Ewrûpa îro serkeftina "D-Day" pîroz dike. Di 6ê hezîrana 1944an de ji 150.000î zêdetir leşkerên Hevpeyman bi rêya deryayê gihîştin Fransayê. Piranîya hêzên derketin herêma Normandîyayê ji Amerîka, Brîtanya û Kanadayê bûn. Bi vê hemleyê, hêzên Hevpeyvan li Ewrûpayê li dijî Nazîyên Almanyayê enîyeke nû ava kirin.
#ŞerêCîhanêDuyemîn #Ewrûpa #Normandîya #DDay #Berwarnews
Penaberên li Misrê berdêla polîtîkaya #YekitîyaEwrûpayê didin. YE di 2024an de Misrê wekî "partnerekî stratejîk" pênase kir û salane 7.4 milyar euro alîkarî terxan kir. #Misir di berdêla vê de rêya Ewrûpayê ji penaberan re girt. Sûdanî maxdûrê vê polîtîkayê ne ku hejmara wan a li vî welatî bûye 1.5 milyon.
#Penaber #MafênMirov #Sûdan #Berwarnews
#Îrlanda plan dike ku di navbera çar salan de 1.7 milyar euro ji bo parastinê mesref bike. Îrlanda bi tenê ji % 0.22 ya Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (HNN) ji bo parastinê vediqetîne. Welêt ne endamê NATOyê û heta niha di mijarên parastinê de bêalî hatîye naskirin.
#Ireland #Parastin #Mîlîtarîzm #Berwarnews
#Anthropic şîrketeke #AqlêÇêkirî ya Amerîkayê ye ku di sala 2021an de li San Franciscoyê hat damezrandin. CEO û hevdamezrînerê şîrketê #DarioAmodei ye. Nirxê pîyaseyê ya Anthropicê 965 milyar dolar e û ev jî wê li cîhanê dike şîrketa herî binirx a Aqlê Çêkirî.
#Teknolojî #Berwarnews
https://t.co/UosRBa09pv
Anthropicê pêşnîyaz kir ku leza pêşketina #AqlêÇêkirî bê kêmkirin. Şîrketê dîyar kir, eger ev pêk neyê, di siberojê de vê teknolojîyê dikare ji kontroka mirovahîyê derkeve.
#Anthropic#AI#teknoloji#Berwarnews
https://t.co/96bosVuaHp
Balafirên Fransayê di 2ê hezîranê de li Deryaya Baltikê şeş balafirên Rûsyayê tesbît kirin. Balafirên fransî di çarçoveya ewlehîya Baltikê de li Lîtwanyayê hatine bicîkirin. #NATO piştî endamtîya #Swêd û Fînlandê hema hema hemû Deryaya Baltikê kontrol dike.
#DeryayaBaltik #Alozî #Ewrûpa #Rûsya #Berwarnews
Civîna YE- #RojavayêBalkanan îro li Montenegroyê hat lidarxistin. Rojeva civînê nirxandina endamtîya #YekitîyaEwrûpayê ya 6 welatên li herêmê ne. Albanya, Bosna-Hersek, Bakurê Makedonyayê, Montenegro û Sirbistan bi salane li benda endamtîyê ne.
#EUWesternBalkans#Balkan #Berwarnews
Rojnameyên Belçîkayê ragihandin, hejmara mîlyonerên li vî welatî gihîşt 146.400î. Ev kesên wekî "mîlyonerên-dolar" tên pênasekirin, xwedî 387 milyar dolarî ne. Piranîya vî pereyî di bin kontrola ji % 1ê vê koma dewlemendan de ye,
#Belgium#Belçîka#Aborî#Berwarnews
Meclîsa Nûneran a Amerîkayê ji #Trump daxwaz kir ku şerê li hember Îranê bisekinîne. Di nava çend rojan de ji bo vê biryarê wê di Senatoya Amerîkayê de dengdanekê bê lidarxistin. Biryara Meclîsa Nûneran serkeftineke sembolîk a Partîya Demokrat tê qebûlkirin.
#Amerîka#DYA #Îran #Berwarnews
Di çarçoveya vê operasyona fînansî ya mezin a di dîroka borsayê de wê 555 milyon hîseyên şîrketê bên firotin. Bihayê hîseyên di borsayê de wê ji 135 dolarî dest pê bike. Eger vê planê bi ser bikeve wê nirxê SpaceXê bigihîje derdora 1.8 trilyon dolarî.
#Spacex#Aborî#Berwarnews
https://t.co/f2QfZ3Vdyu
#SpaceX plan dike ku bi rêya firotina hîseyên xwe ji borsayê 75 milyar dolar bidest bixe. Eger ev yek pêk were wê nirxê şîrketê bibe 1.8 trîlyon dolar. Bi hemleyê wê #ElonMusk bikaribe bibe trîlyonerê yekemîn ê cîhanê.
#Teknolojî#Aborî#Amerîka#Berwarnews
https://t.co/f2QfZ3Vdyu
#Tonga di 4ê hezîrana 1970an de bû serbixwe. Tonga di 1900î de bi peymanekê heftê sal di bin kontrola Brîtanyayê de ma. Welêt li başûrê Okyanûsa Pasîfîkê ye û ji 170 giravan pêk tê. Nifûsa Tongayê 100 hezar e.
#IndependeceDay#Serxwebûn#Berwarnews
The #Belfast City Council has approved the Irish #LanguagePolicy after eight months of controversy over the issue. From now on, #Irish will be an official language of the council alongside English, and bilingual signage will be prepared for the council's service buildings. Furthermore, Belfast City Council will allocate £1.9 million in funding for the new policy.
#Ireland #Language #Berwarnews
@CnaG
https://t.co/yjW6u093ve
#Ewrûpa têkoşîna li hemberê penaxwazên daxwaza wan a rûniştinê hatîye redkirin mezin dike. Welatên =?#YekitîyaEwrûpayê di sala 2025an de ji derbarê 492.000 kesan de biryarên deportkirinê dan. 135.000 ji wan kesan hatin deportkirin. Tirkîye, Gurcistan, Sûrîye û Albanya piranîya kesên tên deportkirin qebûl dikin.
https://t.co/0Qsc56dVej
Serokwezîra Denmarkê Mette #Frederiksen hikumeta xwe eşkere kir. Ji 21 wezîran 11 ji wan jin in. Ev cara yekemîne ku di hikumetekê de hejmara jinan ji mêran zêdetir in. Jin wê wezaretên aborî, navxweyî, tenduristî û avhewa-enerjîyê bi rê ve bibin.
#Denmark#Jin#Civak #Berwarnews
El Nîno fenomeneke avhewayê ye ku dema ava li herêma Ekwadorê ya li #OkyanûsaPasîfîkê ji herdem zêdetir germ dibe, pêk tê. El Nîno dema pêk tê, bandorê li avhewaya cîhanê dike, rêya bayên sereke û diguherîne û pergala normal a baranê xera dike.
#Ekolojî#Berwarnews
https://t.co/Qq4xHnTjih
Rêxistina Meteorolojîyê ya Cîhanê (RMC) ji bo El Ninoya ku dibe sebeba karesatên avhwayê hişyarî da. Rêxistinê got, îhtimala ku vê havînê El Nino pêk were ji % 80 ye.
#Climate#Avhewa#Elnino#Berwarnews
https://t.co/sOvizbVysb
#YekitîyaEwrûpayê peynaneke nîqaşbar a di derbarê penaxwazîyê de qebûl kir. Xalên vê peymanê destûr dide ku kesên ku daxwaza wan a penaberîyê hatine redkirin li navendên welatên sêyemîn bên bicîkirin.
#Penaber#Penaberî#MafênMirov#Berwarnews
https://t.co/IoMIUbFYKi
Denmark welatekî li bakurê Ewrûpayê ye ku nifûsa wê li derdora 6 milyonî ye. Welêt endamê #YekitîyaEwrûpayê û NATOyê ye. #Denmark di dema rêveberîya serokwezîr Mette Frederiksenê (2019-2026) de hewl dide modela halxweşî-sosyal a Skandînavyayê bidomîne.
#Berwarnews
https://t.co/BGLzBNEYnq