Kanûna Pêşîn a 1988an
Serokên kurd li dû "têkeliyan" digerin
Hevpeyvîn: Sabatay Varol
Pêdeçûna wergerê: Mihemedsalih Qadirî
PARÎS — Ebdulrehman Qasimlo, Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Celal Talebanî, serokê kurdên Iraqê, ku ji bo beşdarbûna di civîna «Internasyonala Sosyalîst» de li Parîsê bûn, tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e «çareseriyeke siyasî» ji bo pirsa kurd were dîtin. Talebanî û Qasimlo derbarê wê pevçûnê de ku sê roj berê li Çiyayê Cûdî yê li Tirkiyeyê rû da, gotin: «Eger em li Tirkiyeyê bûna, me dê giringî bidaya têkoşîna demokratîk.»
Celal Talebanî, ku ji Şam û Tehranê ve piştgiriya li dijî Bexdayê werdigire, ji bo daxwazkirina şermezarkirina rejîma Seddam û bikaranîna çekên kîmyayî hatibû Parîsê. Bi rastî, her du jî, hem Talebanî û hem Qasimlo, di rêza wan kesan de ne ku bi berdewamî beşdarî civînên Internasyonala Sosyalîst dibin. Lê ev serdana wan, rengvedana hewleke nû bû ji bo peywendîgirtinê piştî bidawîhatina şerê Îran û Iraqê.
Dema me nêrîna Dr. Qasimlo derbarê pevçûna Çiyayê Cûdî de pirsî, bi vî awayî bersiv da: «Ez deh salan e di çiya de di nava şer de me, lewra ez li dijî şer im. Naxwazim bi navê kesên din biaxivim, lê min berê jî gotiye: Di navbera Îran, Iraq û Tirkiyeyê de, Tirkiye ji hemûyan zêdetir xwedî demokrasiyê ye. Eger ez li şûna wan (PKK) bûma, min dê hewl bida têkoşîna demokratîk pêş bixim.» Qasimlo paşê beşek ji wan gotinên xwe nîşan da ku du meh berê li Madrîdê di civînekê de gotibû: «Binêrin, min li vir çi gotiye? Ji wê jî pêdetir, di wê civînê de tirk jî amade nebûn, lewra ne ji bo razîkirina dilê wan bû.»
Beşa gotinên Qasimlo ku têkildarî Tirkiyeyê ye, wiha ye:
«Tirkiye karta Ewropa û demokrasiyê bi kar tîne. Tevî dudiliya desthilatdarên niha jî, dibe ku neçar bibe mafên neteweyî û nasnameya kurdên nav Tirkiyeyê bi fermî nas bike. Ew jî dikarin bi sûdwergirtina ji derfetên yasayî, daxwazên xwe bisepînin. Ev di demekê de ye ku di Komara Îslamî de, ku despotîzma serdema navîn lê serdest e, kurd neçar bûne ji bo parastina nasname û azadiyên xwe çekan hildin.»
Celal Talebanî jî bawer e ku li ser asta herêmê, ji bilî çareseriya siyasî, tu rêyeke din ji bo pirsa kurd tune ye. Dema me pirsî «Tu çawa gihîşt vê encamê?», Talebanî bersiv da: «Ji ber rewşa em tê de ne.» Û got: «Cîhan ber bi aramiyê ve diçe. Her du zilhêz piştgiriyê didin çareseriya hemû pirsgirêkên herêmî. Gava pirsgirêkên Kambocê, Namîbya, Angola, Efxanistan û Qibrisê ber bi çareserbûnê ve diçin, çima pirsgirêka kurd çareser nebe?»
Talebanî amaje bi wê yekê jî kir ku tevî ku ligel Qasimlo xwedî hevalbendiyên cuda ne, lê li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêkê hevnêrîn in. Qasimlo dibêje: «Binêrin, piştî bikaranîna çekên kîmyayî, aştiya di navbera kurdên Iraqê û hikûmeta Iraqê de gelek zehmet bûye. Em deh salan e li Îranê di şer de ne, lê em tûşî rewşeke wiha nebûne ku gund bi komî werin tinekirin. Enqere jî divê her çi zûtir e vê pirsgirêkê çareser bike.»
Em ji her du serokên gerîlayan dipirsin: «Lê çawa?». Celal Talebanî dibêje: «Divê parlamenterên kurd kom bike û wekî aliyê gotûbêjê li wan binêre. Divê bi wî awayê ku ew pêşniyar dikin, pirsgirêkê çareser bike. Mafên wan ên çandî bide wan. Li mînaka Spanyayê binêrin; dema mafên çandî hatin naskirin, wan kesên ku piştgiriya cudabûnê dikirin, bûn kêmaniyek ku hatin perawêzkirin. Eger kurd li Tirkiyeyê xwedî mafên xwe bin, kurdên Iraqê û Îranê dê hesteke wan a xurt ji bo Tirkiyeyê hebe. Ev jî bi wê wateyê ye ku Tirkiye li derveyî sînorên xwe jî dê xwedî bawerî be.»
Talebanî zêdetir diçe pêş û dibêje: «Tenê piştî vê yekê ye ku tu dikarî li ser pirsa Mûsilê bifikirî.» Celal Talebanî bi gotina: «Ez dixwazim hemû ew herêma ku kurd lê dijîn ji aliyê Tirkiyeyê ve were dagirkirin, herî kêm bi yek hikûmetê re peywendiyê bikim,» hûrgiliyên wan texmînên ku di mêjiyê xwe de ne, dide der.
Dema me ji Dr. Qasimlo pirsî ku di civîna Internasyonala Sosyalîst de hewla peywendîgirtina ligel Erdal Înonu daye, «Te xwest ji Înonu re çi bibêjî?», bersiva wî...
Diyar e, Memê sebra wî lê bar e êdî hew îdare kiriye.
Ez şahidê hevalê xwe yê delal im ku ji bo şerma malê di malê de bimîne çiqas li ber xwe daye. Ez şahid im ku ji bo kesek bi hin rezaletan nehesin çawa tehemul kiriye. Ez şahid im ku çawa keda wî hatiye dizîn, lê ji bo Kurdek aciz nebe çawa ji xwe daye. Ez şahid im ku di dewra qeyûm û barbariyê de çawa şewqeya xwe kişandiye ser bijangan û çûye di karê giran de xebitiye da serî li ber dagirkeran netewîne. Ez şahid im ku çawa bi mehan li ser cilikekî razaye û balîfek xwe tunebûye ku bide navbera pişta xwe û dîwêr.
Memo yek ji wan zarokan e ku Roma reş gund û mal lê xerakiriye, şewitandiye. Li bin konên naylonî yên "karkerên demsalî" mezin bûye, di nav heriya zeviyên serdestan de xwe û neteweya xwe naskiriye. Di 13-14 saliya xwe de helbest şandine "Rewşen"ê, di 17-18 saliya xwe de xema şehîdên me xwariye.
Memê ku bi hevaltî û biratiya wî şanaz im, di dewra xerakirina bajaran de li ber serê Cemîlayê giriyaye, "Li Rûbarê Dêrgulê" bi hestên salên 90î qêriyaye, li pey xewna qulingan di xewa kûr re çûye.
Ez barê Memî zêdetir nekim, lê Mem em in. Em çawa ji ber qîlên gurên har ku hezaran salan cîhanê xerakirine xelas bûne û mane ew jî ji ber dagirkeriya çavsor û jiyana ne-bextewar xelas bûye û maye.
Mem, "Darbesta Wedat Aydin, lê Amedê Amedê, kesk û sor zer pêçane" nekiriye "Sanma ki bizbizeyiz lê Amedê Amedê, olene dek sizleyiz!" Mem, "Li Bota' dîlan e, Egîdan ser hildane" nekiriye "Bu şehre sozumuz var, sahalar rakiplere dar!" Berê serdestan stranên me didizîn, niha golikên qol ketine nav stranan dikin Tirkî û dibin kesên "maqûl" lê Mem Ararat ku "Kurmancê reş" e dibe nîşange?
Nabe ku rantiye keda Memî û hunermendên me bixwin. Ne qanûnên serdestan ên "telîf"ê lê isûla civata me û şoreşgeriyê pîvêr e. Berê karê "sazî"yan ji bo şoreşê bû, lê hin sazî êdî malê şexsan in, şexsan dest danîne ser. Divê ji pişt mertalê qanûnên Tirkan derkevin û mafê hemû hunermendên Kurd radestî wan bikin. Nabe hunermendên Kurd li hemberî desthilatdariya Kurdan "jî" têbikoşin! Nabe ku saziyên "me" yên heyî bi qeydê serdestan bikin.
Memê me yê çargurçik hunera me dibe ser dikên qurre yên cîhanê. Mem navê serkeftina Kurdiya me ye. Hez dikî godarî bike, hez nakî godarî neke. Lê neheqî lê neke, xîreta wî nahêle ku dilê te bişkîne, lê dizanim ku dilê wî wek Kurdistana me fireh û xemgîn e.
Selîm Temo
Kürt Kültür ve Düşünce Dünyasında Yeni Bir Soluk: Vîn Dergisi
🔴Kürt edebiyatı ve düşünce dünyasına Vîn dergisi de eklendi.
Vîn dergisi, Hawar dergisinin yayınlanmaya başlamasının 94. yıl dönümünde yayın hayatına merhaba dedi.
Kürtçenin Latin alfabesiyle hazırlanan Vîn, iki ayda bir yayınlanan dijital bir dergidir.
İlk sayısıyla okurların karşısına çıkan dergi, bünyesinde Kirmanckî, Kurmancî ve Soranî lehçelerindeki eserlere yer veriyor.
https://t.co/OCqFFaTI39
Kovara me, Vîn, di salvegera 94. a Hawarê de dest bi weşanê kir. Silav li ruhê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan û hemû "Hawar"iyan.
Roja Zimanê Kurdî Pîroz Be!
https://t.co/IBJegCLpau
Kovara me, Vîn, di salvegera 94. a Hawarê de dest bi weşanê kir. Silav li ruhê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan û hemû "Hawar"iyan.
Roja Zimanê Kurdî Pîroz Be!
https://t.co/IBJegCLpau
Kovara me, Vîn, di salvegera 94. a Hawarê de dest bi weşanê kir. Silav li ruhê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan û hemû "Hawar"iyan.
Roja Zimanê Kurdî Pîroz Be!
https://t.co/RIXKMs9HB6
Ji îro pê de Vîn vîna me ye.
Baş e, "Kî ne Em?"
VÎN DEST PÊ KENO
Ma çend serrê pirrê bi felaketan derbas kerdî. Çemê adirinî herikîyayî deşt û newalanê ma ra.
Badê çend serrê pîrrê bi felaketan, barbarî kenê binbikewê. Ma qefesêko zengarin ra vecyayî. "Ma estê", qewlê ê şerwanê berkenî ra.
Edebîyatê ma nê seserranê bi felaketan pirrê de waşt bibo her çiyo ke kemî bi netewe ra.
Badê seserranê pirrê bi felaketan, henî ma do vatişê xo dinya ra û wextî rê vajim.
Bi şêwe û ziwaneko ciya, bi wastis û eşqêko ciya, bi îrade û kelecanêko ciya; Vîn dest pê keno.
"Raye zana." Ma do raye de bimûsim.
Eyro ra pey Vîn îradeyê ma yo.
VÎN DEST PÊ DIKE
Me çend sedsalên tije bi karesatê derbas kirin. Çemên agirîn herikîn li deşt û newalên me.
Piştî çend sedsalên tije bi karesatê barbar dikin têkbiçin. Em derketine ji qefeseka zengarî. "Em hene", bi qewlê wî şervanê berken.
Wêjeya me di maweya sedsalên tije bi karesatê de xwest bibe her tişta kêm bû ji neteweyê.
Li dûv sedsalên tije bi karesatê êdî em ê gotina xwe ji dinê û demê re bibêjin.
Bi şêwe û zimanekî cuda, bi daxwaz û evîneka cuda, bi vîn û kelecaneka cuda; Vîn dest pê dike.
"Rê dizane." Em ê di rê de hîn bibin.
Ji îro pê de Vîn vîna me ye…
VÎN DEST PÊ KENA
Çend sedeyekî pirr le karesatman derbaz kird. Rûbarî agirîn be şax û dolekanî nîştimanî ême da xurrîn.
Diway çend sed sallî pirr le karesat, hêzî berberyan nizîke be tewawî têkşikên. Diwa car qefesî asinînî jengawîman şikand u wek şervanêkî leser pê hawarman kird; "ême heyn".
Le mawey sede pirr le karesatekanî mêjûman da wêje û edebyatî ême wîstî şiwêngirewey hemû ew şitane bê ke netewe neybû.
Diway sedan sallî pirr karesat îtir katî ewe hatiwe qisey xoman be dîn û dunya billêyîn.
Be şêwez û zimanêkî ciyawaz, be hez û evînêkî ciyawaz, be xwast û xulyayekî ciyawaz; Vîn dest pê deka.
"Rê dezanê"… û êmeş be dem rêgawe fêr debîn.
Lemrowe îtir Vîn vîyanî ême ye.
Vîndar: Aydin Ekîn, Azad Dilwar, Azad Kaysadu, Bawer Aydin, Berken Bereh, Buhişt Issa, Dîbar Çelîk, Dîlan Yasak, Enes Yildiz, Fatma Savci, Ferhadê Mihemed, Furkan Îşlen, Haden Oz, Hebûn Elbakî, Îbrahîm Şêxşerefî, Jan Alî Yekta, Jiyar Homer, Kawa Nemir, Kenan Ogur, Lorîn Demirel, Luqman Ehmed, Netîce Altun Demir, Ozlem Guntaş, Rojîn Şêx Hemo, Sebahattîn Sumelî, Sedat Ulugana, Selîm Temo, Seyîdxan Kurij, Siya Jandar, Sîbel Akman, Şênê Mihemed, Xelef Wanî.
Vîndank: Ehmed Huseynî, Mehmet Emîn Bozarslan, Refîq Sabîr.
HevpeyVîn: Fatma Savci.
Belge: Belavokeka Kurdî a dewleta Tirkan ji bo reşkirina Serhildana 1925an.
Werger: Alana Marie Levinson-LaBrosse, Alfonsina Storni, Alphonse Daudet, Arthur Rimbaud, Berthold Brecht, Charles Bukowski, James Finn Garner, Kate Chopin, Rafael Alberti, Rita Mae Brown, Tracy Fuad.
@berken_bereh@fatmasavci@hadenoz@KawaNemir1@LorinDemirel@LukmanAhmadArt@ropasorra @agriisyanirapor
@selimtemo@Seyidxaneli