Li kuderê bim, siya te dikeve ser dilê min,
Mîna barana biharê ya li ser çiya.
Bêhn hewa te ye di hundirê singa min,
Tu evîna herî kûr î di nav vê canê de.
#evîn#aşk#kurdî#kürtçe#helbest#şiir
Roniya çavên te şeva min dike spî,
Di nav dilê min de şîn dibe gulek sor.
Rêya ku ber bi te ve diçe xemilî,
Bêyî te, dinya sar e û kolan zêde tor.
#evîn#aşk#kurdî#kürtçe#helbest#şiir
Rê dirêj e, tevlîhev e, çiya û ban e,
Ez dimeşim ber bi ronahiya sibehê.
Axa bîranînan tijî derd û birîn e,
Lê evîn e ku min digire li ser piyan.
#evîn#kûrdî#kürtçe#helbest#şiir
Li van kolanên sar û çolbûyî yên bajar,
Şopên lingên min man di nav toza berê.
Çi qas dûr bibim jî ji wan rojên sar,
Dengê te dinalit di hundirê min de, wek berê.
#helbest#kurdî#şiir#kürtçe
Ji bo te min ava kir bajarê xewnan,
Di nav tariya şevê de, bêyî tirsa bayê.
Çavên te yên lal bûn stêrkên li ezman,
Riya ku çûbû winda, dîsa hat diyarê.
#evîn#aşk#kurdî#helbest#şiir
Gava ku rûyê te dikeve şevên min bi wê Qur'anê
Radibim navê te radimîsin û li eniya xwe dikim li şûna vê Qur'anê.
Dibêjin ku tu xurrifi yî û derketîyî ji dînê wê Qur'anê
Ç'bkim dîn û îman tu yî bi vê Qur'anê.
#helbest#evîn#kurdî
Bi wê Qur'anê, vi wê Qur'anê
Ji te pirr hez dikim bi wê Qur'anê.
Tu sûreyeke ku kêm hatiye fêmkirin ji wê
Qur'anê
Ji ber wê, haya kesî ji bedewiya te nebûye bi vê Qur'anê.
Ji bo tu kes çavên te çavînî bekin bi wê Qur'anê
Devgirêdana li nêrînên xelkê dixim bi ayetên vê Qur'anê.
Dijmin dêwê xwînvexwar
Welat kirye tar û mar
Hirç ketiye nava rez
Li min bûye lez û bez
Dikim hewar û gazî
Bi vî dengî, vî sazî
Kes guh nadî saza min
Qîr-qîr û gaz-gaza min
Kurdno hemî bibne yek
Dest bavêjin gurz û çek
Werin șerê hirç û dêw
Biparêzin mal û mêw
#Cegerxwin#helbest
Efendîno
rahijin teşkên xwe
rahijin kincên xwe, postalên xwe û şivqeyên xwe çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re:
teng, top, tiveng, teyare...
û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh ü hepsên bêdergeh, zîndan û asaqgehên têrguneh û jinên xwe jî esseh efendîno,
biçin: berî kuç û kevir di we werbin biçin: berî ku dayikên kitansipî tü bikin ser çavên we
û hêj ku agir vêneketiye j" agir:
hima niha, vê kêlikê, ji vir rahijin teşkên xwe
ü biqeşitin ji vir, efendîno!
Ez rêwiyê riyên dirêj û tarî me,
Pêyên min westiyan di nav toz û axê de.
Lê ez meşiyam û çûm,
Ji bo dîtina ronahiya ku min di çavên te de dîtibû.
#helbest#kurdî#şiir#kürtçe
Şev direşîne tariya xwe li ser dilê min,
Ez di nav bîranînên berê de winda dibim.
Her ku stêrkek dikeve,
Navê te di dilê min de dibe birîn.
#evîn#helbest#şiir#kurdî#dil
Çewa stêrkên li asîmanan dûr in
Tu jî welê ji min dûr i
Lê di her kêliyê de ez bi te bûm
Ji te qût nebûm
Min her tim bi çewqa rojê re
Çavê xwe bi te re vekirin
#kurdî#helbest#şiir#evîn
Zimanê me nîşana hebûna me ye,
Rûmeta bav û kalên me giştan e.
Ger em zimanê xwe ji bîr bikin nas nakin,
Ev ziman dermanê dilê birîndar e.
#SeydayêTîrêj#helbest#ziman#kurdî
Welat welat welatêmin
Ez şiyarim tû xeyala mini
Ez radizêm tû Xevna Mini
Di xewde dinalim wek birîndara
Te porêmin sipi kir bi ciwanî
Wek Mina kala
Helbet emê vî hesabi bipirsin ji kurdê xain
Gelek ne yara
Welatêmin bi çiya û ber dare te min sond û qaseme
Kû ne varê te bê dinya te zindan û qeme
Tû qula dilê birin î çika Jahn û eleme
Tû welatêmin î şêrinî ez ji axate me
Ez ne dinim ez neharim
Teyrekî baz kesti bajarê Amedê ji xwere dixinim
We nexeşeki emeliyatê ji dil û gurçika birinim