Mehmet Atlı - Ay Lê Gulê
"Rengê te yê pir delalî
Bilbil li ser te dinalî
Te nebînim bi vî halî
Armanc û kesera min î
Ay lê Gulê gula min î
Şêrîna l’ber dilê min î
Gulê nadim malê dinê
Ez ser gulê têm kuştinê
Gulê kesk û sor û zer e
Nîşana alê li ser e
Êdî reng sipî û gewher e
Şêrîn û peymana min î
Ay lê Gulê gula min î
Şêrîna l’ber dilê min î
Gulê nadim malê dinê
Ez ser gulê têm kuştinê"
Helbest / Şiir / Poem: Rêncber
Muzîk / Müzik / Music: Mihemed Şêxo
Mehmet Atlı - Wenda
"Dijmêrim ha îro ha sibê ha îro ha sibê
Bi çi xwe bixapînim, nizanim nizanim nizanim
Direwe xewa min direwe û nayê nayê
Guh nade dilê min, guh nade min har e har e
Derve bihar e, bîra min tu yî
Çavê'm li rê, mizgîna min nayê
Zêde dibe, hesret kêm nabe
Dibe baran, ser min dibare
Tu çûyî, neçûyî
Dirêj dibe, dawiya şev' nayê
Wenda dibim li dûyê cixarê
Difetisim li vê bajarê
Tu çûyî, neçûyî"
Gotin / Söz / Lyrics: Mehmet Atlı
Muzîk / Müzik / Music: Mehmet Atlı