@FexriyaA Pirsek xweş e. Lê ne bawerim ku binivîsînin. Yên ji wan veqetiyanin jî nikarin rastiya xwe binivîsînin. Ji xwe yên di nava wan de qet nikarin tiştekî weha binivîsînin.
GARDIYAN BI TIRKÎ ÇÛ ÇAPÊ
Romana min ya ku li ser rewş û êşkenceyên zîndana Diyarbekirê (1980-82) û psikolojiya Gardiyanên wê zîndanê, bi wergera brêz Cano Amedî cara dudan ji bona ku hûn wê baş binasin weşanxaneya Akademiya ZÎLANê wê bi tirkî diweşîne.
Li bendê bin…
Romana min ya bi navê GARDIYAN bi wergera brêz Cano Amdî bi tirkî çû çapê. Ev roman rastiya zîndana Diyarbekirê û rewşa Gardiyanin wê, li ser devê Gardiyanekî tîne zimên.
Lê bendê bin, bixwînin û wê zîndanê baş binasin…
Bûbê Eser dibêje:
Yuksel Avşar hêja, qîmet û rûmeta me kurdan e. Yên destdirêjî û devdêrêjiya wê bikin, divê vê baş bizanibin ku dê Kurd xwedî li wê rûmeta xwe derkevin.
“Apoyî çi ye???
Apoyî ew e ku Kurdistana bi darê zorê kirine çarperçe, li gel erd û milet li ser daxwaziya xwe pêşkêşî Tirk, Ereb û Farisan kirin e.” Danyar Cande
Werger: Bûbp Eser
@Alicevenresmi Çecan ê hêja ew tim erîşkarin. Ew tim xelkê bi gunehên xwe berê ku ew çi bûn bi wê sûcdar dikin. Dema romana min ya bi navê SAPO derket ew roj heta niha her êrîşî min jî dikin. Ji bona rastiya wan dernekeve êrîşî kesên rastiyê dibêjin û dinivîsînin dikin.
Rewşa bakurê Kurdistanê gelekî xerab e. Hema hema têk çûye. Lê mixabin, serok û rêberên partiyên me û gelek zana û siyasetmedarên me ypn serbuxwe vê nabînin û her pesnê xwe û partiya xwe didin.
Çare yeyitî ye…BE