Sezaî Temellî bertek nîşanî qedexekirina çapemeniya Kurd da
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî ku li meclisê axivî, bal kişand ser qedexekirina malperên çapemeniya Kurd û got:”Ew qedexeyên li dijî hiqûqê divê demildest bên rakirin.”
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî qedexekirina hesabê Xê ya ajansa Mezopotamya, rojnameya Azadiya Welat, Berû û Nûmedya24 anî rojeva meclisê. Sezaî Temellî ku di Lîjneya Giştî ya Meclisê de bertek nîşanî astengiyan da û got: “Ew qedexeyên li dijî hiqûqî divê demildest bên rakirin. Bi destê BTKyê Tirkiyeyê veguheriye komara sansurê. Herî dawî Azadiya Welat, Ajansa Welat û Nûmedya24 ku bi Kurdî weşanê dikin hatin girtin. Her tim hûn dibêjin TRT 6 heye vê feraseta sansurkar nikarin veşêrin. Divê ew qedexeyên li dijî hiqûqê demildest bên rakirin.”
Dadgeha Iraqê cezayê sêdarê yê "Celladê kurdan" pesend kir
Dadgeha Federal a Temyîzê ya Iraqê, cezayê darvekirina Ecac Ahmed Herdanê Tikrîtî pesend kir.
Ecac Ahmed Herdanê Tikrîtî ku bi navê "Celladê Enfalê" û "Celladê Kurdan" dihate nasîn, bi tawanên "komkujî, tawanên li dijî mirovahiyê û destdirêjiya zayendî" ya li hember rizgarbûyiyên ji Enfalê dihate tawanbarkirin.
Tikrîtî, bi tawanên kuştina 1068 kesan û bi sedan tawanên skencekirin, birçîhiştin, destdirêjî û tawanên din dihate darizandin.
Ecac Tikrîtî di 31ê Tîrmeha 2025an de hatibû girtin
Wê biryara Dadgeha Federal a sêdarekirina Ecac, ji bo pesendkirina dawî biçe ber destê Serokkomarê Iraqê .
Tevgera kurd ji bo aşitiyek mayînde hewl da û hê jî dide. Hemû pêwîstiyan pêk anî da ku herî kêm çareseriyek ji şer re were dîtin. Gelo yên ji dêvla fêlbaziiya dewleta tirk bibînin, zêdetir berê xwe didan tevgera kurd û dijberî dikirin, niha ji bo lîstikan çi dibêjin? Kêfxweş in?
با چاوەڕێ بکەین، ئایا یەکێک لە فانە هێندە ئازا دەبێت کە دەنگی خۆی بەرز بکات؟
*
Ka em lê binêrin, ew ê yek ji vana bikaribin cesaret bikin û deng derxin?
Ev endamê ENKSê ji aliyê Şara ve wekî 'parlamenter' hat hilbijartin. Ecebe ji daxwaza federasyonê bo kursiyek yek kesî. Berê, ew digot, "Ji ber ku PYD biratiya gelan dixwaze, karesat tên serê Kurdan." Lê niha ew birayê HTŞê ye. Ew maqûl e an na?
Dîktatorî ji tirsa xwe dike bin xwe de bike. Ne weha be ev çi rew�� e! Ji komedyenek ditirsin. Bila bitirsin!
*
دیکتاتۆر لە ترسی خۆی هەوڵ دەدات هەموو شتێک بخاتە ژێر دەستی خۆی. ئەگەر وا نەبێت، ئەم دۆخە چییە؟ لە کۆمەدیانێک دەترسن. با بترسن!
Ev hesaba min a nû a bi kurdî ye. Ez ê li ser vê hesabê tenê bi kurdî binivîsînim. Min heta niha alîkarî da gelek hevalan. Hêvî dikim hevalan jî alîkarî bidin min û min bi taybet bighînin hevalên li welêt. Hesabên min ên din hemû astengkirî ne. Belkî em ê bi kurdî bighîjin welêt.
Komedyen Denîz Goktaş der barê pêşandana xwe ya stand-upê ku li ser YouTube hate weşandin de, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Giştî ya Komarî a Stenbolê de, li Balafirgeha Stenbolê hate binçavkirin.
📌 Malperên Ajansa Welat û Azadiya Welat hatin astengkirin
Saziya Teknolojiyên Agahiyê û Ragihandinê (BTK) malperên Rojnameya Azadiya Welat û Ajansa Welat asteng kirin. Her wiha hesabê medyaya sanal ê X'ê yê Ajansa Welat jî hat astengkirin.