Li Herêma Kurdistanê 8 tohmetbarên gendeliyê hatin girtin
Operasyonên li dijî tohmetbarên gendeliyê li Iraq û Herêma Kurdistanê berdewamin. Îro 8 berpirs û karmendên Îraqê li Herêma Kurdistanê hatine girtin û di nav wan kesan de parlamenter, alîkarên wezîran, birêvebir û karmend hene.
Ew kes ji aliyê Asayîşa Herêma Kurdistanê ve bi fermana dadwer hatine desteserkirin û li navçeya Pirdê ya Kerkûkê radestî hêzên ewlehiyê yên Îraqê hatine kirin.
Danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de hatin rawestandin
Li gorî îdiaya Wall Street Journal, piştî pevçûnên dawî yên li Tengava Hurmuzê, danûstandinên aştiyê yên ku diviyabûn di navbera Amerîka û Îranê de li Swîsreyê bêne lidarxistin, hatine rawestandin. Îranê ragihand ku ew beşdarî civînên teknîkî nabe, û her du alî jî ji ber êrîşên li Tengava Hurmuzê hê jî hevdu bi binpêkirina lihevhatinê tawanbar dikin.
🚨 NÛÇEYA LEZGÎN
YRK: Şer û pevçûnên li herêma Mihabadê berdewam dikin
Navenda Ragihand û Çapemeniya YRK’ê derbarê pevçûna li Mihabadê de daxuyaniyek weşand.
“Weke gelê me û raya giştî dizane li herêma Mihabadê, gundê Gageş û dewrûberê wê ji aliyê hêzên sipa ên pasdaran ve operasyonek leşkerî hatiye destpêkirin. Li gorî agahiyên herêmî, şer û pevçûn heta niha berdewam e. Li ser vê bûyerê dema agahiyên cuda bigihijin destê me, emê bi raya giştî re parve bikin. “
Konferansa Ziman bi dawî bû: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin
Konferansa ku Saziyên Zimanê Kurdî bi dirûşma ‘Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ li Amedê tê lidarxistin bi girtina biryarên girîng bi dawî bû. Di konfransê de biryara avakirina “Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî (KSZK)” hat girtin.
Li Zaxo jineke piştî şewitîna 10 rojan jiyana xwe ji dest da
Roja 18’ê Hezîranê li bajarokê Zaxo ji ber teqîna betlê gazê ji malbatekê 11 kes birîndar bûbûn. Îro yek ji birîndaran jina temen 24 salî ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest da.
Hêzên Îsraîlê li gundên rojavayê Derayê ya Suriyeyê bendên kontrolê danîne
Hate ragihandin ku dewriyeke Îsraîlê ji herêma el-Mexar ku li rojavayê gundê Abidîn li herêma hewza Yermûkê li gundewarê rojavayê Derayê ye ketiye gund û li ser rêya ku ber bi gundê Cumla ve diçe bendên kontrolê danîne.
🚨 NÛÇEYA LEZGÎN
Balafireke bêmirov ya xwekuj li gundê Aşma li gundewarê Kobanê xist
îro balafireke bêmirov ya xwekuj li gundê Aşma Ewêna, ku li başûrê bajarê Kobanê ye, xist. Di êrişê de ti ziyan çênebûn. Lê heya niha jî di derbarê vê êrişê de tu agahiyên zelal nehatine parvekirin.
Li Iraqê li dijî kesên ku gendelî kirine operasyon berdewame
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê gihiştin mala parêzgarê berê yê Wasitê û parlementerê niha, Mihemed Cemîl El-Miyahî.
Îsraîl: Me li Başûrê Sûriyê çend çekdar kuştin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di operasyona xwe ya li başûrê Sûriyê de, Wan hêjmarek çekdar kuştine. Medyaya Sûriyê jî ragihand ku di 2 rojên borî de, hêzên Îsraîlê ketine gundewarên rojavayê Derayê.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku leşkerên wan li "Herêma Ewlehiyê" ya başûrê Sûriyê hejmarek çekdar kuştine.
Artêşê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku operasyonên wan yên li Sûriyê dê bidomin û gefên li dijî wan dê bên têkbirin.
Girtiyê 30 salan Bûdak hate berdan
Girtiyê nexweş Niyazî Bûdak ê ku li Girtîgeha Tîpa T ya Şakranê dihat ragirtin, piştî girtîbûna xwe ya 30 salan hate berdan.
Malbata Bûdak û rêveberên EGE-TUHAYDER’ê li ber girtîgehê, Bûdak pêşwazî kirin.
Bûdak û kesên pê re li ber girtîgehê kevok firandin û daxwaza azadî û aştiyê kirin.
Konferansa Ziman: Divê em zarokan bi zimanê dayikê mezin bikin
Konferansa ku Saziyên Zimanê Kurdî bi diruşma ‘Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr ya Amedê dar dixin di roja duyemîn de berdewam dike. Di bernameyê de gelek endam û rêberên partiyên siyasî, bi sedan nûnerên saziyên sivîl yên civakî û endam û rêveberên saziyên ziman yên ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatine, tevlî konferansê bûn. Li konferansê pankartên bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî yên Kurdî ya ‘Hezkirina ziman hezkirina welat e, hezkirina welat hezkirina xwebûnê ye’ hat daliqandin.
Kesayetiyekê navdar a civaka Sunnî li Bexdayê hat girtin.
Medyaya Iraqê:
Di operasyoneke ewlehiyê de li "Herêma Kesk" ya Bexdayê, Musenna el-Samarraî serokê Hevpeymaniya Ezim û siyasetmedarekî navdar yê Sunnî ligel çend kesên din hate girtin.
Hemû xalên ketin û derketinê yên Herêma Kesk hatine girtin. Tedbîrên ewlehiyê yên tund, bi piştgiriya çekên giran û tankan, li herêmê hatine bicihkirin.
TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû
Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) ji ber koça dawî ya Kadîr Înanir peyamek weşand.
Di peyamê de hate gotin, "Kadîr Înanir kesayetekî rewşenbîr, hunermend, sînemager û lîstikvanekî mezin bû. Em bi xemgîniyeke mezin bi koça wî ya dawî hesiyan. Jiyana xwe da sînemayê û di tevahiya jiyana xwe de xwedî sekneke humanîst, demokrat û aştiyane bû. Em Kadîr Înanir ne tenê weke hunermendekî mezin ê dostê gelê Kurd pênase dikin. Ew dostê gelan bû."
Abbas Erakçî li Bexdayê ye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Abbas Erakçî, piştî êrîşên asmanî yên Amerika yê li başûrê Îranê, Erakçî ji bo civînê bi hevkarê xwe yê Iraqî, Serokkomar û Serokwezîrê Iraqê re gihişt Bexdayê
Lê rawestgeha Eraqçî ya yekem serdan kirina Monumenta li nêzî Balafirxaneya Bexdayê, ku ji bo Fermandarê Hêzên Parastina Şoreşa Îranê (IRGC), Qasim Silêmanî, û Ebû Mehdî el-Muhendis hatibû çêkirin bu; ew her du di sala 2020'an de di êrîşeke asmanî ya DYA yê de hatin kuştin.
Serdana Eraqçî tenê çend demjimêran piştî ku Serokwezîrê Iraqê Elî el-Zeydî operasyoneke berfireh a dijî gendeliyê ku siyasetmedar û rêvebirên sektora petrolê hedef digirt, pêkhat.
Ji ber gendeliyê bi dehan parlamenter û berpirsên Îraqî hatin girtin
Medyaya dewleta Iraqê, bi îspatkirina çavkaniyek payebilind, ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Elî el-Zeydî "wê dev ji şopandina kesên ku di gendeliyê, karanîna nerêkûpêk ya çavkaniyên dewletê, yan desteserkirina milkên giştî de beşdar in bernede." Ev daxuyanî piştî êrîşên şevekê yên li Herêma Kesk ya Bexdayê hat.
Li Venezuelayê hêjmara qurbaniyên erdhejê gihişt 920 kesan
Hejmara qurbaniyên karesatê berdewam zêde dibe: herî kêm 920 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzîkî 3300 kes jî birîndar bûne. Her wiha, zêdetirî 50,000 kes jî winda ne.
Ji ber gendeliyê bi dehan parlamenter û berpirsên Îraqî hatin girtin
Hêzeke hevbeş ji Dezgeha Dijîterorê, Artêşa Îraqê, Desteya Destpakiyê û hêzên din yên ewlehiyê sibeha yekşemê (28.06.2026) li navçeya Kesk û çend navçeyên din yên Bexda û parêzgehên din operasyoneke berfireh pêkanîn.
Operasyon bi doza "Ednan Cumeylî" yê Alîkarê berê yê Wezîrê Petrolê yê Îraqê yê ku berê hatibû desteserkirin ve girêdayî ye.
Cumeylî di lêpirsînan de navê 128 berpirsan daye û di nav wan de navên berpirs û kesayetiyên Kurd jî hene.
Joe Biden derbarê Trump de:
Trump dema ku vegerya Qesra Spî bi milyaran dolar qezenç kiriye. Ev tenê ji bo min gelek ecêbe. Ew şerm nake û bi rastî jî ev ji bo Welat jî şerme.
Lê qet li xema Trump nîne. Ji bo qezenç kirina wan pereyan wi xwest bibe Serok