ROVIYA QALIN, QALIND, STÛR ( KOLON)
Roviya qalin perçeyê sîstema ferikandinê ye ku piştî roviya zirav tê, kêm zêde 1,5-2 metre ye û ji van beşan pêk tê
1. ÇEKUM (Roviya Kor)
Ji roviya zirav dest pê dike û li rasta jêra zik bicî dibe. Xwarinên hatine ferikandin pêşî tên çekumê+
Roja Bavan û Roja Dayikan a derbasbûyî pîroz be. Min nikarîbû ez tenê roja bavan a bavê xwe pîroz bikim û derbas bibim. ❤️
Hûn di vî wêneyî de du mamosteyên min ên sereke dibînin. Yadê û Bavo🧿❤️ Stara xwedê li ser we be û bila siheta we her li cî be🥰
#yadê#bavo#war#welat
Qeyrana Dil çi ye?
Dema rehikek, damarek dil ji nişka ve dixetime qeyrana dil pêk tê. Bi vê yekê re perçeyekî dil ji xwîn û oksîjenê bêpar dimîne. Heke herikîna xwînê dîsa neyê serastkirin şaneyên masûlkeyên dil dimirin.
#qeyranadil#krîzadil#herzinfarkt#tenduristî#kurdî
Ez pir î caran bi xwe nikarim û fikrên xwe dibêjim.Min heta niha di warê zimên de alîkariya pir kesan kiriye, ji bo hînkirinê an jî pêşxistina zimên. Lê ka ez ê vê ji mirovan re çawa rave bikim? Min çend caran xwend lê wek mere di nava heriyê de bigevize😊 ez çûbûm û …hwd bes bû
Sibhanela ji xwedê re, 'ez herîm' û 'tu herî'. Straneke filmekî karton bi wergera Soranî kiribûn 'Min beraz im to beraz, ême hemûman berazîn' Ev 'ez herîm' û 'tu herî' ji 'ême hemûman berazîn' jî xerabtir e. Aqilê pozîtîvîst aqilekî sosret e û sosirmetan çêdike. Xwedê xêr ke.
Pêşniyar:
Vê floodê bixwînin:
1- Min https://t.co/soVJRQLsky roja 21.04.2005'an de, yanê rojek wekî îro ava kir. ket 21 saliya xwe.
2- Her sal heqê domain, hosting û Sertîfakaya SSL (ev yek ji bo ewlehiyê ye) dor 8 hezar TL pere dikim...
https://t.co/X9Lu1cu538
+++
Ji min netirse!
Di ala te ya birîndar de,
Rengekî birîndar im,
Nayêm dîtin..
li ser devên sînorên te,
pasvanekî kuştî,
şervanekî evîndar im,
ji bo te dijîm,
lê bi tenê ji te bêpar im..
Ehmed Huseynî.
Rehma xwedê lê be, wê şûna te pir xuya be hesbestvanê qedirbilind.
BERF❄️🧿❤️🥰
Ma min îşê vîdeoyê çêkir hevalno. Zêde dirêj nakim, di vîdeoyê de bi devkî û nivîskî min her tişt gotiye. Heta dawiyê temaşe bikim û bibînin bê mirov tiştan çawa li hev tîne❤️😉🥰
#dresercetin#evîn#berf#schnee#tenduristiyabikurdî#gesundheit
HINAR Û TENDURISTÎ ❤️🥰
Silav û rêz hevalên delal. Min ji bo we parvekirinek li ser hinaran amade kir û êdî emanetî we ye. Ji ber ku di vîdeoyê de min pir tişt gotine ez naxwazim zêde dirêj binivîsim.
Li xwe miqa te bin û bimînin di nava xweşiyê de
@EOzd47 Hinarên welêt bi destê min bikeve ez bawer im ez ê qêmîşî xwarina wan nekim keko. Lê li Hannovera Almanyayê jî Hinarên xweş tên dîtin. Dibe ku ji aliyê me hatibin…
@SedatTurlu Spas birayê delal, tu her hebî. Demên dawî derfetên min kêm e ez parvekirinan bikim lê axir di çend salên dawîn de min kêm zêde arşîvek çêkir. Û ez ji duaya te re jî dibêjim amîn. Hêvî dikim wê Kurdî roj bi roj di nava tenduristvanan de jî geştir bibe.
MAÇKIRINA BEBEKAN-PITIKAN❤️
Sîstema bergiriyê ( immunite) ya zarokên nûçêbûyî qels û lawaz e û bebek hê necebiriye. Loma jî maçkirin ji wan re nabe. Bi taybetî 2-3 mehên pêşî pir girîng e.
Ku ne nexweş bin dê û bav dikarin pitika xwe maç bikin.
TILIYÊN DESTAN BI KURDÎ
Ji kerema xwe bi navê herêma xwe ji min re binivîsin.
Li ser meselê em li Dêrika Mêrdînê wekî
1. Tiliya Girdekê
2. Tiliya Şehadetê
3. Tiliya Hortê (navîncî, ortê)
4. Tiliya Hingulîskê-Gustîlkê
5. Tiliya Qereqûçkê
Binav dikin. Hûn çawa binav dikin?
@Devliken_Klgr Belê ez dizanim çi mesele ye keko lê bi min têrê nake 😊 wekî hemwate û herêmî belkî tê bikaranîn jî. Lê Alzheimer nexweşiyeke cûda ya norolojîk e, nexweş heta zarok û merivên xwe nas nake. Sedema herî mezin a Demenzê (Nexweşiya Bîrê) Alzheimer e. Dîsa spas ji bo ravekirinê