JI ZIKÊ ÇI DERKET ÇI DERNEKET
Li Wanê kesekî netemam bi gazinda zikêşê çû nexweşxanê, bi muayenê di madeya wî de tiştûmiştên ecêb xûya bûn. Dixtoran bi emelîyatê ji madeya wî 233 tişt derxistin. Di nav wan tiştan de 83 pereyê hûr, kevir, vîda, bizmar û heta dûrasel pîl jî hebû.
MODAYA QÛNTAZÎYAN GIHA WELÊT JÎ
Ev çend roj e dîmenên mirovên xwetazîkirî ji bajarên cuda yên tirrkîyê li ser medyaya civakî belav dibû. Mixabin dîmenek bi wî rengî îro ji Qoser a Mêrdînê hat. Kesekî tazî bi kûçe û kolanên Qoserê ket.
ŞERÊ JI BO DIRÛTINA GÎYAYAN: 3 MIRÎ
Li gundê Tixîbê ku girêdayî Motka ya Bedlîsê ye ji ber dirûtina gîyayan di navbera pismaman de şer derket, di şerê bi dermançeyan re de 3 kesan jîyana xwe ji dest dan.
FELCÊ LI RÛYÊ JUSTIN BIEBER DA
"Wekî ku hûn dîbinin, ji ber vîrusa sendroma ramsay huntê felcê li nîvê rûyê min daye."
Stranbêjê navdar Justin Bieber, di weşana zindî de eşkere ku felcê li rûyê wî daye û daxwaza diayên qencîyê ji şopînerên xwe kir.
LI AVÊ DIGERÎYAN PETROL DERKET
Li gundê Meranê ya herêma torê gundîyan ji ber tinehîya avê sondajcîyan anîn gundê xwe. Di sondajê de 'erd nêzî 500 mîtro hate kolan, lê li şûna avê petrol derket.
GIRTÎYEKÎ KURD GIRTIGEHÊ ŞÊLAND Û REVÎYA
Li bajarê Kirklarelî ya Tirkiyê kurdekî bi navê Puturgelî Kenan ku bi eslê xwe ji navçeya Şîro ya Meletî ye û ji ber dizîyê hatîye girtin, ji kasaya rêveberîya girtîgeha ku ew lê girtî ye 10.700 lîrayê tirkî û 250 Dolar dizî û revîya.
EBRU QÛNDEŞ JI XWE RE MÊREKÎ NÛ DÎT
Stranbêja tirk Ebru Qûndeş a 47 salî piştî ku têra xwe pereyê Reza Zarrabê îranî xwarin sala par pihînek lê xistibû û dev jê berdabû, vê carê jî karsazekî kurd yê bi navê Rêzan Xweşnav ku 28 salî ye xiste davikê.
LI https://t.co/oxyxNFPUr6Ê KAMPANYAYEK BALKEŞ
Piştî ku dewleta tirkiyê navê xwe yê navnetewî ji Turkey'ê quliband Türkiye'yê li https://t.co/uGsWFzUMxYê çend kesan kampanyayek da destpêkirin ku navê bi engilizî ya 'elokan (turkey) bikin Türkiye
GELO AGIR BI BANGÊ VEDIMIRE?
Êvara borî li bajarê Qereçî ku paytexta Pakistanê ye li taxa Jail Çawrangî agir bi supermarketekê ket. Ji ber ku îtfaîye ya bajêr dereng ma niştecihên taxê jê hêvî kirin ku bi bangê agirê bitefînin.
Mixabin ev hewldan bi kêr nehat, dikan bû xwelî.
Li bajarê Karamanê ya Tirkiyê zilamek bi êşa nava xwe çû nexweşxanê.Di rontgenê de kifş bû ku di rovîkên wî de şûşeya sodayê heye.Zilam got "dema min serê xwe dişûşt piyê min şemitî, min hew dît li ser şûşê rûniştime min lê gerîya lê min şûşeyê nedît, te nezanî ketiye rovîkê min"