Coğrafyamız��n inci tanesi olan Siirt şehrinde, Şeyh Muhyiddin el-Hâvilî’nin oğlu Şeyh Abdurrahman el-Bilvânisî kendi medresesinde talebelerine İslâmî ilimleri Kürtçe ana dilleriyle okutuyor. Gerçekten de ne güzel, hem manevî hem de millî bir manzaradır bu. Üstelik yalnızca o da değil; coğrafyamızdaki birçok Kürt şeyhi ve mollası, talebeleri anlayabildiği müddetçe derslerini Kürtçe anlatmaya özen göstermektedir. Bu gelenek eskiden beri böyledir.
Günümüzde Kürtçe ne yazık ki giderek zayıflamış ve yok olma tehlikesiyle karşı karşıya kalan diller arasına sürüklenmiştir. Fakat Kürtçenin tamamen kaybolmasının önündeki en büyük setlerden biri, asırlardır ilim ve irfan yuvası olan Kürt medreseleri olmuştur.
Xelata Rûmetê ya Avestayê
Weqfa Kulturî ya Avesta ku bo geşedan û parastina kultura kurdî hatiye avakirin dê ji sala 2026an pê ve her sal Xelata Rûmetê ya Avestayê bide.
Armanca Xelata Rûmetê ya Avestayê darîçavkirina wan kesan e ku qedr û qîmetê kultura kurdî parastine, xurt kirine, veguhastine bo nifşên dahatûyê û bi berhemdariya fikrî ya ji her qadê bûne reng û dengekî nû.
Bi vê xelatê em dixwazin kesên di qadên kulturî yên cuda de berhem dane, bi berhemên xwe rê li ber me vekirine, bo xebatên kurdî bûne pêşeng û bûne parçeyek ji berdewamiya hizr û bîra kurdî, bêhtir derbixin pêş û qedrê wan bigirin.
Li gel ku her kes dikare bo Weqfê namzedan pêşniyaz bike, kes jî dikarin bo Xelatê xwe wekî namzet nîşan bidin.
Biryara dawî ya kesê ku xelat heq kiriye dê ji aliyê Lijneya Rêveberiyê ya Weqfa Kulturî ya Avestayê ve bê dayîn.
Xelat dê her sal li ser navê kesayetekî dîrokî/navdar yê cuda bo kesekî bê dayîn û ya pêşî dê Cotmeha sala 2026an li Diyarbekirê bi merasîmekê bê pêşkêşkirin.
Bo kesê hêjayî xelatê;
Plaket,
100.000 lîre û
Seteke kitêban a taybet, têkildarî qadê wekî diyarî bê dayîn.
Kesê bixwaze namzedan pêşniyaz bike dikare heya 15ê Îlona 2026an ji [email protected] re binivîse.
Weqfa Kulturî ya Avesta
Ji bo karekî pîşeyi hatime Erzinganê. Hinekî li kolanê bajêr gerîyam. Li bajêr ji xeynî ber derê girtîgehê ti dengê kurdî nehate min. Û li otelê ji devê camerekî Dêrsimî sê gotinên dimilkî pekîn. Îsmet Înonû gihaye armanca xwe.
✋✌️ Pîroz be.
Hûn jî GMAIL a xwe vekin û zmanê xwe yê sereke bikin Kurmancî.
Ji bo Gemini zanibe Kurdîzan çi qas pir in û pirtir cî bide Kurmancî, ev kirina we dîrokî ye.
Bûye deh sal ez zewicîme. Ez eslê xwe Zaza me. Hevjîna min jî Kurmanc e. Em li mala xwe da ez bi Zazakî qisey dikim ew jî bi Kurmancî qisey dike. Tenê li mala xwe da na, em li derve da jî bi vî awayî qisey dikin. Çend roj berî hevalêke hat mala min. Hevalêke Zaza.
@hunerjen Min niha gemînî bi dengî ceribandin, min bi dengî gelek tişt jê re got û min got van gotinê min dubare bibe, gîşkî derbase nivîsê kirin. Tam wek xwestina min derbas kirin înşellah dê hîn pêşde herê