Di sala 1982an de ji Mêrdînê, ji bo pêşbaziya sporê em çûbûn Enqerê.
Wê wextê di dibistana navîn, sinifa 3yan de bûm.
Li semta Ulusê min xwest ji xwe re cotek gore bikirim.
Çûme ber dikanek piçûk, du jinên çarşefkirî, ji dikanê li ber derketinê bûn.
Ji xwediyê dikanê re bi Kurmancî tiştek gotin, xatir xwestin û derketin.
Xwediyê dikanê, xortek di salên min de bû.
Li navenda Enqerê rastî Kurmancî hatibûm; pir şaşmayî mabûm.
Ez ketim hundirê dikanê û bi Kurmancî min got:
-Cotek gore bide min.
Ez bûbûm şahidê axaftina dikandar û wan jinikan, min jî ji dikandar rasterast bi Kurmancî gore xwestibû.
Di wan salên xwe de min nizanîbû li Enqerê, Qonya, Kirşehir, Yozgat, li Aksarayê û li wan derdoran Kurd hene.
Dikandar jî digot belkî, ez bi zaneyî çûme dikana wî.
Wî gotibû belkî, ez Kurdekî ji wan gundên derdora Enqerê me.
Wan gundên ku wan salana tew haya min jî ji wan tunebû.
Nizanim wî pirsî, min got, xweş nayê bîra min, derket ku ez ji Diyarbekirê me.
Çend nav ji min pirsîn, dît ku ez nizanim; ez ne xelkê wan deran im.
Ji Diyarbekirîbûna min re pir kêfa wî hatibû.
Min rasterast pê re Kurmancî gotibû, belkî jî ji ber vê kêfa wî hatibû.
Li şûna 3 kaxezan, 2 kaxez û nîv pere ji min girt. Min goreya xwe girt û derketim.
Wê wextê min nezanî ew xorta behsa çi dike; dikandar jî ew tişta bi min neda famkirin.
Paşê min zanî li Anatoliya Navîn, li Enqerê û derdora wê, gundên Kurdan û çend navçeyên ku piraniya wan Kurd in hene.
-ji nivîsa min-
-Dosyeya Kurdên Anatoliya Navîn/jimar: 175-
@IdeliMehtab@ademoezguer@nubihar
Vîdeoya ku Nûbihar çap dibe parve dikim.
Jimara 175an di roja Cejna Zimanê Kurdî de, çap bû û derket!
Ew roja ku kovara Hawarê derketibû.
Pir şa bûm; tam di roja wê û di wexta wê de.
Û bi dosyeyek balkêş: Kurdên Anatoliya Navîn.
@IdeliMehtab@ademoezguer@nubihar
Bu sabah Vatan Emniyet Terörle Mücadele şubesinde burdaki paylaşımlarımdan dolayı “bölücülük ve terör propagandası” suçlamasıyla ifade verdim. Soruşturmaya konu olan tweetlerimin çoğu Türkiye’yle ilgili değildi. Düşünce ve ifade özgürlüğü kapsamında herhangi bir “suç” veya propaganda içermiyordu.
Kürtçeden yapılan çeviriler yarım yamalaktı ve bu dil bazı üniversitelerde okutulmasına, devletin birtakım kuruluşları Kürtçe kitap yayımlamasına rağmen, belli ki “tanınmayan”, “bilinmeyen” dil kategorisinde kalmaya devam edecek. Soruşturmaya konu olan cümlelerde “ne demek istediğimizi” anlatmak, yazdıklarımızı çevirmek durumunda kalıyoruz. Suç isnadı yapılmadan doğru düzgün bir çevirinin olması gerekmez mi? Bu Kürt diline karşı açık bir önyargıdır. Türkiye Kürt ve Kürdistan’la ilgili her şeyi daha ne kadar “bölücülük ve terör” parantezine sıkıştıracak? Düşüncelerimizi açıklamamız, geleceğimiz üzerinde söz sahibi olmamız yasal yaptırımlar ve baskıcı uygulamalarla engellenemez.
Yaw em gilî gazina kuçikan dikin û dibêjin nahelîn Kurd ser axa xwe azad be. Le heyran qaşo ewna serok merok in serê Kurdan de yaw hûn ji me çi dixwazin? Xwezî hûn qe tunebana. Tu qurbana bavê xwe bî erê welleh. Bavê te ji te xêr nedît ka çi kêrî te ji gelê te re werê edî?
Hunermenda ciwan Hevi ji Efrîn bi dengê xwe yê zelal, ronahî û rengîn dilên mirovan hejand û gihîşt fînala pêşbirka dengê X Factor a ku li televîzyona Danîmarkayê TV 2 tê weşandin.
Ev serkeftin encama ked, bawerî û jêhatîbûnê ye.
Îşev şeva finalê ye.
Yê ku dê bibe yekemîn bi dengê temaşevanan tê diyarkirin.
Yên ku li Danîmarkayê ne, dikarin bi SMS an jî bi aplikasyona TV 2 deng bidin.
Yên ku li derveyî Danîmarkayê ne, dikarin bi belavkirina vê dengê piştgirî bidin.
Dilê min bi Hevi re ye.
Serkeftin Hêvî can.
Rêya te vekirî be
https://t.co/HN2xz0bTHE
Mêrên ku ji bona serbestiyê
Ji bona azadiya welatê xwe mirine
Hêja ne ko milet gî bê
Û di pêşiya gora wan de bisekine
Di nav navên spehîtir de,
Yên çelengtir navê wan e
Kubarî û her mezinahî
Di pêşiya wan de bê rewş û zînet in
Herçend ji wan di axa reş de
Xwe dirêj kirine
Mîna dayikeke delal
Milet ji wan re dilorîne
Şan û mezinahî bi te dikeve
Welatê delal û abadîn
Şan û şeref bi wan dikeve
Yên ko qurbana te bûne
Di nav ax û xwînê da
Gelî Şehîdino... Şehîdên welêt
Mêr, mêrxas hon in
Û yên ko didin ser şopa we
Û mîna we divên bêne kuştin
Victor Hugo
(Werger: Celadet Alî Bedirxan, Hawar, Hejmar: 27, 15 Nîsan 1941)