Anî cihê xwe, rakir rûyê xwe.
Arê xwe pêtiye, ariya xwe rêtiye.
Baca xwe bide, serê xwe neêşîne.
Qenckiro, bi xwe kiro; xerabkiro, bi xwe kiro.
Bavê xwe bi bîr bîne, gunehê xwe bi xwe bîne.
Gotinên pêşiyan
Wêne: Hişê Çêkirî - HÇ (AI)
Yek hevalê roja reş çêtir e ji sed hevalên roja xweş.
Xwedê kevirekî li mirov dide, heftan jî ji ser mirov re digire.
Gotinên pêşiyan
Dibêjin, em mîr in, pîr in û şîr in, lê tu dên û bala xwe dide wan ku ji bo fêde û berjewendiyeke pîsîk, xwe dikin kûçik, tajî û teres.
Di vî zemanê zêmar de; tenêbûn, ne birînek e, stargehek e.
Bed û wêraniya herî kovî ew e ku mirov bi xwebûna xwe re ne dirust be.
Mirov dikare ji her kesî re behsa rastiya rasteqîn a jiyanê bike lêbelê pir zehmet e ku mirov wê rastiyê bi serê xwe bijî.
Axe, li hemberî xerîban hed û sînorê xwe dizane, lêbelê xulamê axê hed û sînorê xwe nizane — lewra xulam, axayê xwe wekî Xwedayê xwe dibîne, ji ber vê yekê wisa difikire ku axayê wî jî mîna Xwedê, hed û sînor ji wî re tune ne.
@RaisingKurds Biyanîbûn, di koka xwe de, tê wateya dûrketina mirov ji xwe, ji xwebûna xwe, ji civakê an jî ji nirxên ku jiyan ji bo wan bê wate dibe. Ev rewş ne tenê problemeke takekesî ye; ew di heman demê de nîşaneya girêk û pirsgirêkên kûrtir ên civakî û binyadî ...
https://t.co/CQBDH8OqTC
@RaisingKurds Derûn(nas)iya Biyanîbûnê
(Psychology of Alienation)
Derûn(nas)iya biyanîbûnê yek ji warên herî girîng û balkêş e di qada derûnnasiya modern de. Ev têgeh ku xwedî dîrokeke felsefî û civakî ya zengîn e, bi gelek aliyên jiyana mirov re têkildar e û
https://t.co/C8PnGUSKNr