(2/2) Zarokatiya min bi “metelok”ên Seydayî derbas bû. “Çîrok”a herî zêde dihat dubarekirin ku di pirtûkê de tune ev bû: Rojekê mele li dora Seydayî dicivin û jê dipirsin ka çima bi “komunîstan” re dide û distîne. Seyda ji yekê ji wan dipirse: “Gava tu diçî êş/aşê tu didî pêşiya kera xwe yan kera te dide pêşiya te?” Mêrik dibêje: “Helbet ez didim pêşiya kera xwe.” Îca Seyda dibêje: “Ha, îro jî komunîst pêşengiya me dikin!”
Heke em welatparêziya herêma ji Xerzan heya Amedê, ji Silîvan heya Toran bo beriya salên 1990î binexşînin, rengek ji rengên sereke dê Seyda bi xwe be. Di vê welatparêziyê de xîret, tovrindî, kedkarî, rêzdarî, hevkariya mizgeft û komeleyan û melle û “telebe”yan, tevkariya xwende û nexwendeyan, xweşbêjî, xweserî, sivikbezî û Kurdiyeka li ber Kurdiya heyî rabûye hene.
Divê lê zêde bikim ku di destpêka salên 1990î de kasêtek gihîşt ber dest; tê de Mele Ebdullahê Timoqî û Abdullah Ocalan suhbet dikirin. Ji kasêtê rêzgirtinek difuriya; Kurmanciya Xerzan û ya Rihayê doşî hev dibûn; zanîna Marksîstî û Quranî li hev dibaniyan! Ocalanî digot, “di Qur’anê de ayetek heye, dibêje, ‘Tu çiqas bi zimanê dijminê xwe zanibî, tu dê ewqas di şerê xwe de serdest bî.” Seyda digot, “Belê, lê ew ne ayet e, hedîs e.” Ocalan piştî her gotinê ji Seydayî dipirsî: “Ne werg e?” Ez ê nîvxort û nîvzarok di nav suhbeta wan de li peyv, islûb, retorîk, agahî, devok û referansên xerîb diqelibîm û ev gotina Ocalanî di serê min de olan dida: “Seyda, heke Kurdek bimire, here qebrê, bibe hestiyê rût jî ez ê gorra wî vedim, qoqê wî hildim û di guhê wî de biqîrim: ‘Tu Kurd î, tu Kurd î, tu Kurd î…’”
30 sal zêdetir bi ser wefata seydayê mezin Mele Ebdullahê Timoqî ketin. Kurd ji gorrê derketin. Gellek tişt qewimîn. Ew belengaziya di bin nîr û postalên barbaran de kêm bû. Du Kurdistanên nîv-azad hene. Azadiya giştî hê jî dûr e, lê îro ji her rojê zêdetir pêdiviya me bi vejandina hest, helwest û welatparêziya Seydayê Mele Ebdullahê Timoqî heye.
Pirtûkê peyde bikin, bixwînin; hûn ê di jiyana mêvan û endamê mal û malbata xwe de ruhê sedsaleka malbat û welatê xwe bibînin.
Mahmut Begik, (2024), Jiyana Mele Ebdullahê Xerzî (Timoqî): Ji Gundê Timoq heya Gundê Berkevirê 1897-1992, Wan, Weşanên Peywend.
(1/2) Meriv dikare di jiyana Mele Ebdullahê Timoqî/Xerzî de sedsaleka sax a her çar perçeyên welêt bibîne. Perçe nemaye neçûyê, bajar nemaye neçûyê, gund nemaye neçûyê, mal nemaye neçûyê. Yek ji wan gundan gundê me ye, yek ji wan malan mala me.
Mele Ebdullahê Timoqî demekê li gundê me (Mêrîna-Batman) melatî kiriye û dostê bapîrê min ê Hecî Mihemed Hadî bûye. Wek endamekî malbatê be her tê bîrê. Vê paşiyê apê min ê Mehmûd behsê kir bê çawa Seyda bi dizî şandine Amedê: Dewlet li dû Seyda bûye. Tê ji bapîrê min re dibêje divê biçe Amedê, lê di rê de zalgeh (check-point, xalên kontrolê) zaf in. Pîlan çêdikin, ji partiyê (PDK/T) du endam ji Awîskê li trênê siwar dibin. Gava nêzîkî xala diyarkirî ya li nav aqarê me dibin, herdu endam destikê hawarê dikêşin, trên radiweste; di wê xirecirê de Seydayî siwar dikin.
Çend roj bi ser vê behsê ket neket, me çend kesan ligel Berken Berehî civat gerand. Li civatê Berehî got ku di pirtûka li ser Seydayî de behsa bapîrê min dibe. Min pirtûk peyde kir û bi dilekî ji çar dilan çêkirî xwend. Mahmut Begikê kurê Mele Ebdullahê Timoqî, xebateka baş amade kiriye; seydayê me di nav dîroka şexsî, derdor, atmosfera demê û rewşa siyasî de sêwirandiye. Meriv di nav ansîklopediyeka tije bi şexsiyet, derdor, çiya, banî û zimanê têkoşînê de digere. Ji pirtûkê tenê mînakekê didim da nifşên nû bizanin ku Seyda çi mirovekî ezamet bûye:
Gava miftiyê Silîvanê Seydayê Mele Mihemed wefat dike, Timoqî naçe taziyeya wî. Nivîskarê pirtûkê ji bavê xwe dipirse ka çima neçûye hewariyê. Seydayê Mele Ebdullahê Timoqî digirî û piştî aş dibe, dibêje: “Mele Mihemed hevalê min bû û ji pişta min çû. Ez naçim û ji birayê wî Ebdullah re nabêjim ‘bila serê te sax be.’ Heqê birayê wî ye ku were cem min û ji min re bêje ‘bila serê te sax be.’” Çi sehneyek ecêb e, wêjekarên mezin nikarin sehneyek wisa biafirînin!
Di behsa bapîrê min de divê pênaseyeka kak Begikî sererast bikim ku dibêje, “Hecî Hadî yekî ne siyasî bû.” Em wek malbat dizanin ku Hecî Hadî endamekî komkarî/rêxistinî yê PDK-Tirkiyeyê bû. Min hem ji Hemîdê Smayîl Axayê rehmetî û hem ji hin hevalên wî yên li aliyê Goranşar/Wêranşar û Qoserê endamtiya nepenî/îllegal a bapîrê xwe bihîstiye.
@kbrabektass@kultiginmedya maç esnasında trabzon taraftarlarının olduğu kısımdan, amed tarafına sürekli ses bombası(torpil) atılıyordu. ses bombalarından dolayı gerginlik çıkmıştı.