermandar û hevrêyên leheng ên wekî Gêlhat, Diyar Bagok, Rêvan, Herdem, Destîna qendîl , viyan Peyman, zehra û Îvana hûvmên jî bûn sembolên vê têkoşînê. Îro jî her jineke YPJ'ê li ser wê şopa pîroz dimeşe.
Ya ku berxwedana Kobaniyê kir destaneke bêhempa, yekîtî û hişmendiya neteweyî ya gelê me bû. Di wê serdema dîrokî de Kobanî ne tenê bi qehremaniya xelkê xwe, bi helwesta bi rûmet û tevlêbûna bi coş a keç û xortên ji her çar parçeyên Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava) ve bû sembola yekîtiya neteweyî. Ji Serhedê heta Botanê, ji Germiyan û Hewlêrê heta Mehabad û Sineyê, bi taybet jî piştgirî û serhildana gelên Bakurê Kurdisanê ya ku bi rojan li ser sînor dewam kirin bi hezaran dilxwazên azadiyê sînorên xêzkirî parçe kirin û mil bi milê şervanên YPJ û YPG'ê li dijî tarîtiyê şer kirin. Ev helwest nîşan da ku dilê Kurdistanê li Kobanê bi hev re lê dide.
Di heman demê de, Kobanî bû wijdana cîhanê. Di 1'ê Mijdarê de, dema ku gelên cîhanê ji Parîsê heta Berlînê, ji New Yorkê heta Abya Yalla Tokyo heta Amed û Qamişloyê daketin qadan û gotin "Em hemû Kobanî ne", wan nîşan da ku berxwedana Kobaniyê ne tenê ya Kurdan e, berxwedana tevahî mirovahiya azadîxwaz e. Ew piştevaniya gerdûnî bû hêza ku tarîtiya DAIŞ'ê şikand.
Weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di 1'ê Mijdarê Roja Kobaniyê ya Cîhanî de em careke din tekez dikin ku berxwedana Kobaniyê bingeha serkeftina gelên me û îspata yekîtiya me ya azad e. Vê destanê nîşan da ku jinên bi felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" xwe bi rêxistin dikin û gelê me yê ku li çar parçeyên Kurdistanê li dora vê xetê bûye yek, dikare çarenûsa sedsalekê biguherîne.
Li ser vê bingehê, em li hemberî bîranîna hemû şehîdên xwe yên leheng ku canê xwe dan da ku em îro bi serbilindî li ser vê axê bijîn, bejna xwe ditewînin.
Soza me ji bo şehîdên me û gelê me yê welatparêz ew e ku em ê heta dawiyê xeta berxwedaniyê biparêzin, destkeftiyên vê axê mezin bikin, yekîtiya neteweyî xurttir bikin û welatê xwe ji her cure tarîtiyê re bikin qada ronahiyê.
Bijî Yekîtiya Jin û Gelê azadîxwaz!
Şehîd Namirin!
Fermandariya giştî ya YPJ’ê
1'ê Mijdarê Roja Kobaniyê ya Cîhanî
1.11.2026
#ypj #YPG #DefendRojava 👇👇
https://t.co/FOVyt9AFjo
https://t.co/h7SmOCqZ5L
Ji Raya Giştî ya Cîhanê û Gelê Me yê Welatparêz Re
Dîrok ne tenê şahidê serdemên tarî ye, di heman demê de şahidê berxwedana ku tarîtiyê parçe jî dike ye. Kobanî, di bîra mirovahiyê de ne tenê bajarek e; ew xeta berxwedana rûmetê ye, qada ku jiyanê li ser mirinê bi ser xistiye û keleha berxwedana bêhempa ya YPJ'ê ye.
Di salên ku pêlên tarîtiyê li cîhanê rabûn �� çeteyên hov xwestin mirovahiyê têk bibin, Kobanî bû cihê ku stêrka azadiyê ji nû ve lê hilat. Li ser kolanên ku bi xwîna lehengan hatin rengînkirin, îradeya jina azad nîşan da ku tu desthilatdariya tarî nikare li hemberî daxwaza jiyana azad bisekine. Weke ku Arîn Mîrkan bi çalakiya xwe ya fedayî bircên vî bajarî kirin stargeha ronahiyê, fermandar û hevrêyên leheng ên wekî Gêlhat, Diyar Bagok, Rêvan, Herdem, Destîna qendîl , viyan Peyman, zehra û Îvana hûvmên jî bûn sembolên vê têkoşînê. Îro jî her jineke YPJ'ê li ser wê şopa pîroz dimeşe.
Ya ku berxwedana Kobaniyê kir destaneke bêhempa, yekîtî û hişmendiya neteweyî ya gelê me bû. Di wê serdema dîrokî de Kobanî ne tenê bi qehremaniya xelkê xwe, bi helwesta bi rûmet û tevlêbûna bi coş a keç û xortên ji her çar parçeyên Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava) ve bû sembola yekîtiya neteweyî. Ji Serhedê heta Botanê, ji Germiyan û Hewlêrê heta Mehabad û Sineyê, bi taybet jî piştgirî û serhildana gelên Bakurê Kurdisanê ya ku bi rojan li ser sînor dewam kirin bi hezaran dilxwazên azadiyê sînorên xêzkirî parçe kirin û mil bi milê şervanên YPJ û YPG'ê li dijî tarîtiyê şer kirin. Ev helwest nîşan da ku dilê Kurdistanê li Kobanê bi hev re lê dide.
Di heman demê de, Kobanî bû wijdana cîhanê. Di 1'ê Mijdarê de, dema ku gelên cîhanê ji Parîsê heta Berlînê, ji New Yorkê heta Abya Yalla Tokyo heta Amed û Qamişloyê daketin qadan û gotin "Em hemû Kobanî ne", wan nîşan da ku berxwedana Kobaniyê ne tenê ya Kurdan e, berxwedana tevahî mirovahiya azadîxwaz e. Ew piştevaniya gerdûnî bû hêza ku tarîtiya DAIŞ'ê şikand.
Weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di 1'ê Mijdarê Roja Kobaniyê ya Cîhanî de em careke din tekez dikin ku berxwedana Kobaniyê bingeha serkeftina gelên me û îspata yekîtiya me ya azad e. Vê destanê nîşan da ku jinên bi felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" xwe bi rêxistin dikin û gelê me yê ku li çar parçeyên Kurdistanê li dora vê xetê bûye yek, dikare çarenûsa sedsalekê biguherîne.
Li ser vê bingehê, em li hemberî bîranîna hemû şehîdên xwe yên leheng ku canê xwe dan da ku em îro bi serbilindî li ser vê axê bijîn, bejna xwe ditewînin.
Soza me ji bo şehîdên me û gelê me yê welatparêz ew e ku em ê heta dawiyê xeta berxwedaniyê biparêzin, destkeftiyên vê axê mezin bikin, yekîtiya neteweyî xurttir bikin û welatê xwe ji her cure tarîtiyê re bikin qada ronahiyê.
Bijî Yekîtiya Jin û Gelê azadîxwaz!
Şehîd Namirin!
Fermandariya giştî ya YPJ’ê
1'ê Mijdarê Roja Kobaniyê ya Cîhanî
1.11.2026
#ypj #YPG #DefendRojava
👇👇
https://t.co/FOVyt9AFjo
https://t.co/h7SmOCqZ5L
Yekîneyên Parastina Jinê û Lîwaya Hesekê piştî barîna barana zêde û lehiyê li Kampa Waşokani alîkariya penaberên Serê Kaniyê dikin
Barîna barana zêde ya ku li herêmê barî, bû sedema lehiyê li beşên Kampa Waşokani, ku penaberên ji bajarê Serê Kaniyê lê dijîn. Ev yek êşa malbatên penaber zêdetir kir û rewşa wan a mirovî zehmettir kir.
Di bersivdana vê rewşê de, Yekîneyên Parastina Jinê û Lîwaya Hesekê dest bi belavkirina alîkariyan ji bo penaberên zirar dîtin kirin, da ku êşa wan sivik bikin û di derbasbûna vê rewşa zehmet de piştgiriya wan bikin.
Ev gav di demekê de tê avêtin ku hewcedariya zêdekirina hewldanên mirovî û dabînkirina piştgiriya pêwîst ji bo niştecihên kampê heye. Ji ber barîna baranê, cihên rûniştinê yên gelek malbatan zirar dîtine, û ev yek hewcedariya dabînkirina pêdiviyên bingehîn û baştirkirina şert û mercên jiyanê yên penaberan derdixe holê.
Ev bûyer balê dikişîne ser êşa domdar a penaberên Serê Kaniyê yên li kampan dijîn û girîngiya xurtkirina bersiva mirovî ji bo parastina ewlehiya wan û dabînkirina hewcedariyên wan ên bingehîn nîşan dide.
#ypj #YPG #DefendRojava
👇👇
https://t.co/iIA8Iexygl
https://t.co/kYeOnSX5o0

Ji Bo Raya Giştî û Hemû Jinên Têkoşer
Girtina biryara darvekirinê ji bo çalakvan û girtiya siyasî ya jin a Kurd Werîşe Muradî ji aliyê Rejîma Îslamî ya Îranê ve, berfirehiya siyaseta qirkirina jinê û êrîşeke rasterast e li ser îrade û azadîxwestina tevahiya jinan.
Dîroka Rejîma Îranê şahidê wê yekê ye ku desthilatdariya paşverû her tim xwestiye berxwedana gelê Kurd û pêngavên rizgariya jinê bi sêdar û tirsê bitebisine. Ji Şêrîn Elemhûlî heta Zeynep Celaliyan û îro jî Werîşe Muradî, siyaseta çewsandina jinên berxwedêr di bingeha hişmendiya vê desthilatdariyê de cîh digire. Vê desthilatdariya ku ji felsefe û dengê "Jin, Jiyan, Azadî" ditirse, îro dîsa dixwaze bi van biryarên dermirovî tolê ji kevneşopiya berxwedanê û ji pêşengên jin bistîne. Lê dîrokê gelek caran nîşan daye ku tu siyasetên tirsandinê û tu sêdar nikarin îradeya jinên ku ji bo azadiyê rabûne ser piyan bişkênînin.
Werîşe Muradî îro ne tenê girtiyeke siyasî ye, di heman demê de berdewamiya mîrata berxwedana jinên Rojhilatê Kurdistanê û sembola tekoşîna li dijî paşverûtiyê ye. Êrîş û xetereya li ser jiyana wê, berdewamiya êrîşên li ser destkeftiyên dîrokî yên tevgera azadiya jinan e. Wek Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), em vê biryara îdamê û her cûre polîtîkayên darvekirinê bi tundî şermezar dikin. Em radigihînin ku ev siyaset bêhiqûqî ye û xefka faşîzmê ye ku dixwaze paşeroja civakê di taritiyê de bihêle.
Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan, saziyên navneteweyî û tevgerên jinan ên cîhanî dikin ku li dijî van cezayên darvekirinê bêdeng nemînin û xwedî li berxwedana girtiyên siyasî derkevin. Bêdengiya li beramberî van sûcan, rê li ber kûrbûna zilma desthilatdaran vedike. Em silavên xwe yên şoreşgerî dişînin bo berxwedana hemû jinên di zindanan de ku kevneşopiya têkoşînê ya dîrokî diparêzin, û em pênase dikin ku em ê di her mercî de bibin deng û parêzvanên maf û têkoşîna wan. Berxwedana jinan a ji bo azadiyê wê tu carî bi darvekirin û zextan paşve venekişe.
Bijî Berxwedana Jinan!
Na Ji Darvekirinê Re!
Jin, Jiyan, Azadî!
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)
21.10.2026
#ypj #YPG #DefendRojava
👇👇
https://t.co/xInIeiH30S
https://t.co/MfRkbt1xrQ
https://t.co/MCyK35mCra
Ji bo Raya Giştî û Medyayê
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), ku di têkoşîna li dijî terorê û parastina nirxên mirovahiyê de xwedî dîrok û sekneke girîng e, derbarê geşedanên dawî û pêvajoya nû de berî her tiştî gelê me û paşê raya giştî agahdar dike:
Di çarçoveya hewldanên ji bo pêkanîna aramiya herêmê û avakirina paşerojeke ewle de, nîqaş û nirxandinên li ser pêvajoya entegrasyonê berdewam dikin. Di vê pêvajoyê de, YPJ wekî hêzeke xweser û taybet cihê xwe digire.
YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye, di heman demê de sembola îrade û ked a jinê ye. Ji ber vê yekê, derbarê hûrgiliyên beşdarbûnê û rola YPJ’ê ya di avaniya nû de, li ser bingeha parastina nasname, ezmûn û destkeftiyên jinan, nîqaşên berfireh berdewam dikin.
Em wekî YPJ diyar dikin ku di her gavê de xeta me ya sereke parastina destkeftiyên gelê me û mafên rewa yên jinan e. Encamên van nîqaşan dê di demên pêş de bi zelalî ji raya giştî re werin ragihandin.
Fermandariya Giştî Ya (YPJ)ê
20/10/2026
#ypj #YPG #DefendRojava
👇👇
https://t.co/nt58FBL1Gg
https://t.co/PUhuavZCMN
https://t.co/PNfnzbxC2t
Ev kiryara li ser wêneyên şehîdan li dijî nirxên me ye
KOBANÊ – Edlê Bekir li hemberî êrişên ku li taxa Xwêran a Hesekê li ser wêneyên şehîdan pêk tên bertek nîşan da.
Edlê Bekir got: "Em wek gelê Kobanê vê kiryara li ser wêneyên şehîdan şermezar dikin. Şehîdên me ji bo me nirx in, rûmeta me ne, ronahiya çavên welat û axa me ne. Em îro bi xwîna şehîdan li ser piyan e."
'Ev kiryar li dijî jinan e'
Edlê Bekir wiha domand: "Êrişa ku îro li ser wêneyên şehîdan tê kirin, di rastiyê de êrişa li ser jinan e. Ev kiryar şîroveyeke cuda hilnagire, kiryareke li dijî hemû nirxên me ye. Em vê kiryarê şermezar dikin, em li hemberî bêdeng namînin û qebûl nakin."
'Kezî sembola têkoşîna me ye'
Edlê Bekir bal kişand ser wateya keziyê û got: "Îro destdirêjî li ser keziyên me tê kirin. Bila dewlet vê baş bizanibe, ev kezî sembola me ne. Ew keziyên ku dinyayê ji hovîtiya DAIŞ'ê rizgar kirin, keziyên şervanên me bûn. Hêza ku dawî li hovîtiya DAIŞ'ê anî YPJ bû."
'Em ê têkoşînê mezintir bikin'
Edlê Bekir di dawiyê de got: "Peyama min ewe ku kes li hemberî vê kiryarê bêdeng nemîne. Em xwediyê bi hezaran şehîdan in û tu kes nikare pêşî li têkoşîna me bigire. Em ê wek jin, wek dayikên şehîdan têkoşîna xwe hîn xurtir bikin."
#ypj #YPG #DefendRojava
👇👇
https://t.co/k8dG8mIgSN
https://t.co/yJzNdCEdfn
https://t.co/mah3jmYyUW
Malbatên Şehîdan ên Kobanê: Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin
KOBANÊ – Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê Rodîn Mihemed bertek nîşanî êrişên li ser wêneyên şehîdan ên li Hesekê da û got: Em vê bêrêziyê qebûl nakin.
Rodîn Mihemed diyar kir ku ev çend roj in li taxa Xwêran a Hesekê hin kes bi awayekî bi zanebûn tevlîheviyê derdixin û êrişî wêneyên şehîdan dikin.
'Ev êriş li dijî hemû gelan e'
Rodîn Mihemed wiha axivî: "Ev şehîd ji bo azadiya axa Sûriyê û ji bo parastina hemû gelan ji komkujiyê canê xwe feda kirin. Destdirêjîkirina li ser wêneyên wan ne tenê destdirêjiya li ser malbatên wan e, destdirêjiya li ser hemû nirxên me ye. Ev bi eşkereyî binpêkirina hiqûqê ye.
"'Armanc têkbirina pêvajoya entegrasyonê ye'
Mihemed destnîşan kir ku armanca van êrişan têkbirina pêvajoya entegrasyona Sûriyê ye û wiha domand: "Ev bêrêzî wê rê li ber avakirina Sûriyeke hevbeş nagire? Berevajî vê, ev kiryar hewldana astengkirina entegrasyonê ye. Divê dewleta Sûriyê van êrişan bibîne, pêşî li xerabkariyan bigire û hesab ji berpirsiyaran bixwaze."
'Em ê bibin şopdarên riya wan'
Rodîn Mihemed peyama xwe wiha bi dawî kir: "Divê Sûriyeke demokratîk û azad bi destê hemû neteweyan bi hev re were avakirin. Em weke dayîkên dibêjin, em ê heta dawiyê şopdarên riya şehîdên xwe bin.
Şehîd namirin."
#ypj #YPG #DefendRojava
👇👇
https://t.co/DTl7C0U6gx
https://t.co/YYux4dhC9x
https://t.co/cLyBu3OKJO