@mikailbilbil Destê we sax be û spasss ji bo keda we hemî hêjayiyên Artukliyê di serî de jî Mamoste Kadri Yildirim û serperştiyên din yên vê beş û vê xebata pîroz î giranbiha, her sax û serkeftî bin
@Yusufsaladin21 Belê rast e li cem min heye, kitêbeke pir hêja ye, min xwest wergerînim kurdî lê ji ber ku pir bû min riya xwe lê nedî û ez carê bi paş dixînim, silav
@Yusufsaladin19 Ibn Esir jî dibêje: Şawankare/Şabankare Kurd in, ji bilî ku Ibn Hewqel, Istexrî, Mesûdî, Ibn Xurdadbe Yaqûtê Hemawî û seyahên ereb yên din hemî navên 33 Eşîrên kurdan yên nav welatê Faris bi xwe didin ji bilî yên herêmên Kurdan. Min ev tekstên wan hemi ji erebî wergeradin kurdî
@Mustafa830827 Gelek spass ji bo vê agahdariyê, ez dizanim ku malbata Suhrewerdî bêje hima hemî zanayên mezin yên kurd in, lê mixabin ku min ev kitêb nedîtiye. Digel silavan û dîsa spasss
@zeydanlioglu Belê zimanê kurdî hem mirata dê û bav û bapîrê, hem jî nîşana hebûn, ayin û bîr û baweriya me ye, em wî weke çavên xwe biparêzin û bikar bînin da her bijî û winada nebe, ji bilî ku li gorî ayeteke Quranê ew nîşaneke Xwedê ya bireweriyên me ye jî. Roja zimanê kutdî pîroz be
@mahmutbozarslan Bi rastî Seydayê Bozarslan yek ji Rumetdar û têkoşerekî pir hêja yê kurdan bû ku hemî jiyana xwe dabû ziman û tarîxa kurdan. Min çend caran seredana wî kir, lê ya bihadar û sûdmend hevpeyvîna ji bo sêsedsaliya Mem û Zînê bû ku me ji bo Armancê pê re kiribû. Gora wî bihuşt be.
@SilemanCevik Çawa tê bîra min Seydayê Cegerxwîn û Seydayê Gurdilî li ser wan şi’r nivîsîne bi navê “Bîranîna Şehîdan”. Her weha ez bawerim Nûrî Dêrsimî jî ya di “Bîranînên” xwe de yan jî di “Tarîxa” xwe de behs kiriye. Belkî hinek agahên têkel jî li ser di kitêba pêşî ya Mesûd Barzanî de hene