#VÎDEO - Di konsera Hozan Diyar de li ser Alaya Kurdistanê alozî derket
🛑 Ciwanek Alaya Kurdistanê datîne ser milên Diyar, jinek tê alayê radike û aloziyek çêdibe
Pervîn Buldan ji bo çi Ocalan dike “gotûbêjekarê sereke” yê doza miletê kurd?
Di rastiya xwe de gotinek ya bi navê “doza miletê kurd” hîç ne di deftera Ocalan de heye ne jî di ya Pervîn Buldan û partiya ko ew nûnertiya wê jî dike de heye.
Lê Pervîn Buldan di hevpeyvîna herî dawiyê de digel rojnamevana jina Cansu Çamlibelê kiriye de dibêje; “Divê ji aliyê yasayî ve statuyek bo Ocalan bihê diyar kirin û ev statu dikare wekî ‘Serekê gotûbêjkar- Chief negotiator- yê kêşeya kurd” bihê bi nav kirin.
Bêguman Ocalan serokê hêmû rêkxistinên di bin per û baskên wî de ye, serokeke mitlaq e. Lewma di derbarê danûstandinên digel van rêkxistina hemûyan de normal e ko Ocalan keseke sereke be.
Lê gotina divê “Ocalan bo kêşeya kurd bibe sereke gotûbêjkar” gela çi qas rewa ye anjî çi qas rast e?
“Fersendê bidin min ez dê ne tenê kurdên li Tirkiyeye yên Suriye, Iraq û Îranê jî bêxim di xizmeta delweta tirk de.” Herî dwaiyê jî wî got: “Daxwaza mafên kulturî jî bo kurdan ne rast e.”
Ev gotinên Ocalan kakilê siyaseta Ocalan rastiya siyaseta wî ya 50 salan e. Ocalan dema ko hêj li Bekaayê jî bû xwedanê heman siyasetê bû. Ti armancek ya wî ya çareserkirina doza miletê kurd nebû, yek armanca wî hebû ew jî helandin û tunekirina vê dozê bû. Têkbir e, ne çareser ker e.
Ocalan zêdekirina milîtanan, komkirina xelkê kurd li derdorê wî û PKK-yê ti caran wekî hêzek ya bi destveanîna mafê kurdan bi kar neanî, tam berevajî di cihê şîara “Bijî kurd, bijî Kurdistan”ê de şîara “Bijî Serok Apo!” di nav rêkxistina xwe de da bicih kirin. Bilindkirina Ocalan li ser her tiştî re girt, ev jî bi zanabûn ji bo pûçkirina armancên siyasî bû.
Ocalan bi xwe dibêjê di nav rafên PKK-yê de 15 hezar kes ji aliyê wî û PKK-yê ve hatin kuştin. Sedemê kuştina van kesan hemûyan ew bû ko pêgirî li rêçika Ocalan nedikirin. Ji bo pûçkirina armancên siyasî bilindkirina Ocalan mîsoger kirin.
Bi kurtasî, Ocalan di 1973-yê de rêkxistinekê ava dike, ev rêkxistin di 19984-ê de dest bi şerê çekdarî dike; di maweyên dehan sal yê vî şerî de bi hezaran gundê kurdan xera dibe, bi deh hezaran kurd têne kuştin û bi milyonan kurd ji cih û warê xwe dibin. Lê armanceke tenê ya siyasî ya diyarkirî bo doza miletê kurd nayê pênase kirin. Tenê yêk şiar û armanc heye ew jî “bilindkirina Serokê Apo!” ye. Her niha jî heman siyaset e.
Dema Ocalan di 1999-ê de hat girtin û ew li Imralîyê û lêpirsîna yasayî jî li wî kirin, Ocalan yêk gotin, yêk têgeh anjî bêjeyekê tenê ji bo parastina mafê kurdan bi kar naîne. Lê got; “Ev şer ji binî xelet bû aqilê min yê niha di serê min de bûya, min şereke weha nedikir; fersendê bidin min ez dê xizmetê bo dewletê bikim.”
Dema Pervîn Buldan li mala xwe runiştî bûya anjî jibilî siyaseta li ser çarenivîsa miletê kurd dike xwedanê her çi pile û payeyê bûya mafê kesê nebû behsa kesatiya wê anjî jiyana wê ya takekesî bike. Her dema Pervîn Buldanê tenê hewl bidaya ko ka dê Ocalan çi çareseriyê ji rêkxistina xwe re bibîne, ji bo vê yekê bixebitiya mirov dikarî bêjê ev jî keşeyek ya Ocalan, Pervînê û rêkxistina Ocalan e.
Lê dema Pervîn Buldan bi vê nezanîn û bêperwatiya xwe, xwe diavêje meydana siyasetê û mertaliyê ji miroveke qirêj yê wekî Ocalan re dike û dixwaz wî bike “Serokê kurdan” wê çaxê mafê her kurdeke ji miletê xwe hez dike heye ko ji Pervîn Buldanê rê bêje “Hiş be, devê xwe bigire, ne hedê te ye tu siyasetê li ser navê kurdan bikî!”
Ger Pervîn Buldan rast, durîst û xwedanxirêt bûya, pirtûka ko Necdet Buldan (tîyê wê) bi navê “PKK’de Kadın Olma” nivîsiye, dê bigirtiya destê xwe û dê ji kirêtî û karên rûreşiyê yên Ocalan hesap bipirsiya neko hewla bidaya wî bike “Serokê kurdan”
Her Pervîn Buldan di mijara ko dibêje Ocalan bi mişêwiriya birêvebirên rêkxistina xwe biryaran dide de jî dereweke mezin dike. Ocalan bi xwe dibêje “Di nav PKK-yê de kesê 12yê jî tune ye, her tişt ez im”
Her ne jixwe ve Pervîn Buldan parlamenter e û divê hemû karên parlamenteriyê şefaf û zelal bin, lê ew dibêje ez nikare behsa danûstandinê digel grubên dewletê tên kirin bikim.
Tarihte Bugün
5 Nisan📆
Avukatlar günü kutlu olsun.
Videodaki çocuk Yunus Muratakan 1996 yılında TC'nin tüm baskılarına rağmen "Korucu" olmayı reddeti.
📌20 yıl geçti. Yunus Avukat olup DEM Partide aday oldu ama bu sefer de Yunusun partisi ona "Gönüllü Korucu" olmayı dayattı.
For years, PSG’s failures in Europe were blamed on the “low level” of French football.
The moment they won it, the same lack of competition suddenly became an advantage. It give them the freedom to focus on Europe.
When English clubs dominated, it was proof their league is miles ahead of every other in Europe.
The second they struggle, now the league is too competitive.
Çi mirovên ker hene. Keçelo lîstika fitbolê ji astek hilda gihiştand astek din. Tîma wî jî deh sal in tirs dide hemû tîmên dinyayê. 6 car epl, 3 cl bes e..
Terora pkk berdewam e lê xwezil hun jî ewqas ber bi bayê ve neçûna. Popilîstîya we konformîstîya we û serda jî îdîaya rewşenbîrtiya we em gêj kirin..
https://t.co/V3eEicqpuS
#Eladîn_Ednan_Emîn kurdekî hemwelatiyê Swêdê bû, daket Qamişlo ji bo serdana malbata xwe, lê "Kurdên Qehreman" ew wisa li dayika wî vegerandin.
Ez bawer dikim we li Bultena Rojava a Dilbixwiîn Dara nihêrî û we *Weled lawo, weled lawo* bihîst.
Terora PKK berdewam e.
#علاء_الأمين