Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand.
Peyama Rêber Apo bi vî rengî ye:
“Welatparêzên hêja, nûnerên qedirbilind, mêhvanên birûmet;
Berî her tiştî ez 24. Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi hestên xwe yên herî ji dil silav dikim û vê hevdîtina we ya bi wate û 27 saliya KNK’ê pîroz dikim. Di avakirin û damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK’ê dE, min jî ji aliyê xwe ve ked da û piştgirî lê kir. Li zîndanê da be jî, li gorî derfetan, min xebata we şopand û dem dem jî p��şniyarên xwe ji we re şandin.
Her nîqaşek ku li ser paşeroj, yekîtiya neteweyî, mafên demokratîk û vîna hevpar a gelê Kurd tê kirin, di meşa dîrokî ya gelê me de xwedî cihekî girîng e.
Gelê Kurd îro di qonaxeke pir girîng a dîroka xwe re derbas dibe. Kurdên ku bi sedsalan rûbirûyê polîtîkayên înkar, tinekirin, parçekirin û bêstatûbûnê hatîn hiştin, bi berdêlên mezin vîna xwe ya azadiyê parastin, şiyana xwe ya siyasî pêş xistin û bûn yek ji dînamîkên civakî yên herî girîng ên Rojhilatanavîn. Êdî ne pêkan e ku mirov qala hevkêşeyeke Rojhilatanavîn bike ku tê de Kurd neyên hesibandin û vîna wan tune bête zanîn.
Ev rastî ji bo Kurdan berpirsiyariyên nû jî tîne. Berî her tiştî, pêşxistina çanda diyalog, guftûgo û xebata hevpar di navbera Kurdan de erkekî dîrokî ye. Yekîtiya neteweyî ya Kurdan ne armanceke ku tenê tevgerek, partiyek an jî aliyekî siyasî bi tena serê xwe pêk bîne. Ev yekîtî dikare bi keda hevpar a hemû hêzên siyasî, rewşenbîr, jin, ciwan û dînamîkên civakî yên Kurd ava bibe.
Yekîtiya demokratîk a navbera Kurdan, ne ne-pejirandina cudahiyan e; berevajî vê, gihîştina cudahiyan e li ser zemîneke demokratîk. Armanc ne yekdengî ye, armanc ew e ku mirov di mijarên neteweyî yên hevpar de vîneke hevpar nîşan bide. Pêşxistina helwesteke hevpar di mijarên sereke yên ku berjewendiyên gelê me de ne, rênedana bikaranîna Kurdan a li dijî hev û parastina destkeftiyên neteweyî bi hişmendiyeke hevpar, divê di nav prensîbên bingehîn ên yekîtiyê de bin.
Ji ber vê yekê, pêşxistina pêvajoyeke berfireh a diyalog û muzakereyê di navbera Kurdan de xwedî girîngiyeke mezin e. Riya derbaskirina xeyidandin û veqetînên borî ne şer e; axaftin, nîqaşkirin û dîtina çareseriyên hevpar e. Fikra kongreyeke neteweyî ya demokratîk jî divê weke îfadeya saziyî ya vê hewceyiyê bête dîtin.
Ligel vê yekê, paşeroja gelê Kurd tenê bi yekîtiya neteweyî ve girêdayî nîne, di heman demê de bi têgihîştina civaka demokratîk ve jî girêdayî ye. Nêrîna civaka demokratîk esas digire ku pirsgirêk ne bi şer û tundûtûjiyê, belê bi siyaset, hiqûq û guftûgoya demokratîk çareser bibin. Ev nêrîn wekheviya gelan, demokrasiya herêmî, rêxistinbûna azad û jiyana hevpar diparêze.
Hilbijartina dîrokî ya li pêşiya gelê Kurd tenê nîqaşeke statûyê nîne. Mijara sereke ew e ku dê jiyaneke civakî ya çawa bête avakirin. Têgihîştina civaka demokratîk, azadiya gelê me bi azadiya gelên din re dinirxîne; armanca wê ne şer e jiyana hevpar e, ne parçekirin e yekîtiya demokratîk e.
Tişta ku îro pêdiviya me pê heye; rihê yekîtiya neteweyî ya bihêz di navbera Kurdan de, piştevaniya demokratîk bi gelên Rojhilatanavîn re û dîtineke hevpar a paşerojê ye ku li ser bingeha azadiyê ava bibe. Ji ber vê yekê, mezinkirina lêgerîna Kurdan ya ji bo yekîtiya demokratîk, parastina destkeftiyên neteweyî û bihêzkirina nirxên civaka demokratîk berpirsiyariya me hemûyan ya hevpar e.
Bi van hest û ramanan ez civîna we careke din silav dikim û hêvî dikim ku nîqaş û encamên ku dê derkevin holê, xizmeta yekîtî, azadî û paşeroja demokratîk a gelê me bikin.
Ez serkeftinê dixwazim û hemû beşdaran bi rêz silav dikim.”
@dilbixwindara Çima rastiya bûyerê nabêji. Hozan Diyar hemû derewên we û lîstokên we eşkere kir.
Eger ew xortê alê ve giredayî pir bi Kurdistanê hes dike çima ne Kurdistanê ye û reviyaye Ewropayê?
Hûn nabin neynûkekê Hozan Diyar.
KJK: Şengal için harekete geçelim
“Rojava’ya yönelik soykırım saldırısı ile başlayan ikinci 15 Şubat komplosu, şimdi de Şengal’e yönelik soykırım planı ile devam ettiriliyor. Şengal’e dönük her türlü girişim, ikinci büyük DAİŞ saldırısı olacaktır.”
https://t.co/Xmy59qn3AL
Bila herkes heddê xwe bizane!
Ji cihê xwe yê germ heddê kesê nîne gotina biavêjê gel û şervanên Rojava. Ger wisa zimanê we dirêje dê fermo werin keleka me şer bikin. Ev gel 15 salin berdel didin û heya niha jî dide. Kesên ku ziman dirêjiyê dikin, bi mejuyê xwe yê biçûk aqil didin Rojava, zerre misqal rûmeta we hebe bê rêziyê nekin û tekoşîna heyî xwedî derkevin.
Halep direnişinde şehit düşen kadın arkadaşların yaşının küçüklüğünü tartışanlar insanlığın en soysuzlarıdır. Başınıza gelsin diyemeyeceğimiz kadar korkunç bir tecavüz ordusuna karşı direnmenin yaşını tartışmak Daiş aklıdır. Alçaklar!
ÖZEL HABER
PJAK: Halk rejimle hesaplaşmaya kararlı
🔸İran ve Doğu Kürdistan’da yaklaşık iki haftadır süren protestolar
🔸Kürdistan Özgür Yaşam Partisi PJAK, protesto gösterilerini nasıl tanımlıyor?
🔸İran güçlerinin müdahalesi daha da şiddetlenirse, PJAK ne tür bir politika izleyecek?
PJAK Yönetim Kurulu Üyesi Rêwar Awdanan, Nûmedya24'ten Diyar Ciwan'ın (@diyarciwan2 ) sorularını yanıtladı.
https://t.co/T8j3ACeTB4
İran'da isyan büyüyor: Polisler sokaklarda denetim kurmakta zorlanıyorlar
-İran'da ki halk ayaklanması 6 gündür aralıksız sürüyor
-Akşam saatleri ile birlikte Tahran, İsfahan ve Şiraz eyaletlerinde eylemler yeniden başladı
-Bir çok yerde direnişçiler polisleri püskürtüyor
Böyle bir dünya yıkmayla da temizlenmez. Yanıp küle dönmeli. Kadınların eliyle yakılmalı, içindeki tüm mahlukatlarla birlikte küle döndürülmeli. Kadınlar bu mahlukatları doğurmamalı, doğurmak isteyen de kadın da kül olmalı 😡
Leyla Zana Kürt toplumunun bir değeridir. Leyla Zana’ya yönelik hakaret ve saldırı, toplumun ve mücadelenin her alanında öncüleşen Kürt kadınına ve Kürt halkına uygulanan faşizmin bir yansımasıdır. Genetikleşmiş ve toplumsallaşmış faşizmin en aşağılık biçimde dışa vurumudur.
İnternette kadına yönelik “cinsel sömürü” ilanı
"IŞİD bağlantısı çok güçlü"
Türkiye’deki mülteci kadınların, yalnızca davetle girilen bir internet sitesi üzerinden açıkça “satıldığı” ortaya çıktı.
İlanlarda kadınlar “ürün” olarak tanımlanıyor, evlilik ya da cinsel kölelik seçenekleri sunuluyor. Erkekler, mülteci kadınları ‘satın alıyor’ ve bu ağı besliyor.
https://t.co/bpjiumW9AW
“Bir savaşın anatomisi” adlı kitapta, PKK’ye dair “Bugün çok büyümüş, değişik alanlarda örgütlenmiş, belki devlet değil ama bir devletten daha fazla kapsam ve sisteme kavuşmuş…” diyerek, önemli bir belirleme yapan Murat Karayılan’ın cümlesindeki yelpaze, aslında durumu ve süreci anlama konusunda bir mihenk taşı olabilir hepimize.
Akın Olgun yazdı | “Bir devletten daha fazlası” üzerine https://t.co/c0S04ZELil