@hewreman5 @fevzibulgan_ Dewlet li serê Pkkê jixwe Neteweperwerîya Kurdî (li Bakur) tine ye. Hûn rexne li kîjan neteweperweran digirin? Lê belê van salên dawîyê Neteweperwerîya Kurdî geş dibe û ev jî ji bo antî-neteweperweran tirseke mezin e. Neteweperwerîya Kurdî nû geş dibe, rexneya te ne di cî da ye.
Ev rehetîya Sancar ji ku tê? Ji Ocalan. Tu gotinên Ocalan bi heft avan bişûyî dîsa jî ji gotinên Sancar xirabtir in. Rehetîya Ocalan ji ku tê? Ji perestina evdên wî. Dizane ku evdên wî dê di perestina Tanriyê xwe da kêmasîyê nekin. Dizane çi jî bêje dê hikmetek jê re were dîtin.
Gava ez di xeyalê xwe da jî bim; bi ti awayî nahêlim ku bi Tirkî xeyal bikim, xîreta min qebûl nake.
Çimkî ew der di kontrola min da ye, qeweta min digihêje wê derê.
Lê hezar mixabin gelek Kurd hene ku xeyalên wan jî hatine dagirkirin.
Min di heyata xwe da nîyeta nimêj û rojîya xwe bi Tirkî neanîye elhemdulila.
Û min di heyata xwe da diayên xwe bi zimanê Tirko nekirîye elhemdulila.
Bişavtin hê negihêştîye heya wan deran û dê bi ti awayî jî negihêjê Xwedê hez bike.
Çimkî êdî ez êrîş dikim.
Îro li Kurdistanê "De'wa Îslamî": Xebata di rêya rizgarîya Miletê Kurd û Welatê Kurdistanê da ye.
Îro li vê derê Îslam ev e.
Do yan jî Sibê dibe ku Îslam tiştekî din be lê îro li vê derê Îslam ev e.
@Ebu_Srht_Mstf @krdzwano Îro li Kurdistanê "De'wa Îslamî": Xebata di rêya rizgarîya Miletê Kurd û Welatê Kurdistanê da ye.
Îro li vê derê Îslam ev e.
Do yan jî Sibê dibe ku Îslam tiştekî din be lê îro li vê derê Îslam ev e.
Di Îslamê da destûra şerê du komên mumin heye. Hûcûrat 9 û pratîka sehabîyan delîlên vê yekê ne.
Îslamgirên Tirkan ji ber ku xwe mafdar û navend dibînin; li ba wan şerê li dijî Kurdan û kuştina Kurdan ferz e.
Pirsgirêk ne Misilmanbûn û Kafirbûna Tirkan e.
Pirsgirêk Tirk bi xwe ne.
Tirkan biterikîne.
Tirk Misilman jî bin û Kafir jî bin dê bi rehetî meşrûîyeta xwe çêbikin.
Têgihêştineke şaş heye di nava Kurdan da:
Gava Tirkên Îslamî li me zilmê dikin, Kurdên me yan dibêjin ev ne misilman in yan jî dibêjin ev di Îslamê da tine ye.
Ev helwesteke şaş e. Çimkî hem ew Tirk misilman in û hem ev yek di Îslamê da heye.
Tirk te bi delîlên şer'î dikujin.
Heta tu xwe ji wî rihê bindestîyê xilas nekî; dê Xwedê te ji wê gemarîyê xilas neke.
Xwedê ne li gel te ye, Xwedê li gel wan kesan e ku di hewldanê da ne.
Yan tu yê bi xwe rabî xwe xilas bikî yan jî tu yê bi xwe rabî xwe xilas bikî. Rêya sêyem tine ye.
Kurdino!
Heta hûn di vê rewşê da bin; dê Xwedê rewşa we neguherîne.
Xwedê guherandina rewşê hêştîye li hêvîya me. {Re'd 11} Lê belê ez bala xwe didimê; ew tişta ku Xwedê hêştîye li hêvîya te, tu jî dihêlî li hêvîya Xwedê.
Tu henekê xwe bi Xwedê dikî?