Ji bo çalakiya hefteya 1000î ya Dayikên Şemiyê !..
Hezar silav ji bo têkoşîn û berxwedana we!...
Hezar silav ji bo hêvî û cangoriya we...
Tekoşîna we serbilindiya me ye, rûmeta Kurdistanê ye...
RAPERÎNA ZIMANÊ KURDÎ
YA LI QADA DIJÎTAL
…
Em li dijî KURDÎkujiya
li qada dijîtal
dikarin zimanê KURDÎ
çawa biparêzin
û çawa bi pêş ve bibin?
Raperîna zimanê KURDÎ
ya li qada dijîtal
dikare çawa pêk bê
û çawa bi ser bikeve?
Kerem bikin bixwînin🙏🌻
@WelatInfo
KURDBÛYÎN
QADA DIJÎTAL
Û TÊKOŞÎN
Nivîskar
û têkoşera zimanê KURDÎ
Jîn ARYEN
bi nirxandinên xwe
berê me dide
têkoşîna KURDBÛYÎNa
li qada dijîtal…
Her bijî Jîn ARYEN!
Kerem bikin…🙏🌻
@WelatInfo
@JînAryen1401
Têkoşîna Bijîşk Qasimlo di dîroka têkoşîna azadiya gelê kurd de xwedî merheleyeke girîng e ku rê û rêçikên nû vekiriye li pêşiya kurdan. Qasimlo pêşengekî zana yê kurdan e ku divê tu car neyê jibîrkirin. Em li ber têkoşîna wî serê xwe ditewînin
Bi rêzdarî 🙏🌺
Mestûre di pêşketina helbesta kurdî de wek stêrkekê derket pêş, di heman demê de wek nivîskar û lêkolînereke pêşeng a navdar deng veda. Ew bi jîrbûn û zanîna xwe hê jî wek stêrkeke geş di wêjeya kurdî de dibiriqe.
🖊️Nivîsa Jîn Aryen
👇👇👇
https://t.co/3ArzecpwPz
Mestûre Kurdistanî ku li Rojhilata Navîn dîroknasa yekemîn a jin e, di wêjeya kurdî de jî bi gelek helbest û berhemên xwe yên cuda hê jî wek çavkaniyeke bingehîn e ☘️ Mestûre Kurdistanî 1804 -1848-I https://t.co/RAtuVU4H8H via @rojnamexwebun
ANTÎGON
Jîn ARYEN
Antîgone!
Me jî ew welatê bihûşt terikand
Ji ber gunehên ‘xwedayên’ bêbext
Me jî laşê xwe da ber guleyên serdema kujer
Û me jî çavên xwe kor kirin
Li kuçe û kolanên mişextiyê
Em jî ker û lal bûn di nava bêdengiyeke sewsî de
Antîgone!
Goştê me pirtî pirtî kirin
Eciqandin di nava diranên xwe yên riziyayî de
Tif kirin rûyê me
Û hestiyên me dan destên me
Goştê me tev xwarin Antîgone
Wî qewmê nîvmirov ê hov
Wek çeqel û keçelokan
Wek kurm û mar û mişkan
Antîgone!
Li wî welatê goristanan
Em li siya gora xwe digeriyan
Li goristana bêxwediyan li xwe
Bi hesreta kulmek axa reş
Li ser xaka xwe
Li malwêrana xwe
Divê tu min fam bikî Antîgone
Du hezar û penc sed sal e
Ev barê te daye ser pişta me
Ji me re şerm
Ji wan re serfirazî
Ji te re bargiranî
Rûreşiya hemû mirovahiyê…