Me bi xemgînî bihîst ku hevşaredarê me yê Agiriyê #MehmetAkkûş ji nav me bar kiriye. Sekna wî ya polîtîk û rûmetdar û xîzmetguzariya wî ya ji bo gelê Agiriyê li ber çavan e. Bêguman gelê me dê tu car wî ji bîr neke. Em jî di serî de ji malbata Akkûş re, ji bo hemû hezkiriyên wî û gelê Kurd sersaxî dixwazîn. Cihê te bihuşt be rêheval Mehmed!
Ağrı Belediye Eşbaşkanımız Mehmet Akkuş’u kaybetmenin derin acısını yaşıyoruz.
Hastalığına rağmen son ana kadar halkının yanında duran, emeğini ve yüreğini mücadeleye adayan değerli yoldaşımızı sonsuzluğa uğurladık.
Onun duruşu ve halkına olan bağlılığı bizlere örnek olmaya devam edecektir.
Başta ailesi, sevenleri ve Ağrı halkı olmak üzere tüm yoldaşlarımızın başı sağ olsun.
Rehma Xwedê li ser te be Memed. Ruhê te şad be.
Malbata #Îmîr û #Tan bi navbeynkariya me li hev hatin. Em ji ber nêzikatiya wan, spasiya her du malbatên xwe yên li Êlih’ê û kesên di vê aştiyê de cih girtina dikin. Aştiya navxweyî bêguman ji bo aştiyeke civakî û siberojeke azad girîng e. Lewra aştî dê yekîtiya neteweyî jî bîne.
Endamên me yên sekreteryayê îro li Wanê civîna xwe ya mehanê li dar xistin.Pêvajo û xebatên ku di çarçoveya yekîtiyê de tên meşandin,hatin nirxandin.Herwiha ji bo bihêzkirina xebatên yekîtiyê divê çi werin kirin hatin niqaşkirin.Têkoşîna yekîtiya neteweyî dê bi bawerî bidome.
Ji bo endamên me yên sekreteryayê û delegeyên me yên Serhadê bernameya perwerdehiyê hat lidarxistin.Di serdema nû de bipêşxistina xebatên yekîtiyê krîtîk in. Em ê ji bo yekîtiya demokratîk xebatên xwe ya polîtîk û dîplomatîk geştir bikin. Ji bo beşdariyê em spasiya hemûyan dikin.
Gelê me yê rûmetdar bi ruhê yekîtiyê pakrewanên xwe yên azadiyê hembêz kir. Em jî bi soza geşkirina yekîtiya neteweyî hemû pakrewanên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Em êrîşa li karkerên demsalî yên Kurd ku li Zonguldakê li ber çavên hêzên ewlehiyê pêk hatin, şermezar dikin. Ev êrîşên faşîst tenê ne keda karkeran, nasnameya wan jî hedef digire. Ev êrîşên nijadperestî divê ji aliyê Hikumetê ve jî neyên qebûlkirin û tewdîrên ewlehî bên standin.
#QetlîamaDîgorê ku 33 sal berê îro pêk hat, di dîrokê Kurdistanê de rûpeke reş e. 17 kesên sivîl ji ber ku dijî cerdewantiyê derketin û yekîtiya xwe parastin, hatin qetilkirin. Divê lêkolîn were kirin û kujer werin cezakirin. Em cangoriyên qetlîamê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Hevberdevka me @GulcanKcmzSyygt ji bo rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd û hewcedariya avakirina neteweya demokratîk nivîsî.
Kürt ulusal birliği sigortadır https://t.co/aeUR7Dy1Ip @YouTube aracılığıyla
Tarihi bir süreç olan Barış ve Demokratik Toplum Sürecinde önemli bir eşik aşıldı. “Milli Dayanışma ve Toplumsal Bütünleşmenin Güçlendirilmesi" kanun teklifi, Meclis Genel Kurulu'nda 468 oyla kabul edildi.
Yasanın Barış ve Demokratik Toplum Sürecine hayırlı olmasını temenni ediyoruz.
Eleştirileri ve önerileriyle katkı sunan tüm vekillere ve siyasi aktörlere teşekkürlerimizi sunuyoruz
Türkiye ve bölge halkları için Barış ve Demokratik Toplum Sürecinde yükümüz bu saatten sonra daha da ağırlaşmıştır. Bunun farkında olarak mücadelemizi sürdürecek, barışı, demokrasiyi ve eşitliği bu topraklarda kalıcı hale getireceğiz.
3 Ağustos 2014’te DAIŞ (IŞİD) çeteleri tarafından gerçekleştirilen 74. Ferman, Şengal’i ve Êzidî halkını yok etmeyi amaçlayan bir soykırım saldırısıydı. Bu saldırının hedefi, Êzidî halkını ve varlığını ortadan kaldırmaktı.
#3êTebaxêJiBîrNekin
Kurdên Êzidî bi dehan caran bi fermanên zalimane re rû bi rû man. Hatin qetilkirin, hatin revandin; îşkence li wan hat kirin û çand û bawerî rastî êrîşan hat. 12 sal berê jî li Şengalê dîsa xwestin ku Êzidiyan tune bikin. Lê gelê Kurd bi rûhê yekîtiyê li hev xwedî derket. Em ê zilma li gelê Êzidî ji bîr nekin, tu car nedin jibîrkirin. Bimre koletî, bijî azadiya Kurd û Kurdistanê!
#3êTebaxêJiBîrNekin
Em kêfxweş in ku li Mersînê 2 malbatên me yên ji Sêrtê li hev hatin. Lewra aştiya mezin, di serî de aştiya me ya navxweyî girêdayî ye.Malbata #Ayhan û #Aydınalp jî bi nêzikatiya xwe hêz dan têkoşîna me ya yekîtiyê.Em spasiya her du malbatên xwe û kedkarên yekîtiya neteweyî dikin.
83 sal berê li Geliyê Sefoyê komkujiyeke nû li dîroka Kurd û Kurdistanê zêde kirin. Lewra 33 Kurdên bêsûc li ser sînor hatin qetilkirin. Em ê tu car ji bîr nekin û heta hevrûbûneke rasteqîn pêk tê, têbikoşin. Em hemû cangoriyên ku hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin.
Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku neviyê Şêx Seîd Efendî, hevşaredarê me yê berê yê Xinûsê #HasanBasrîFirat ji welatê xwe dûr çûye li ber dilovaniyê Xwedê.Têkoşîna wî ya ji bo gelê Kurd dê neyê jibîrkirin. Em ji malbata wî re sersaxî û sebir dixwazin. Xwedê bi rehma xwe şad bike.
Em êrîşên dewleta Îranê yên li ser Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin, sersaxiyê ji bo malbatên 9 şehîdan û Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê dixwazin.